TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
MAF
Rûpela 26
IHD: Kurd ji ber fikrên xwe tên girtin
Serokê Şaxa ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz diyar kiriye ku li Tirkiyeyê azadiya xwebirêxistinkirinê û xweîfadekirinê di bin zexteke giran de ye û wiha gotiye: “Ji ber vegotina fikrên xwe cezayên giran tên birîn.”
1 Îlon 2023
Komeleya Jinan a Rosayê: Jin aştiyê dixwazin
Jinên ku endamên Komeleya Jinan a Rosayê gotine, "Jin dînamîka herî bi bandor ya civakîbûna aştiyê ye
1 Îlon 2023
Google wê bikaribe zanyariyên şexsî bişîne ji derveyî Tirkiyeyê
Google wê bikaribe zanyariyên şexsî yên bikarhênerên tirkiyeyî bişîne, Îrlandayê.
1 Îlon 2023
Dozgeriyê ji bo kesên gef li rojnameger Gonultaşê xweriye biryara neşopandinê daye
Rojnameger Hale Gonultaş piştî nûçeyên derbarê koma tevhîdê de rastî gefên bi peyam û telefonan hatibû. Gonultaşê li ser vê yekê giliyê wan kesan kiribû. Derbarê wan kesan de biryara neşopandinê hatiye dayîn.
31 Tebax 2023
Li edliyeyê îşkence li Celalettîn Canî kirin: Destê wî kelemçe kirin, ew xistin hicreyê
Celalettîn Can ji ber ku piştgiriya rojnameya Ozgur Gundemê kiribû, bi sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû cezakirin. Canî got, “Fotografê şermê ye ku di rojên reş û tarî de, yên welat tê re derbas dibin.”
31 Tebax 2023
Li Hatayê ji ber nebûna av û elektrîkê welatiyan çalakiyek li dar xist
Li Taxa Dûrsûnliyê ya navçeya Defneya Hatayê, mexdûrên erdhejê duh bi şev meşek li dar xist û nebûna elektrîk û avê protesto kir.
31 Tebax 2023
Girtiyê nexweş yê 71 salî Necmettîn Ormanli serbest bûye
Yek ji girtiyên nexweş Necmettîn Ormanli yê 71 salî piştî cezayê wî qediyaye hatiye berdan.
30 Tebax 2023
NY: Artêşa Îsraîlê îsal 172 Filistînî kuştine
Li gorî ragihandina Neteweyên Yekgirtiyê, Artêşa Îsraîlê ji serê salê û vir ve 172 filistînî kuştine. Hejmara kesên ku heta niha hatine kuştin, ji hejmara tevahiya sala derbasbûyî zêdetir e.
29 Tebax 2023
Li Şirnexê çûn û hatina 14 herêman qedexe bûye
Li Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê 14 herêm ji îro pê ve weke “herêma ewlehiya taybet ya demkî” hatiye ragihandin.
29 Tebax 2023
Têkildarî operasyona li Kagitxaneya Stenbolê 37 kes hatine girtin
Di operasyona li Kagitxaneyê pêk hatibû de pevçûn qewimîbû û piştî pevçûnê Ji kesên ku di operasyona de hatibûn desteserkirin jê 37 kes hatine girtin.
29 Tebax 2023
Karkerên depoyan ên Trendyolê dest bi çalakiyê kir
Yek ji karkerên Trendyolê Emre Ozdekî got ku “Di hefteyekê de 90 hevalên me ji ber bi rêya medyaya civakî piştgirî dan me, ji kar hatin derxistin.”
29 Tebax 2023
Ali Dinç
Xwediyê 23 Dereceyê Gokhan Ozbek hatiye desteserkirin
Parêzerê Gokhan Ozbek, Gizay Dulkadir diyar kiriye ku sedema desteserkirina Ozbek parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî ne.
28 Tebax 2023
Parlamenterên YSPyê ji Wezîr Kocayî pirsiye: Çima di sîstema “e-reçetem” ê de Kurdî nîne:
55 parlamenterên Partiya Çepên Kesk ji ber ku di sîstema “e-reçetem” ê ya Wezareta Tenduristiyê de kurdî nîne, pirsyarname pêşkêşî Parlamentoyê kiriye. Çend roj berê ingilîzî, erebî, rûsî, almanî û fransizî li sîstemê hatibûn zêdekirin.
28 Tebax 2023
IHD: Tehliyebûna 313 girtiyan hatiye astengkirin
ÎHDê diyar kiriye ku ji sala 2021an heta niha Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê tehliyeya 313 girtiyan asteng kiriye. Her weha IHDyê xwestiye ku ev rêziknameya ku li dijî Destûra Bingehîn e were betalkirin.
28 Tebax 2023
193 rewşenbîr, hunermend û rojnameger: Doza Kobaniyê bêhiqûqî ye û em li dijî dozê ne
Hunermend, rewşenbîr û rojnamegerên weke Burhan Sonmez, Orhan Pamuk, Alî Topuz, Ahmet Telli, Zulfu Livanelî, Julide Kural, Binnaz Toprak, Murathan Mungan û Elîf Şafak di nav de 193 kesayetan, bertek nîşanî bêhiqûqiya di doza Kobaniyê de dane.
28 Tebax 2023
TIHV: Ji 3 saliyan heta 70 saliyan mirov ji ber îşkenceyê serî li me didin
Di sala 2022yan de rêjeya kesên ku ji ber îşkence li wan bûye yan jî rastî kiryarên xirab hatine û serî li Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê dane, li gorî salek berê, ji sedî 22 zêde bûye.
28 Tebax 2023
Ji bo cîgirên wezîr doz li rojnameger Fûrkan Karabey vebûye
Edîtorê Gerçek Gundemê Furkan Karabay ji bo parvekirinên xwe yên li ser Twetterê yên derbarê cîgirên Wezîrê Dadê Akin Gurlek û Hasan Yilmaz û endamê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Îrfan Fîdan de wê bi 2 sal cezayê girtîgehê were darizandin.
25 Tebax 2023
Li Kagitxaneya Stenbolê şer derketiye
Walîtiya Stenbolê ragihandiye ku îro danê sibê li Kagitxaneyê di operasyonekê de gule li polîsan hatiye reşandin û di encamê de polîs Hakan Telli û kesekî di malê de mirine.
25 Tebax 2023
IHDya Amedê: Ewlehiya jiyanê ya girtiyan li girtîgehê tune ye
ÎHDya Amedê derbarê binpêkirina mafên li Girtîgeha Xarpêtê raporek amade kiriye. Di raporê de weha hatiye gotin: “Ewlehiya jiyanê ya girtiyan li girtîgehê tune ye û bi giştî lawaziya ewlehiyê heye.”
24 Tebax 2023
Serdozgeriya Amedê derbarê Serokê Baroya Amedê de lêpirsînê dike
Bi îdiaya ku “gef li dozger xwarine” lêpirsîn derbarê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, parêzer Bunyamîn Şeker û Gurbey Ozbey Oner de hatiye destpêkirin.
24 Tebax 2023
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li girtîgehên Amedê dest datînin li ser klîmayan, pirtûkên kurdî nadin
“Kesên ku girtî dixwazin kesek bê serdana wan, navê wan di lîsteyê de dinivîsin, rêveberiya girtîgehê vekolîna wan navan dike û ev vekolîn heta salekê didome û gelek caran tên redkirin.”
24 Tebax 2023
Li Dîlokê di 10 salên dawî de 427 karker mirine
Li gorî daneyên Meclîsa ISIGê di salên dawî de 427 karker di dema karî de mirine û ji wan 39 zarok bûne.
23 Tebax 2023
Dayikên Aştiyê di qezayeke trafîkê de can dane
Dayikên Şemiyê Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û kurê Perîşan Akçelîkê Cîhan Akçelîk piştî ku îfade dane dozgeriyê û ji Geverê vedigeriyan ber bi Colemêrgê, di qezayeke trafîkê de can dane. Parêzerên wan Erdal Safali birîndar bûye.
23 Tebax 2023
Dozgeriyê xwestiye ku kesên fotograf li Mizgeftê girtine bên cezakirin
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji bo derhêner B.K. û model E.C.yê îdianame amade kiriye û xwestiye her yek ji wan bi sal û 6 meh cezayê girtîgehê bên cezakirin. B.K. û E.C.yê li Mizgefta Kocatepeyê fotoğraf girtibûn û weşandibûn.
22 Tebax 2023
Li Îranê du jin hatine darvekirin
Li Îranê 2 jinên din ên girtî hatine darvekirin.
22 Tebax 2023
IHD wê ji bo Mazlûm Îçliyî dest bi kampanyeyekê bike
Keskînê ji bo biryara cezakirina Îçliyî gotiye, “qetlîama hiqûqê” û ew ê ji bo Mazlûm Îçliyî dest bi kampanyayekê bikin.
22 Tebax 2023
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Hunermend Emel Çîftçî hatiye girtin
Parêzerên hunermendê ku li Amedê hatiye desteserkirin rapor pêşkêşî dadgehê kirine û gotine, Emel Çîftçî bi penceşêra malzarokê ketiye û pêwîstiya wê bi emeliyata lezgîn heye. Lêbelê dadgehê bi îdiaya ku "guman heye bireve" biryara girtinê Çîftçiyê daye.
22 Tebax 2023
Êrîşa li Parlamenter Omer Ocalanî bûye protesto kirine
Çîgdem Kiliçgun Ûçarê jî gotiye; “Em bang li Wezîrê Karûbarên Navxweyî, Waliyê Rihayê, kesên ferman dane leşker û polîsan dikin ku em wan weke berpirsiyarê vî karî dibînin. Hûn sûcên gelek mezin dikin û hûn hevkarê vê ne."
22 Tebax 2023
“Divê Girtîgeha Amedê bibe Mûzexaneya Mafên Mirovan”
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku ew jî di forûmê de axiviye destnîşan kiriye ku têkildarî projeya dewletê ya ji bo Girtîgeha Amedê amade kiriye, wê sibê serlêdanekê bikin û mijarê zelal bikin.
21 Tebax 2023
Hunermend Emel Çiftçî hatiye desteserkirin
Hunermend Emel Çiftçî li Amedê hatiye desteserkirin.
21 Tebax 2023
Polîsan destûr nedaye ku parêzer serdana Malbata Şenyaşarî bikin
Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) xwestiye piştgiriya Malbata Şenyaşarî bike. Lê polîsan destûr nedaye ku ew û û Malbata Şenyaşar bên ba hev û bi darê zorê parêzer ji ber avahiyê bi dûr xistine.
18 Tebax 2023
Martin Scorseseyî piştgiriya kampanyeya “Edalet ji bo Rûstayî” kiriye
Festîvala Fîlman a Cannesê jî bi gotina “Festîval mala we ye” biryar şermezar kiriye û gotiye ku cezayê girtîgehê û qedexeya karkirinê, êrîşeke cidî ya li ser azadiya xweîfadekerinê ya hunermend û produktorên îranî ye.
18 Tebax 2023
1
...
24
25
26
27
28
...
35
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver