Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
Hanim Sever di dema çalakiyê de axiviye û gotiye: "Mebesta me ya ji vê çalakiyê, edalet e. Di serî de girtiyên nexweş, em edaletê ji bo her kesî dixwazin. Bila zextên li girtîgehan bi dawî bibin û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin, bên berdan."