Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Lijneya Yekîtîya Ewropayê, Rapora Pêşketinê ya Tirkiyeyê ya 2016ê eşkere kir.
Hûn dikarin hemîya raporê bi vê duvelankê bi Ingilîzî bixwînin.
Birêvebirê berpirsê têkiliyên cîranan û mûzakereyên ji bo pêşketinan, Johannes Hahnî rapor eşkere kiriye.
Hahnî bal kişand ser wê yekê ku zordarî li ser rojnamegeran tê kirin.
Beşa krîterên sîyasî ji Hewildana Derbe-kirinê ya 15ê Tîrmehê dest pê dike. Hatiye eşkerekirin di rûdanan de, 241 kes mirine û 2 hezar û 196 kes birîndar bûne. Tê gotin Hikûmeta Tirkiyeyê digel hemî civakê û hemî aliyên sîyasî rê li hewildanê girtiye.
Di raporê de tê eşkerekirin hikûmet ji bo hewildana derbe-kirinê ‘’Tevgera Gûlenî’’ berpirsiyar dibîne. Her çende di raporê de hatibe dîyarkirin ku ‘’Tevgera Gûlenî’’ rêxistineka terorî ye jî, têgeha FETO(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) qet nehatiye nivîsîn.
Di beşa azadiya xwe-îfadekirinê de tê gotin ku ‘’Tirkiye li gor par bi awayekê ber-bi-çav bi paş de çûye.’’
*Di 20ê Tîrmehê de Rewşa Awarte hat îlankirin û paşê sê mehan hat dirêjkirin.
*Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de, karmendên dewletê ji karî hatin derêxistin. Şirketên medyayê jî tê de şirket hatin girtin.
*Cihê fikarê ye ku parlamenterên HDPyê hatin girtin.
*Guhertina zêde ya Dadgehên Bilind jî cihê fikarê ye.
*Azadiya kombûnê, gelek hat astengkirin.
*Erdoganê serokkomar bi awayekê ber-bi-çav xwe têkilî gelek polîtîkayên navxweyî dike.
*Tirkiyeyê alîkarîya mirovî daye nêzîkî 3 milyon penaberên ji Iraq, Sûriye û welatên dî hatîn.(HK/MB)