Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan li Agiriyê bi ser mala Betul Yaşar, Hevşaredara Giyadînê de girtiye û ew desteser kiriye. Şaredariya Giyadînê di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ye.
Polîs demeke dirêj li mala Yaşarê geriyane û ew desteser kirine. Paşê jî birine Midûriyeta Emniyetê ya Giyadînê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li gel Yaşarê polîsan avêtiye ser malên Mesût Arslan û Mûstafa Alparslanî û ew desteser kirine.
Dîsa li gorî heman lêpirsînê Zeynel Abîdîn Bozkûrt, li Düzceyê hatiye desteserkirin.
Polîsan şaredarî dorpêç kiriye
Abdullah Koç, Parlamenterê HDPyê yê Agiriyê gotiye polîsan deriye şaredariyê şikenandiye û ketine hundir.
Polîsên ku şaredarî dorpêç kirine, nehiştine ti kes bikeve nava avahiyê.
Piştî hilbijartina 31ê Adara 2019an polîsan avêtibûn ser malên hevşaredarên HDPyê û ew desteser kiribûn. Paşê jî qeyûm tayîn kiribûn li ser wan şaredariyan.
HDPyê di wê hilbijartinê de sê jê bajarên mezin, pênc bajar, 45 navçe û 12 jê bajarok, li ser hev 65 şaredarî bi dest xistibû.
Heta niha qeyûm ji bo 46 şaredariyan hatiye tayînkirin. Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bi sedema ku beriya hilbijartinê bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) ji wezîfeyê hatine dûrxistin, mazbata nedabû 6 şaredarên HDPyê. (TP/FD)