Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
DAIŞê îdia kir ku wê du leşkerên Tirkiyeyê şewitandine û kuştine. Bavê yek ji leşkeran, wezîrê parastinê û serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP), Kemal Kiliçdaroglûyî daxuyanî dan.
Bavê yek ji leşkeran got ji bo wan ti agahî nehatine dayin. Bi tenê berpirsan ji wan re gotiye ew “lêdikolin.”
Kemal Kiliçdaroglûyî got ew li bendê ye ku hikûmet bersivekê bide.
Wezareta Parastina Neteweyî eşkere kir ku ew ne piştrast in ka dîmenên bûyereka rast e an no û ew lêdikolin.
Bavê yek ji leşkerên ku tê îdiakirin ew hatiye kuştin, ji Zeynep Yûncûlera nûçegihana BîrGûnê re axiviye.
Bavî gotiye:
“Em diqehirin. Ma em dikarin çi bibêjin, me jî agahî jê nîne, me nekarî em agahiyên berfireh bistînin. Tenê ji me re hat gotin ku ew “lêdikolin”
“Hinek dîmen hene ku nîşan didin leşkerên me bi saxî hatine şewitandin û fîşek li serê wan hatine teqandin.
“Em li bendê ne hikûmet eşkere bike. Dibêjin ku ew lêdikolin. Divê hûn wek mêran eşkere bikin. Te Sûriye li serê me kir bela têç hesabê vê yekê jî bidî. “
Rayedarên Wezareta Parastina Neteweyî ji BBC Turkçeyê re axivîne û gotine ew lêdikolin û piştî piştrast bûn ka dîmen rast in an no daxuyanî dê bêne dayin.(EKN/MB)