Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Atolyeya nûçeyan a ku di çarçoveya “Projeya nûçegihanî ya Zayenda Civakî” de li dar dikeve wê 18yê Çiriya Paşiyê ya 2017yê roja şemiyê li Mêrdînê çêbibe.
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet projeyê birêve dibe û KAOS GL piştgiriyê dide û tê de cî digire.
bianet bang li rojnamegerên herêmî yên li Mêrdînê û derdora wê, xwendekarên fakulteya ragihandinê û mafparêzan dike ku beşdarî atolyeya nûçeyan bibin.
Weke bianetê em dixwazin ku pratîka nûçegihaniya nêr a di medyayê de, pirsgirêkên wan, rêbazên çareseriya van pirsgirêkan bi hev re biaxivin û tecrubeyên xwe parve bikin.
Saleke projeyê qediyaye û heta niha proje li Stenbol, Mêrsîn, Bûrsa, Îzmîr, Eskîşehîr, Trabzon, Amed, Akyaka, Edirne û li Dêrsimê atolye bi rêve çûne. Nûnerên platform û rêxistinên di warê mafên jinan û LGBTiyan, rojnameger û xwendekarên fakulteyên ragihandinê beşdarî atolyeya bûne û di van atolyeyan de me bi nêrîna zayendî ya civakî rewşa medyayê nirxand û nîqaş kir. Em li ser asteng û fîzîlîbîteya nûçegihaniya zayendî ya civakî axivîn.
Hûn dikarin serlêdanen xwe bi maîleke bi sernavê “Projeya nûçegihanî ya Zayendiya Civakî 17yê Çiriya Paşiyê ya 2017yê atolyeya Mêrdînê” re ji bo navnîşana [email protected] ê bişînin.
* Projeya nûçegihaniya Zayenda Civakî bi fona Yekîtiya Ewropayê ve tê meşandin.
* Agahiyên derbarê cî û demê de wê paşiyê bên aşkerekirin.
* Hejmara beşdaran bisînor e.
* Atolye ji bo beşdariya herêmî vekiri ye. Lêçûnên rê û manê yên ji bo kesên ku ji bajar û navçeyên derdorê werin wê ji hêla bianetê ve werin dayin. (OS/HK/FD)