Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kanalên televizyonê yên taybet û yên fermî filmê reklamê yê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartina hêrêmî ya 31ê Adarê amade kiriye, ne weşandiye. Vîdeo bi gotina “Ev destên hanê çi dîtine û çi nedîtine?” dest pê dike û bi gotina “Ji bo demokrasiyê destê xwe bilind bike” diqede.
SON DAKİKA: İşte TV kanallarının hiçbir açıklama yapmadan yayınlamayı kabul etmediği reklam filmimiz. #EldenElePaylaşalım mı? Devam edecek... pic.twitter.com/UXFi7c8Qi1
— HDP (@HDPgenelmerkezi) 14 Mart 2019
HDPyê diyar kiriye ku wan vîdeo şandiye kanalên televizyonê da ku bi pereyan were weşandin. Lê ambargo li ser vîdeoya wan hatiye danîn û nehatiye weşandin. HDPyê vîdeo li ser hesabên xwe yên medyaya civakî par ve kiriye.
HDPyê her weha li ser hesabên xwe wiha nivîsandiye: “Em li kanaleke televizyonê ya ku demokratîk tevdigere, dirust û bêalî digerin. Gelo kesî ji we dîtiye?” (EMK/FD)