Bêguman geşbûn an jî çilmisîna medyaya kurdî jî wek ziman, edebiyat û zanista kurdan bi rewşa wan a giştî û desthilata wan ve girêdayî ye. Bi hebûna dinyaya dîjîtal, kurd dikarin hin derfetan bi kar bînin, ji xwe heta astekê bi kar tînin. Em ê li vê derê bi kêmayî û zêdeyîyan behsa hin tespîtên li ser medyaya kurdî ya latînî bikin.
Bêyî zimanekê serast û pîvanên bingehîn yê zimanê kurdî yên wek tewang, ergatîf ...hwd ti nivîsên kurdî nikare bê nivîsîn. (Edebiyat û hûner wê rêyê dide nivîskarên xwe ku bi zimanî bilîzin û rêyên xweser ji xwe re çêbikin ev yek li derveyî vê pîvanê ye.)
Kêm kes hene ku dizanin bi zimanê kurdî binivîsin. Têra medyaya kurdî rojnamegerên kurdînivîs nînin. Ew kêm kesên heyîn difikirin ku qasî başiya zimanê xwe dikarin rojnamegerên baş jî bin. Ji xwe minaqeşeyên li ser medyaya kurdî jî ji gava yekem naborin. Ew jî “zimanê medyayê” ye.
Rêzimana kurdî û zimanê medyayê
Gelekê xerîb e ku minaqeşeyên li ser zimanê medyaya kurdî, minaqeşeyên li ser rêzimana kurdîyê ne.
Zelal e ku her kesên kurdînivîs mecbûrên rêzimanê ne(standardeka giştî heye bi tenê li ser hûrgilîyan minaqeşe hene). Lê rêziman karekê ji beriya rojnamegeriyê ye. Ji beriya kesek dest bi nivîsînê bike ji xwe divê rêzimanê bizane û rê nede rêziman zimanê medyayê dagir bike.
Desthilata sîyasetmedar û zimannasan
Gelek kes hene, wek min hemîya roja xwe ya karî bi nivîsîn, wergerandin, berhevkirin, serastkirin ...hwd ya nûçeyan derbas dikin.
Bêguman desthilata zimanê medyaya kurdî karê edîtor û nûçegihanên medyaya kurdî ye. Divê em rojnamegerên kurd ji qonaxa yekem ya rêzimana bingehîn biqetin û dest bi minaqeşeyên li ser zimanê medyaya kurdî bikin.
Ji bo parastina pîvanên medyayê, heta ku ji bo pîvanên mirovatiyê divê qasî ku em li dijî sîyasetmedar û siyasetên dijber in em li hemberê siyaseta xwe û siyasetmedarên xwe jî bisekinin.
Mafê agehdarbûnê mafê hemî xwendevan, guhdar û bînerên medyaya kurdî ne. Ji bo nimûne heke em nêzîkî partiyeka radîkal a kurdan bin, em nikarin ji bîr bikin ku mafê guhdar, bîner, xwendevanên me heye bi zimanê xwe bizane ka serokê partiya nijadperest a tirkan çi dibêje(bêyî reşkirin û bikarhînana zimanekê req.)
Ku-ku-ku
Avakerê Ajansa Nûçeyan ya Reutersê Thompson Reutersî diyar kiriye ku “dema tu bikarî bûyerekê bi du gotinan bibêjî bi sê gotinan nebêje.(Reuters.com)”
Nûçegihanên latînînivîs, di naverokê de tiştên bi sê gotinan dikare bê gotin bi deh gotinan dibêjin. Bi gihaneka “ku”yê gelek agahiyan li heman komekê zêde dikin. Li sernivîsan jî tiştên divê bi sê gotinan bê gotin bi du gotinan dinivîsin.
Mînakên ji medyaya kurmancî-latînî
Rûdaw(23.07.2018, Nûçeya li manşetê)
- Li dijî avahiya Parêzgariya Hewlêrê êrişa çekdarî!
Ya Rast:
Li dijî avahiya Parêzgariya Hewlêrê êrişa çekdarî hatiye kirin!
Ya rasttir:
Du êrîşkaran êrîşî Parêzgariya Hewlêrê kiriye
Ajansa Anadolûyê(23.07.2018, Nûçeya li manşetê)
Li Hewlêrê li dijî avahiya Walîtiyê êrîş
Ya rast:
Li Hewlêrê li dijî avahiya Walîtiyê êrîş hatiye kirin
Ya rasttir:
Li Hewlêrê, du êrîşkaran êrîşî walîtîyê kiriye
Ajansa Mezopotamyayê(23.07.2018, Nûçeya li manşetê):
Ya rast:
Dîcle Ahmed nûçegihaneka Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ye. Dema şoreşa Kobanîyê dest pê kirî û li rojavayê belav bûyî, bi dehan êrîş û operasyon çêbûne. Wê dîmen û wêneyên şoreşê girtine.
Dîcleyê ji Ajansa Mezopotamyayê re got:
“Min ji nîşaniyê xwe re got: Bila Kobanî azad bibe em pişt re bi hev re biçin. Ger ku em ji welatê xwe hez bikin, em azad bikin û pişt re biçin. Lê bersîva neyînî da banga min. Li ser vê yekê min dest ji wî berda. Kobanî di wî halî de ez nikaribûm Kobanîyê terk bikim û biçim."
Pirsek
(23.07.2018, Dengê Amerîkayê, Nûçeya li manşetê):
Îran li Dijî Gurkirina Girjiyan Huşdariyê Dide Amerîka.
Hûn ji vê sernivîsê çi fêm dikin? Gelo Îranê Amerîka hişyar kiriye(dema borî), Îran Amerîkayê hişyar dike(dema niho) an jî Îran ê Amerîkayê hişyar bike(dema bê)?
10 bingehên rojnamegeriyê
Mixabin di çavkaniyên tirkî û kurdî de, agahîyên bingehîn ên rojnamegeriyê, bi awayekê rêkûpêk nînin. Min ji notên Zanîngeha Pennê ji bo Popkurdê 10 bingehên rojnamegeriyê yên giştî wergerandin. Her bingehek mijara dersekê ye lê li vê derê ew derfetê me nîne ku em berfirehtir binivîsin.
- Piştrastkirina agahiyan.
- Bêalîbûn.
- Resenbûn/orjînalbûn.
- Dayina temama agahîyan, nehiştina kêmahîyan.
- Zelalbûn.
- Adilbûn.
- Sînordarkirin û kontrolkirina xwe.
- Mirovparêzî.
- Agahiyên ku dikare hesabê wê bê dayin, bê hesibandin.
- Bihêzkirina aliyê zeîf/qels.
*Ev nivîs ji bo jimara duyem ya POPKurdê hatiye nivîsîn.
(MB)