Tirsa Bêdestûr
roj wê bê
di hembêza xwe de
hûn ê kedî bikin dilbijokîyên xwe
û di xew re wê biçin pirsên bêşîr
bi zikên birçî
pezên kedîkirî yên ku di hembêza we de
wê bibin pezkûvî, xweserî
kuxika kula ên gewrîya we
wê biqumite bi rengekî xeniqokî
peyvên ku bêhna evînê ji wan tên
hun ê giş hilbijêrin ji pirtûkan
ramûsanên ku di tahma birûskan de ne
wê bên bîra we
rûyê we ji bo ewlekarîya we
wê bibe mertaleke bûkalemûnî
roj wê bê
diltengîya we wê stêrkan bijmêre
ev bajar bi bircên xwe yên çarmedor
wê destûr nede ji bo mirina we
tirsa li ser lêvên we
ya zarok û ricifok
wê bibe camêr
Vê nîvêşevê min xwe berda newala vê helbestê. Helbesta ji Monologên Evînên Kedîkirî. Ez û Mem Bawer ê hêja tenê li çend pêşangehan rastê hev hatin heta niha. Lê wê rojê jî panela bi sernavê;
Ji Cîgerxwîn heta Arjen Arî Helbesta Kurmancî me rastê hev anî û rastê vê dîwana wî jî. Bi xebatên xwe yê ji bo zarokan, yanî bi weşanxana Morîyê, jixwe barhilgir û ristlîzek hêja ye. Lê mijar niha ne danasîna vê pirtûkê ne jî behskirina Morîyê ye, Morîya şêrîn. Na. Niha vê şevê mijar nîne. Tenê ev helbest heye, ya ku derket pêşîya min û şevê belawela kir.
Û di xew re biçin pirsên bêşîr
bi zikên birçî
Pirsên bêşîr
Bi zikên birçî
Em xwe li ku veşêrin hahoo. Hatin welle, li derdorê ne. Artêşa pirsên bêşîr, dev ji me bernade. Li serê hemûyan jî kumek heye. Kumek ku ji pirsek çêbûye; çima?
Pirs di nav pirsê de. Pirs li pey pirsê. Pirs ji bo pirsê. Çimayên wehşî. Bo çiyên çavbeloq. Kengê yên dirinde.
Tew navê helbestê bi xwe jî balkêş e.
Tirsa Bêdestûr
Qey tirs dikare bibe bidestûr an jî bêdestûr? Qey tirs dikare destûran fam bike?
Rûyê we ji bo ewlekarîya we
wê bibe mertaleke bûkalemûnî
Rû û mertal, mertal û bûkalemûn. Çiqas ji hev dûr in ne?
Lê vê şevê dewa çi li me dike ev helbest? Bo xewê birevîne çima çi ji destê wê tê dike? Qey helbest neyara xewa me ya îşev e, xewa me ya ku em nizanin dê bê an na?
Monologên Ferhenga Berfê
Lêlav
şêrê welatekî şîrê berfa xav mijand
û di xew re çû li ser pêsîra demsalên qeşagirtî
çi qas wext derbas bû
çi qas berfînan dil da wan
kes pê nizane
bêwextî wekî dargerînkekê xwe li mirovan lefand
dem û demsal her dem bûn zivistan
di qirika min de bayê fetisînok
bi fîyaneke şeqizî
peşkên ritamê li ser cilên min ê çîlspî
di seqema zivistanê de
di sarîya spêdê de
di hembêza min de bêhntengîyên min
di ferhenga berfa berfelîk de
li lêlava lêvên te digerîyam
gerên min gendel
destên min kotî
bi ruhê xwe yê xayîs
bişo hemû dîmenên min ên genî
lêêê…lêlavê….!
Şair niha li ku ye nizanim. Çima van herdû helbestan bera ser ruhê me û şeva hanê daye?
Yek nebes bû, ya din jî da dû me û Monologên Ferhenga Berfê li me barand di cîhê berfê de.
Ka bibezin ber pacan, berf tê an na? Ka ji ferhenga hebûnê bipirsin, poza wê ji ferhenga berfê şewitî an na? Ji ber ku hebûna me jî gelek caran dişibe ya berfê. Bes me ferheng nîne û vê şevê ev herdû helbest ji bo me derba kuştinê ne. Kuştinek bêberf û bi destûr. Loma jî dê ev şev qet neqede, Monologên Kedîkirî jî. Çimkî tiştên kedîkirî nikarin biqedin, ji bo bikaribin biqedin gere azad bin.
De haydê, berîya ku helbestek din jî bo derba kuştinê bide dû we û şevê, lez bikin xwe veşêrin.
*Weşanên Lîsê







