Nexweşiya yekemîn a serdema 21ê, emcama gelek nexwesîyan û sedema yekemîn a mirinê...
Bi pêşveçûna teknolojî û zêdebûna kapîtalîzmê beramberî wan xalan, çewtbûn û guhartina xwarin-vexwarinan, jiyana metropolît, stres, bêhereketî, nexweşî(wek diyabet, kolesterol ...) û genetîk yekem sedemên obezîte ne.
Bêedaletî, di her derê cîhanê de rû dide. Li aliyekî feqîrî, nebûn û birçîbûn, li aliyê din ve îsraf-kirin, avêtina xwarinan û zêde bûna obezîteyê...
Li gor fikra min her çiqas bingeha vê nexweşiyê sedemên tendûristî û civakî xuya bikin jî, ji bo bavên kapîtalîzmê sektorek zêrîn e.
Obezîte jî polîkaya dewletan e. Çawa? Çawa hûn dizanin? Eger ez xwediyê saziyên xwarin-vexwarinê an jî xwdiyê saziyên dermanan ên gelek mezin bim ez ê bixwazim ku her kes bêhtir bixwe û bêhtir dewlemend bibim.
Û ji bo vê mijarê çi ji destê min were ez ê bikim. Û dewlet jî piştgirê van kes û fikran e. Werhasil daxwaziya wan ew e ku çerxa kapîtalîzmê çiqas bizîvire vê bêhtir temahiyê zêde bike û dewlemendan bêhtir dewlemedttir bike.
Cîhan û Obezîte
Lêkolînên li ser obezîteyê dide xuyakirin ku di welatên pêşketî de prevelansa obezîte li gor welatên din zêdetir e. Li welatên pêşketî de rêjeya Mêran ji ya jinan zêdetir e. Lê belê di welatên pêşneketî de ev hejmar eksî vê ye.
Hejmara kesên zêdekîlo/qelew û obez di 33 sala de %28, di nav zarokan de %47 zêde bû ye. Ev hejmar 1980î de 857 milyon e, di sala 2013'an de zêde bû ye 2.1 milyar e. Çiqas gelek e ne ? Yanî jî heft kesan yek Obez e.
Kî Obez e?
Li gor WHOyê(world health organization) yanî Oganîzasyona Tenduristîyê ya Cîhanê, Îndeksa Girseya laşî(kîlo/(dirêjahî)2 ) di ser 30î de be OBEZ tê qebûl kirin.
Zêdehiya bezê ê laşê mirovan di her aliyê jiyana wan kesan de wan dixe rewşek bizahmetî û telûkeyek mezin e.
Nîşanên Obezîteyê
Qelewbûn di demek dirêj de pêk tê. Di demek dirêj de hindik hindik zêde dibe.
-Cilên ku hûn li xwe dikin fireh dibin.
-Firehiya noqa we de,
-Îndeksa Girseya Vicûd de,
-Di wezinandinê de zêde bûn.
-Zexelî.
-Di livandinek kêm de westandin.
-Zêde xwêdan.
- Danûsatandina bêhnê de zahmetî were kişandin dı rê ya obezîte de çargavkî diçin. Haya we ji we hebe.
Sedemên Obezîteyê
Hevsêngeya di navbera standin û xirc kirina kalorî de wezna mirov eskere dike. Zedê xwarin û bê hareketî kîloyan zêde dike.
Xwarin-vexwarina çewt. Zêde Fast-food! Di xwarin vexwarina rojane de zêde şekir, xwê û zêde dohn rîska obezîte zêdetir dike.
Genetîk
Kesên ku di malbata wan de hin kesên obez hebin, talukeya pêketina we zêdetir dibe. Her wekî din Hormona Leptînê(ya ku sînyalên têr bûnê dide mêjî) di îfraza wêde kêmasî çê dibe.
Bêhereketî
Xerc kirina kaloriyan de tişta herî girîng egzersiz e.
Derman-xwarin
Xwarina hin îlacan îşteha mirov zêde dike. Mînak: Antîdepresan, îlacên diyabetê, ên hormon û tansiyonê...
Sedemên Derûnî
Hin nexweşiyên derûnî dibe sedema zêdestandina kaloriyan. Di lêkolînan de hatiye xuya kirin ku piraniya kesên Obez di çaxê zarokatiyê de îstismara Cinsî lê hatiye kirin...
Dermankirina Obezîteyê
Gelek rê hene ji tedawiya obezîte. Tedawiya Diyetê, Egzersiz, îlac, Derûnî û Cerahiya Barîatrîkî..
*Zêde standina kaloriyan divê were kêm kirin.
*Li gor pediviya mirov xwarin vexwarin divê bê saz kirin.
*Bedela xwarin vexwarinên ku naverok zêde dohn, fêkî û şînahîyan zêdetir bikin.
*Divê kaloriya rojane %50-60 karbonhîdrat, %15-20 Proteîn û %20-30 ji dohn an be.
*Standina posa yê zêde bikin.
*Vexwarina avê li gor kaloriyê xwe saz bikin. Mînak ku hun 2.000 kalorî bistînin 2-2.5 lître av vexwin.
*Xwe ji Fast-Food û tiştên hazir ê ku naveroka wan nayê zanîn dûr bin.
*Ji Alkol û Cixare dûr bin.
* Xwarinê hêdî bixwin, zêde bicûn.
*Piştî danên xwarinê bi seetekê egzersîzê bikin.
*Ya dawî bi alîkariya pisporan vê pêvajoyê bi rê ve bibin.
(MA/MB)