Fotograf: Ferid Demirel / bianet
"Mixabin kes nizane wê bihuşta ku mirovan dibe dojehê biparêze"
William Shakespeare
"Em di hundirê akvaryûmeke newaze, zelal da ne lê em bêrîya behrê dikin."
Tedî dibêjin “mirov derûnnasê xwe bi xwe ye.” Ji xew şîyar bibe û ji bo tu di bin derûnîya tenêtî, bêkarî û bêçarebûnê da nemînî, vê klîşeyê di quncikeka mejiyê xwe da bi cih bike. Û xwe bi vê motive bike. Li neynikê binêrî û vê dubare bikî; Şekirê tu wisa baş î, tu wîha serkeftî yî, ji xwe hemû cîhan di vê rewşê da ye, ev çi rûgirtîbûna te ye, ‘’Jîyanê li malê bi cih bikî’’…
Werzîşê bikî, nebû, pirtûkan bixwînî, ew jî nebû li filman, rêzefilman seyir bikî. Ew jî te aciz bikin, beşdarî perwerdehîyên online bibî. Hadê ya li projeyên xwe yî qet neqedîyane û naqedin sor bibî, dê ev roj jî biqedin filan bêvan… Di bin lehîya van gotinan de dibe êvar. Çawa çerxa duçerxa xwe ya xirbende her şev berî ku bajoyî tu dinepixînî, xazekê bidî xwe jî û berdewam kî, dest bi melankolî û dramayeke din bikî…
Xwezî bi vê vîrûsê bimirim ne wisa? Di destpêka kamilbûna xwe da ger ji ber vê erdnîgarîya ku lê hatime cîhanê an ger ji ber vê nasnemeyê be nizanim, di bin fikara mirineke ne ji rêzê da bûm. Lê niha helbet ku dikarim mirineke ji rêzê hêvî bikim û bixwazim. Hem wisa êdî dê hewceyî CVyeka ji bo revîzekirinê, karekî ku lê bigerim, xweş dîtinek, obsesiyonek, evînek her çibe êşeke ku xwe pê perîşan bikim, ji gelek micadeleyên ji rêze û bêhejmar, ji têkilîyên mirovên acizker cih cih jî rencînî xelas bibim. Ji bo niha gelekî jî dê mirineka biwac û biqezenc bûya.
Aha tam jî şeveke wiha nûçe û gotarên bi tijî vîrûs, xwe bispêrî film û rêzefilmên ‘’Nezfîlîzê’’ku bi kalîte ye an ne bi kalîte ye, li gor zewqa te ye an ne zewqa te ye ferq nîne. Filmekî eletewş yê ciwanan derdikeve û gotina yekemîn ya rêzefîlmê tam jî ji bo ku tu çend hevok li bin guhê hev bixî ji te ra dibe îlham: “Em di hundirê akvaryûmeke newaze, zelal da ne lê em bêrîya behrê dikin”. Di rewşên wiha da hemû kes xwe dispêrin hînbûyînek an hêrsekê. Wênesaz xêz dike, wêjekar dinivîse, serxweş vedixwe... Bila be, ya ez, bila be ya em.
Tu rêzefîlmî naqedînî û derdikevî şaneşînê. Di ev pêvajoya ku qedirê jîyanê êdî di sêkeratê da ye û benê zirav yê di navbera jiyan û mirinê da ye û qet pê dernaxim bê ka çi reng e... em diçin û tên ev hevok di quncikeke mejiyê min da wisa bi cih bû ku min çoga xwe spart hesinê şaneşînê û hema demek be jî di nav tarîyê da min zîq û bi serhişkî li şevê nihêrî. Çend hefte berê sê masîyên xwe yên ku di akvaryaûmeke biçûk, newaze û zelal da li ba hevala xwe hiştî û hatim welatê xwe. Ev tişt hat hişê min. Mîna ku min bêrîya axê dikir wan jî bêrîya behrê dikirin gelo? Min ji wan hez dikir lê min şkencê bi wan dikir? Di fanosa zemên da asêmayî tam jî min weka wan hîs dikir? Şîroveya "hezkirinê" ya Abraham Twerskî bînim bîra xwe û bêjim hezkirina min a li hember masîyên min hezkirineke rasteqîn e an na? Gelo niha dixwastin li ku bûna? Gelo min başî an xirabî bi wan dikir? Lê ew ne mîna masîreşa biçûk in ku dibêjim qey bersiva vê pirsê piçek dem bistîne…
Baş e, ez dixwazim niha li ku bim? Tam jî niha. Li cîhanê ligel cihên ku ew qasî dixwazim biçim û bibînim hebe ku der bêhna min bianîya ber min gelo? Hema kêlîyek be jî ji her tiştî û ji her kesî dûr, cihê ku ez ê mîna kesayeta xwe hîs bikim. Sîngapûra ku herî zêde dixwazim biçim, bibînim, Fransaya ku min hişê xwe bi edebîyata wan xera kirîye û dixwazim zimanê wan hîn bibim an mafê min yê bijartinê hebûya Fînlandîyaya ku min dixwest lê werim cîhanê? Gerstêrkeka din? Dibêm qey ne yek jî?
Hadê em çerxê bi şûn da bizivirînin û di fanosa zemên da rêwîtîyekê bikin. Tam jî niha dixwazim li bajaroka ku li ber sînorê Rojavayê Kurdistanê û em jê ra dikarin bibêjin bajaroka mayinan û zarokatîya min tê da derbasbûyî, di meha tirmehê da li ser textê hewşa mala kalkê min ê kelpîç da razayî, bi dengê xortima dapîra xwe ku car caran dilopikên wê avê dipijiqin wecihê min û pê şîyar bibim. Hem mirov pê hêrs û aciz dibe hem jî ewqas biaram. Helbet ez bi awayekî dû û dirêj pesnê dirêjahî û xweşîkahîya şevên dirêj ên havînê li welêt û stêrkên ezmanan nakim û xwe jî we jî nawestînim. Me axaftina sibehan, okyanûsan û rojê hibijart…
Li sê cihên cuda yên hewşê da bi rengên cuda sê text hene. Ya nêzî derîyê derve ya bapîr û dapîra min e ku lê radizên, ya nêzî mutbexê û di bin dara mezin ya tûyan da xwûşk û em nevî lê radizin, ya li navîn tenê bi belengazî disekine û nêzî mitewzê jî vala ye û li gor pêdîvîyan tê bikaranîn. Dapîra min seet şeşan da şiyar dibe, çayê dide ser û ew sileha xwe ya binavûdeng ku li hember xewan peymana şer dide, dixe destê xwe. Gava ku biqete, kevn bibe û hundirê wê birize ji çend salan carekê tê guhertin. Car caran şîn, car caran kesk, car caran jî rengekî zîlal da ye. Devê sileha xwe derbasî muslixê dike û ji pêlika ber derîyê mutbexê ber bi derîyê derve va dest bi ajotina gemar û tozê dike. Texta ku lê radizêm metroyekî ji erdê bilind e û ew şexsa ku li kêleka text radizê şexsa herî bi şens e ku ji dilopikên avê nesîbê xwe digire. Bi vê awaya bêdeng û bêgotin dapîra min dibêje ku; min tu hilbijartî pîkaçu, rabe taştê amade bike da ku yên din jî hêdî hêdî rabin. Pelên dara tûyê ku li ser serê min zîz dibin, dengên hechecîkan, tavên rojê ku bi nermikî li ser lingên te diçûrisin û dengê ava ku ji xortimê derdikeve… Dibe ku romantîk were lê rasteqîn e, bi qasî ku taştê di seet heştan da mecbûr amade be û li erdê be rasteqîn e. Di wan çaxên ku min dest bi bikaranîna telefonê kir û hemû rojên min ên bi stres û gengeşe ku hewce bûm bi demjimêra lêder hişyar bim, min dengê telefonê dikir dengekî nêzî vî dengê avê lê dîsa jî min wê hizûrê hîs nedikir. Demjimêra bideng ya dapîra min di vê cîhanê da demjimêra min a herî bi bandor û serkeftî bû.
Tam jî di wî temenî da têkîlîya min a li hember masîyên biçûk û bireng, akvaryûman, qalikên deryayî û keviran dest pê kir. Ji ber texayûla min a ku min xwe di hundirê akvaryûmekê da ku ji pelên dara tûyê, tîrêjên rojê, şînahîya li ezmanan û ava ku ji xortima dapîra min derdiket dîdit an ji ber vê erdnîgarîya ku lê avjenîyê nikarîbûm hîn bibim nizanim êdî, min her dem dixwest li ba xwe akvaryûmeke ku ji kevirên rengo rengo pêk tê bi xwe ra bihêlim. Weke bi dilê min akvaryûmeka min a mezin çênebû lê çend pêngavên fanosê, çend masîyên min ên ku weke çavê xwe li wan nêrîme û serdemên min ên ku bi mirinên wan ra rû bir û mame hene. Niha tendûrîstîya her sê masîyên min jî baş e. Ne ji koronayê be jî dizanim wê bimirin lê vê jî dizanim ku wê di akvaryûma min da ji bêhrê bêhtir jî bijîn. Madem em ew qas di hişmendîya vê da ne ku cihê çûkan ne qefes, cihê masîyan ne akvaryûm, cihê kulîlkan ne guldank e ji ber çi ye tevî em jî, awayekî bi iştah xwesteka hêsîrkirina hemû zindîyan. Ji dêvila masîyên xwe biryar didim da ku ew ne masîreşên biçûk in, ev çi qas etîk e wê çaxê?, Ez ê kengî dev ji pirskirina pirsên ku bersîvên wan dizanim berdim?
Ez di nav şaneşîneka bi feyansên nûwaze raxistî û kulîlkên rengo rengo nixûmandî da me, lê bêrîya dengê ava ku ji xortima dapîra min derdikeve dikim.
"Em di hundirê akvaryûmeke newaze, zelal da ne lê em bêrîya behrê dikin."
(BS/FD)