Çend car e navê Béla Tarr dixwînim û dibihîsim ji hevalan. Ji ber vê min bi wî dest pê kir. Min got şirove lê bila tiştên qerase neyên bîra we. Zanîna min ya li ser sînemayê tune ye, ji bîlî çend nivîsan min tu nivîsên ciddî û teorîk li ser sînemayê nexwendine. Ev bi temamî şiroveyên amatorane ne, bila haya we jê hebe, dawiyê gazinan nekin. Min tu sînor ji bo xwe danenîne di van şiroveyan de, loma dibe ku di van şiroveyan de ji bilî fîlm behsa her tiştî jî bikim. Ya girîng ew e: Piştî temaşekirina fîlm, ev çi tîne bîra min, çi bi min dide nivîsandin...
Janos dimeşe
Dawiya meşê tune ye. Tu her dimeşî. Her dimeşim. Meşa me fîlmek be û em nexwazin tu carî dawî lê bê. Meş. Rê. Di rêwîtiyekê de jî weha lê tê, tu naxwazî bigihîjî dawiya wê rêyê.
Janos dimeşe
Heyata min dide dû gavên min. Herî pir ji meşa zivistanê hez kir. Gava qapûtê xwe didim pişta xwe, bîranînên min didin pêşiya min. Dûmana ji kulekê hil bûyî, awirên li pişt pencereyan, qirçeqirça ji ber pêlavan dipeke.
Janos dimeşe
Em jî dimeşin pê re. Ez jî. Em dixwazin zêdetir bimeşin. Hîn zêdetir. Her zêdetir. Meşa belengazan kin e lê. Hilma me bi ser serê me dikeve. Dengê min qelstir dibe. Destê me kûrtir diçin berîka qapûtê me. Çav li tuneyiyê digerin.
Janos dimeşe
Dinya çawa digere yabo? Roj çawa li me dide? Em dê çawa derkevin serê heyvê? Em dê li wir jî kêfê bikin? Lê meş? Çem jî dimeşe li wir yabo? Dar dimeşin? Çiya? Stêrk dimeşin li vir yabo. Stêrk dimeşin.
Gamasî nameşe
Şevekê ew anîn bajarê me. Bi çavê serê xwe min ew dît. Dinyayek bû. Qiyametek. Şevekê hat û bajarê me wêran kir. Tu sûcê wî tune bû, dizanim. A bi vî Xwedayî tune bû. Çavê wî vekirî bû çimkî. Ew jî ji me bû.
Gamasî nameşe
Dîrokeke kevnar. Kilameke qedîm. Dengekî dûredest. Hilmeke bêbinî. Zilamên qerase. Derbên giran. Nameyên derengmayî. Kolanên bêşûn. Xîzexîza radyoyê. Reqsa mirinê. Ramûsana dawî. Şeva çûyinê.
Barbar dimeşin
Meşa wan dirêj e. Ew ne belengaz in. Meşa wan dirêj e. Ew ne belengaz in. Meşa wan dirêj e. Ew ne belengaz in. Meşa wan dirêj e. Ew ne belengaz in. Meşa wan dirêj e. Ew ne belengaz in. Meşa wan naqede.
Barbar dimeşin
Dikujin. Hildiweşînin. Xira dikin. Lê didin. Têk dibin. Jê dikin. Diqusînin. Dibirin. Diqetînin. Kêm dixin. Bêqîmet dikin. Zorê didin. Bêqîmet dikin. Pê dixin. Vêdixin. Dimeşin. Ew barbar in. Ji nû ve ava dikin
Barbar dimeşin
Sûcê te tune berxê min. Lê dê te bikujin. Ez dê bimirim. Min tiştek nekiriye. Gunehê min tune. Belengaz im. Dê min bikujin. Barbar dikujin berxê min. Sûcê te hebe yan tune be. Ez dê bimeşim. Dawiya meşê jî heye berxê min.
(ÎE/MB)