Ti zarokek nîne ku ji veşartokê hez neke. Xweveşartin û li yên veşartî gerîn, tişteke zehf xweş e lewre. Jixwe di veşartokê (an jî çavgirtokê) de tu yan xwe vedişêrî yan jî piştî ku dema wê tê tu, li yên xweveşartî digerî. Tiştek din tine û jixwe ji bo hemî beşdaran jî ev bes e. Kes nabêje ka xwezî tiştek din jî hebûya. Çimkî lîstik ev rewş bi xwe ye û her carê ji nûve beşdarên xwe dixe nava kelecanê. Loma jî zarok û zaroktî, bi veşartoka xwe kêfxweş in. Lê heman zarok, dema dibin mezin kêfxweş nabin û ji mezintiyê kêfxweş nînin. Ne veşartoka wan heye êdî, ne jî kelecana wan. Heqet çima mezin û mezintî jî nikare xwe veşêre û li yên xweveşartî bigere?
Qey kêfa wî gelek li cîh e û ti îhtiyaciya wî bi xweveşartin û li yên xweveşartîgerînê nîne? Ku wilo be, ev çi halê dinyayê ye? Ev kaos û toz û dûman, bi saya kesên mezin ên azad, zana û bextewar in qey?! Ku mezintî wek zarokên bi veşartokê dilîzin baş û dilgeş bûya, dê halê dinê ev hal bûya? Û çawa bû ku ji wan zarokên xweşik û şêrîn, ev mezinên wiha dirinde û bêdil derketin, ew zaroktî çawa wiha bû mezintiyek ku bela serê zarok û mezinan e?
Cêra Tije Derd
Cêra tije derd veşartine di singê te de
Tije mar, tije dûpişk, tije xwelî
Dem tê de hepsî maye
Cêra tije jehrî veşartine di singê te de
Te şaş mezin kirine
Keser mezin bûye di hebûna te de
Ne tu û dilê xwe
Cêra tije axîn veşartine di singê te de
Te şaş perwerde kirine
Baskên te na tirsên te mezin kirine
Bişkîne vê cêrê
Nexwe mezinbûn û mezintî sûc e û her carê, di şexsê her nifşê da zarokan jî welê mezin dike ku ew jî dibin hevkarên sûcê wê? Mezintî, dewrgirtin û dewrkirina gunehan e. Loma kes kêfxweş û serbest nîne ne? Ji ber vê yekê ye ku welat û dinya ne bi tîqetîqa zarokên veşartoklîz digere, na! Bi rûreşî û zordestiya mezinên kujer digere. Dinyaya ku bi beden û xeyalên zarokên Rojavayî, Cihû û Filîstînî di nava xwînê da maye, ber bi zivistanek xedar de diçe û mezintiya kujer, kar û pereyan dide ser hev û xirabî dîsa zora başiyê, neheqî dîsa zora heqdariyê dibe.
Daxwiyaniyên şermezarkirinê wek kaxezên li ber bablîsokê bi hewa dikevin,dû re bêdeng li erdê dimînin. Û temaşevanî didome. Rista ku pergala îroyîn daye jî ev e jixwe; temaşevanî! Her kes her tiştî dizane, dibîne, her kes li her derê ye bi rêya teknîka dijîtal. Lê dîsa jî her kes temaşe dike. Temaşevanî bûye wek hucreyek zindanê. Xwediyê xwe hem hêsîr digre hem jî dixapîne. Çimkî mirov xwe aza û vîndar dizanin û qet hay ji wê hucreya temaşevaniyê ya ku tê de difetisin namînin.
Qey wan zarokên xweşik û yeman, ji bo ku bibin mezinên wiha xirabker û temaşevan bi kelecan xwestin mezin bibin? Bi ku da çûn, bi ku da çûn, ew zarokên ku wek perperokan dijiyan û li ser êşa pêlavên hev jî digiriyan? Kî ne ev serok û fermandarên ku dinya xistine tewla hespan û barbartiya xwe?
Lê ew helbesta li jor a ku xwe wisa kerr kiriye, behsa kîjan cêrê dike, di sînga me de jî ew cêr tinebe? Cêra tije jehrî, dûpişk, mar, xwelî û axîn di singê me de jî veşartî nebe? Ji ber ku avhewayek welê enfekte heye ku mirov her roj xwe kontrol neke, hezar fikr û hestên toksîk digihîjin mirov jî. Cêrên wilo di hebûna mirov de bicîh dikin ku ne serî heye ne jî dawî.
Ku welê be, kîjan valahî û xefletê kir ku ev cêr, li singa me hat bicîhkirin? Û em ê çawa wê cêrê bişkînin û nehêlin ku cêr an jî mayînên din dîsa li singa me neyên bicîhkirin?
Lê way zaroktiya me dîsa bi veşartokê dilîze, Ji me gelek dûr û ji bo me êdî nepêkan be jî em wê dibînin; geh veşartî ye, geh li yên xweveşartî digere. Kêfa wê li cîh e, lê ya me ne li cîh e! Em ê çi bikin, xwe li kîjan veşartoka nebûyî veşêrin? Me pêwistî pê heye, lewre mezintiya bi vê kambaxê, me bêmal û bêzar kiriye… Ku em bêjin, veşartok, veşartok! Were li vir me bibîne. Dê were û me li warên zaroktiyê veşêre?
(MR/FD)