*Bu yazıya bilinçli olarak editoryal müdahalede bulunulmamıştır- Tiştek ji vê nivîsê nehatiye guhartin û bi zanebûn weke xwe hatiye hîştin.
Di sala 2014’an de bû. Demsal payiz bû. Min dest bi hînbûna Kurmancî kir. Wê demê, mamosteyê me li zaningehe ders dida. Wê demê disa em digotin “îhtîmale aştiyê heye”. Lê hat bira we? Piştre yani di salan 2015 û 2016’an de, havin u zivistan pir dijwar bûn. Vê gavê jî pêvajoya nû heye. Wek “ihtimale me heye, qey aşti ye?”. Lê em nizanin ku aşitiya ku her kes behs dike, heman aştiye? Neyse, niha mijara me ne ev e.
Li vir, mijara me zimanê Kurdî ye. Ez bi gelemperî kesekî dilbaz im. Lê wexta ez bi Kurdî diaxivim ez hineki stres dibim. Yanî ez fedi nakim lê hin peyvan carinan nayen bira min. Neyse. Eger ez di kurdi de dinivîsim, hest u zimanê min rehattir e. Wekî niha. Lê hevalen min dizanin ku Kurmanciya min “baş e, baş e” (Erê, ji bo hevalê min ê ku min nasnake: zimanê dayika min ne kurdî ye, le ez kurdê polîtîk im. Temam? Pirsgirêk heye? Me le hev kir?: Ger ez dibêjim ku ez siyasi Kurd im, ez wisa me!)
Niha, ji bo vê nivisê, hin hevokan ez bi tirkî difikirim, piştre ez wan ji werdigerînim kurdî. Hin hevokan ji ez direkt kurdî dinivîsim. Lê ev ne rast e, divê ez bi kurdî bifikirim û ez bi kurdi binivîsim.
Û strana, “Rojek tê”, strana yeke min bû ku min hevok bi hevok wergerand. Ev jî di heman salê de bû. Tu zanî, ya duyemin çi bû? Ev “Destana Egîdekî”(stranbêjê vê stranê Ciwan Haco ye) . Min vê stranê jî hevok bi hevok wergerand.
Di hînbûna ziman de aliyekî psîkolojîk jî heye. Yani, rewşa dilê te bandorê li te dike (wekî di her tiştî de). Carinan, rewş te bilez dike, car caran jî te hêdî dike. Wekî mînak, rewşa siyasi hebû (yani, bi rasti, zeman tune ku rewş siyasi nebe), Tu dikari bibejî, “ev berpirsiyarî min e ku divê ez Kurmancî hîn bibim” û tu dixwazî tu dikari zû bi zû hîn bibî. Piştre, yani ji bo te, her der xuya dike ku “Kulîlka Azadîyê”( Koma Amed) an “Siwar Hatin Ji Zozanan” (Mehmud Berazi). Te fehm kir, ez çi dibejim. Te fehm kir? Erê, erê, te fehm kir hevala min ê heja.
Carinan, mixabin, demekê hat û em dibejin: destê min ji te nabe. Li vir, tu dizanî, jiyan hinekî dijwartir bû.
Carinan mirovên ku ketin jiyana te, tu hîs dikî ku ew ji li “çîroka vê bayê” (stranbêjê vê stranê Agit Işık) guhdar dike. An jî tu ji vî kesî hêrs dibî û dibêjî: “Ya Star!” Ez jî ji bikaranîna “Ya Star” pir hez dikim. Nepirse çima. Li vir, hêrs jî hîsek girîng e ku tu dikari bijî.
An jî, dema dilê te li kesekî ye, di stranên ku tu guhdarî dikî de tu evina xwe her der dibînî û deng ji te wek “Nav şêrîna min” (stranbêjê vê stranê Kasım Taşdogan e); "Ez Dê Herim Nav Baxçê Gulan" (Lawje), an jî “Nergîsa serê çiya” (Mehmet Atlı) dibe.
Ez niha dibînim ku min qet stranbêjekê jin nenivîsand. Gelo ev rewş ji bo me çi dibêje? Ew hest, hest ne yê min e, yan ez belkî hestên kesekî din hîs dikim? Em ê di nivîsa paşê de li ser vê mijarê biaxivin.
Guhdarîkirina stranan bi hevalên xwe re hêzê dide. Mînak, ez ketim jiyana kesekî. Wexta ew stran veke, em bi hev re carinan xemgîn bûn, carinan jî hêvîdar bûn. Lê em her dem bi hev re bûn — dil bi dil. Yanî, ez dibêjim ku mijara stranan pir girîng in. Muzîka kurdî jî pir taybet e. Muzîk di her zimane de alîkariya te dike ku tu bijî.
Di dawiyê de, ger tu bi rastî dixwazî Kurmancî hîn bibî, kes tune ku ji te tutmuş biki. Mijar tu yî, mijar ew e ku tu çiqas bawer dikî. Yani ez dixwazim bibêjim: Ger tu mirokevi “tutarlı” û “samimi” yi tu bawer diki ku ziman sedema hebûnê ye, tu Kurdî hin bibe. Sedemên hînbûna Kurmancî pir in.
Yanî, ez çi dibêjim? Ez dibêjim ku stran hene, kesên pir delal û xweş li derdora te hene, li vê dinyayê 45 milyon Kurd hene. Mamosteyên li Instagramê jî hene. AI jî heye. Yanî, eger tu dibêjî: “Ez politik im, ez bi entegrasyona demokratîk bawer dikim,” tu Kurmancî hîn bibe!
*Têbinî: Nivîskar bi eslê xwe ne Kurd e û bi hewldanên xwe fêrî kurdî bûye û her weha çîroka fêrbûna xwe ji bo me nivîsiye.





.jpeg)

