Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ez nizanim ji ku destpê bikim. Mijareke gelekî aktuel, dilsoj û dilşewat e.
Ji tundkariya li ser Silayê, heta destdirêjiya li Elit İşcanê, ji tundkarî û mobbingê heta destdirêjiya li asîstana cilûbergan Ozge Ş. yê, rewşa mêraniyê ya di sektora sînemayê de li her derê û her gavê dertê, ew tiştên li pêş perdê ne. Helbet ne tenê yên sektora sînemayê.
Ez vê dizanim; wê sedsala 21emîn bibe serdema jinan û divê bibe.
Jin li her deverên cîhanê ji bo her kesên ku heman karî dikin heman mehaneyê bistînin, derbarê mafên xwe yên kurtajê û jiyana xwe ya zayendî de û meylên xwe de tên ba hev, li dijî tundkarî û destdirêjiyê xwe bi rêxistin dikin û li ber xwe didin. Ev dengê lingên jinan e ku ji bo sedsala 21emîn bibe sedsala jinan e.
Digel hemû rewşa fişarê ya li welatê me, her sal di 8ê Adarê de, hikûmet mudaxeleyê li meşa biheybet a li Kolana Îstîklalê ya li Stenbolê nake. Ev jî nîşaneya rewatiya vê têkoşînê ye.
Ji ber wê jî, tiştê li me mêran dikeve, divê ji dil em bi rewşa xwe ya mêrbûnê rûbirû bibin. Dîsa divê em xwe ji hemû biryar û tevgerên xwe rizgar bibin ku nahêlên em jinan di her deverên jiyanê de wekhev, azad û serbixwe bibînin.
Ji bo vê jî divê di serî de em rasterast li jiyana xwe binêrin.
Çend mijar hene ku ez di wan de pesnê xwe didim. Di jiyana xwe de min tundkarî qet li jinekê (ji bilî çend bûyerên biçûk ên di salên dibistana navîn de li mêran jî) nekiriye. Yan jî, min zor nedaye ti jinan ku bi min re razên, em bi hev re şa bibin. Yan jî ti tevgerên min li hemberî wan çênebûye ku weke destdirêjî bê binavkirin.
Ev ne ji qenciya min e. Ji ber, ez ne di malbateke wiha de mezin bûme ku tundkarî li wir asayî bû. Lê ez li malbateke ku hezkirin li wir zêde bû, mezin bûm.
Dibe ku di navbera min û malbatê de demên taybet derbas nebûn lê tekez zaroktiya min asayî bû. Bi giştî jiyaneke baş tê bîra min. Yek du bûyer ne tê de qet tundkarî li min nehat kirin. Ez bi ken behsa van bûyeran dikim.
Her çiqas ku di mêrbûnê de hêla herî kêm pêşketin tê de çêbûbe nîşandana tundkariyê be jî hêleke wê ya din heye ku nayê dîtin. Tiraliya mêran.
Tiraliya ku mêr ji xwe re weke maf dibîne. Her çiqas ku gelekî ji rêzê, pûç û nas be jî diyardeyeke girîng e. Di vî cure tiraliyê de quretiyeke veşartî heye û herî zêde xwe di berpirsiyariya karên malê û ya dê û bavêtiyê de nîşan dide.
Li gorî daneyên Rêxistina Geşepêdan û Hevkariyê ya Aboriyê (OECD), li Tirkiyeyê jin rojane 261 deqîqeyan karên malê dikin. Lê mêr tenê 21 deqîqeyan. Belê tenê 21 deqîqeyan!
Di vê newekheviyê de em li du Hindistan û Meksîkayê, di rêza sêyem de ne. Belê, rast e newekhevî li her deverê cîhanê heye lê li welatên Skandînavyayê jî ev rewş di aleyhê jinê de ye ku ev welat gelekî nêzîkî wekheviyê ne.
Di cejn, şahî, şîn û rojên taybet de, di civatên malbata mezin de jinên malê xwarinên me her gav çêdikirin. Em ji ser sifreyê rabûn û me xwe li cihê xwe dirêj kir.
Carekê dema ku min xwest lalîka di destê xwe de bibim metbexê, keça bixaltiya min a pênc salî bi min keniya bû. Me aqûbeta cilên xwe, lalik, kevçî û tebeqên xwe xistibû stûyê jinan û car caran me paqijiya laş û bedena xwe jî kiribû karên wan. Digel ku ew jî bi qasî me kar dikirin.
Dema ji bo kirîna tiştekî em derdiketin derve, lîsteya kelûpelan wan dida dest me û me jî ev kar ji jêhatîbûna wan û serwextiya wan re hiştibû. Di ser de jî me ev kar her gav biçûk û tiştên ne gelekî girîng didîtin. Me nedigot, lê me wisa didît.
Rastiyên jiyanê, têkiliyên aboriyê gelekî bilez diguherin, digel ku em mirov di jiyana xwe ya şexsî de nekaribin bigihêjin wê lezê. Têkiliyên feodal ên dîrokî û cîhana me ya modern li hev nakin.
Dema ku mêr li ser hespên xwe li dû dagirkirinê bûn, mal bi temamî ji jinan re hatibû hiştin. Beriya niha bi sedsalan û bêyî ku kes neasayî bibîne. Lê niha nema tê veşartin.
Çi gava ku jin ketin nava jiyana kar û xebatê û weke kesayet di nava jiyana civakî de cih girtin, wê gavê hevsengî jî xera bû.
Digel ku di ser xerabûna hevsengiyê re gelek serdem derbas bûbin jî, têgihiştin û avantaj li gorî berjewendiyên mêran in û ji ber vê jî me hewl da ku em vê sîstema rûniştî biparêzin.
Ne ku me hay jê nîne, lê ji ber ku li hesabê me tê em vê tiraliyê berdewam dikin. Bi vî awayî zehmettir bû ku jinên kar nakin bikaribin têkevin nava jiyana kar û barî, jinên kar dikin bibin xwedî zewqên taybet û mijûlayiyên wan çêbibin.
Di van rojên ku min 35 saliya xwe borandiyê divê ez lêborinê ji dêya xwe, xaltîk û ji jinbipên bixwazim. Ji ber ku ez di zaroktî û ciwantiya xwe de li wan bûme bar.
Niha kêmtir be jî ji ber tiraliyên ku min di salên pêşiyê de dikirin ez lêborînê ji hevjîna xwe dixwazim. Ez lêborînê ji van mirovan dixwazim ku min nirxên çepgiriyê, wekhevî û heqiya ku ez parastina wê dikim, di jiyana xwe ya rojane de pêk neaniye û ev rewşa biawantaj li hesabê min hatiye.
Wekhevî, dadmendî û azadî bi lêborînan nayê helbet. Girîng e ku mirov di her devera jiyanê de bizanibe jin ne tenê dayik, hevjîn, xwişk in, lê her yek ji wan kesayetiyên serbixwe ne û lehengên çîrokê xwe ne û divê mirov vê bêhtir bibîr xîne. Her weha li hemû qadan mil bi mil bi wan re bin. Li gel vî tiştî, tiştekî din jî bi qasî vê girîng e ku divê me fam bikin ku her gav em di nava guhertinê de ne. Divê em bikaribin jiyana xwe ya şexsî bikin yek ji parçeyên cîhana em dixwazin tê de bijîn.
Ez ê di filmê xwe yê nû de hewl bidim li ser vê mijarê bisekinim. Ji ber wê jî ji her gavê bêhtir ez niha di nava xwe de vê nîqaş dikim.
Bila ev tekst bibe gotineke girêdanê ya van nîqaşan. Em bi wî tiştî dest bi rexnedayina xwe bidin ku tiştên biçûk di rastiyê de ne tiştên ewqas biçûk in. Em cîhaneke nû, xweşik û wekhev bi vî awayî bibin ber ji dahatûyê ve.
Tiralî mafek e.
Lê tenê ne mafê mêran e. (KS/ŞA/APA/FD)
* Wêne: Kemal Gökhan Gürses