Way dîsa gotinan bi niçeniç xwe veşartine. Li ku? Li bin xalî û xalîçeyan, li jêr pêlavan, li bin baskên şevşevokan. Dema ku em xwe bi helkehelk digihîjînin wan jî di nav destên me de pûç dibin. Ev pûçbûnî çî ye gelo? Cûreyek xwekuştinê an xweveşartinek din?
Lê li alîyê din dev nasekinin… Gotin wek xwelîyê bi ser serê her kesî de dirijin… Gotinên ji xwedîyên xwe mezintir/meztir… Gotinên ji xwedîyên xwe rizîtir, ji hezkirîyên xwe kurmîtir… De birjînin, birjînin van gotinan wek xwelîyê… Belkî em ji we hûn jî ji xwe xelas bibin.
Dema ku Heraklîtos got, ”Qerekterê we qedera we ye”, erdnîgarî êdî ne “qeder” bû, an ji bo ku qerekter û cografya jî girêdayê hev bûn hewce nedît ta bi derzîyê ve bike û bêje wiha na wiha?
Bes jixwe sûcdarkirina cografyayê mirov zûda di nîvê rê da dihêle. Ji ber ku yên cografyayê kirine qeder jî mirov û qerekterên wan bi xwe ne.
Lê niha…a niha, di vê payîza berbelav da em ê kîjan sûcê bixin stûyê kîjan qerekterê û kîjan cografyayê ji kîjan sûcê xelas bikin? An jî berevajîyê wê, em ê li kîjan dadgehê kîjan sûcê bikin stûyê kîjan cografyayê û kîjan qerekterê xelas bikin? Tew ku dadgeh dadgeh be, dê berê şûjinê pêşî bide xwe bi xwe…
Lê niha ceza li holê hene, ceza! Cezayên ku ji hezar salan mane û têra hezar salên din jî dikin… Niha ew ceza li xwedîyên xwe digere(Erê Kafka, doz a te hat bîra me dîsa, di wir da jî ceza li xwedîyên xwe digere, bes rewşa me ne wilo ye jî)! Bi çavên wek yên Kîklopsan, bi pejalên extapotan û derzîyên dûpişkan… Hêj roja me çavikên xwe vekir, ceza li me gerîya… Ceza…tim li me gerîya. Sûc bi lodan bûn, sûcên me. Sûcên ku wan ji bo me hazir kiribûn û avêtibûn ser hev.
Ceza hê jî li me digere. Çimkî ji bo ku li cîhê em li hember wan sûc û cezayên ku ne yên me ne bibin yek û wan herdûyên nebixêr ji ortê rakin bi ser ruhê hev ketin, ew herdû jî li cîhê xwe man û bûn qeder ji bo me.
Qeder… Yanî ew tişta ku tu hukmê wê tine. Qeder, yanî ew tişta ku ji tunebûna wê kirasê neçarîyê çêkirine. Qeder, yanî nebûnî… Yanî xwexapandina bi tiştên ne tişt. Qeder, yanî ku ew tişta ku dikaribû di bin panîyan da bihata peçixandin. Qeder, yanî vê kirasê tîmarxaneyê yê ku hem wan hem jî me li xwe kiriye û bi can û hişê xwe re kirîye yek…
Lê çavên Heraklîtos… Çavên wî yên li ser me, dikare ji vê kirasê tîmarxanê re tiştek bêje an wî bi xwe jî zûda terka wê fikra xwe kirîye? Xwîyaye ku serê wî jî bûye şorbe! Qedera ku di eslê xwe de ne tu tişt e, çawa bû kirasê şêtxanê û her tiştî wiha dîl girt?
Qeder, çawa ku êdî ne cografya ye ne jî qerekter,…kirasê dînan e, hew kirasê şêtxanê… Şêtxana ku wek cezayek muebed li benda me bû. Şêtxana ku me xwe dît nedît em tê de ne!
Qijikên ku bi ser serê vê şêtxanê de dikin qişteqişt, ew çima bê kiras in. Qey ew ji me bi aqiltir in?
Lê belê em ên bêqeder lê bisûc û ceza, em ên ku ku dizanin vî kirasê ku made în…a wî sûc û cezayê vê şêtxaneyê ye; Nema karin guhdarîya qedera cografyaya Îbnî Xeldûn jî û ya Heraklîtos jî bikin. Bes e loo. Û navê me hemûyan Besê/Beso ye êdî.