Talibên eşqê hê venegeriyane malê, dibê helbestkar Lal Laleş di berhema xwe ya dawî de[1]. Êriş pêk tê li ser helbestkar, geh bi deste bîranînan geh hêviyên ku derb xwarî. Ne dawiyê ne jî destpêkeke, her û her dimeşe ev rêya pîroz.
Helbest berê xwe dane rihê ciwan. Rihê ciwan rûyê xwe vegeriye helbestkar. Helbest û helbestkar li kû radiwest e? Doz û bawerî li xwe pêçaye, dagirkirina tirsê bi evîna zar û zerçan ji xwe va diçe, sist dibe. Şev bi herikbariyê va naçe serî an roj şîregermî naçe ava di helbestan de. Helbestek ne bi kulîlk û xweşbinî hatiye honandin, kirde bi xwe gul ên navgenima ne, hesret in, kul in, êş in, serfîrazî ne, eşq in di ser de talibên wê sewdeya sor in. Qerenfîlên ku destên dayikan dane bo zaryên xwe yê çûne pêşwaziya wan bikin ketine nav risteyan.
Ew ê ku çûn neqşê guhartin û bi çûndina wan neqşeya rihê civakê anîn ser eslê xwe, vegerandin ser xwe.Şair têkîliyek hişkî, tevgirtinek ji derva xwe ne daye nêz an xwe birêva nebiriye. Dengeyek ava kiriye, hem dahîliye hem harîciye, ji dilê Talibên Eşqê peyv hatine hilbijartin…
Ewr çiqas liberxwe bide jî li hemberî heyva çardeşevî qels dibe û aramiyek bi şermînî xwe digîhijine dilan. Hawarek diyar û di cîhe xwe de giran û mafdar. Risteyek di paşila xwe de derdixe kîlîta mîfteya eşqê ye… na na talibên ku li ser rêça eşqê bûne tov û li ser rihê serbest û hişê azad bişkiviye. Helbestkar ew cangoriyên welat nekiriye xizmeta hunera xwe, hunera xwe kiriye xizmeta baweriya xwe. Helbestkar şahîdiya cangoriyên welat dike. Xebat û fedakariya wan bi zimanek xweser û lîrîk hin caran bi dilê hêvîkirinê tane tane daye vegotine. Xwe dispêre felsefeyê, bi raman û şiûra nav malê bayê xwe li ser risteyan weşandiye. Helbest bi ser felsefe va meşiyaye an felsefe dorpêç kiriye derdora helbestan. Helbestkar bang dike;
her ku diçû Talibên Eşqê
kûr dikirin çerxa şoreşê
û berê wan li berwaran bû[r.33]
Ev riste ji helbesta “Maloxan”ê me xwend. Hem ji derva xwe daye ber peyvan hem jî ji hindir hestên dînamîkî hatine ser ziman. Ziman li vir hafizayê diparêze, bi rêya felsefeyê pirs hiş de çêdibe. Belê bersivek heye, helbest bi xwe bersivek datîne meydane: “felsefeyê –bizmik di dev de- êrişî pêsîra dîrokê kir.” Berhema Talibên Eşqê bi vê risteyê dest pê dike. Cara ewil min peyva “Bizmik”ê xwend û li gor ferhengê: darikê yan zincîra ku devê ajelan pê tê girêdan. Wiya wek mecazî min danî vir. Peyvek di bingeha xwe de tûj e, astengiyê hêma dike, zilmê bi bîr dixe. Li dijî “bizmik”ê hereketek em dibînin, nerazîbûnek hiş î.
Merhebaya berhemê şidandiye, lê rê jî diyar dike. Xwîner ewê leqayê spurîzan bê. Helbest ji yek riste pêk tê. Heta vêga çi di kurmancî de çi di tirkî de helbesta min a herî kin bi du risteyan xwe rêz kiriye. Rîskek mezin û wêrekî dixwaze.
Laleş rîskek daye ser pişta xwe û helbestên ku di “Talibên Eşqê” de em dixweynin pênç risteyên wî bi tena serê xwe ne. Ew risteyên yekane dewama helbestan bin jî li ser rûpelek bi tena serê bi du alî dileyzin. Ev jî nêzîkatiya forma helbestkar diyar dike. Form û terza Talibên Eşqê li gor berhemên yên din ne cudane lê di vê berhema xwe de bêhtir em yek riste dixweynin.
Serî û binî valaye û risteyên yekane wek banek risteyên din parastiye. Bo destnîşana rêwîtiya xwîner ku dixwaze berê wan vegerîne ser meseleyê di dawiya risteyan de dudilî tevgeriyaye. Valahî xweş e di helbeste de payek ji xwîner re dimîne, jixwe helbestkarên ku her tiştî dilorînin û ji xwîneran re ti tiştek nahelin; tê da tehm û zewq jî namîne. Meraq di hiş û dil de xwe bi cih neke riste wek bayê havînê di ber de derbas dibî. Berhemek hêza xwe ji kûçe û kolanan wernegirtî be li hafê dimîne.
Piştî helbestên li ser talibên “eşqê” kirdeyên me çawa di rêyek hebûn û xwebûnê de diêşin an sancoyên ku hilgirtine bi zelalî xwe nîşan dide. Pirsek em deynin ber xwe: Laleş, talibên ku li pey eşqê ne çawa û bi çi rihî vegotiye? Eşq an evîn ne wisa hêsane ku meriv bilorîne, hîs dixwaze, jiyîn dixwaze, binketin dure jî bo rabûnê sebrê ferz dike. Encamek wêranbûnê jî dibe ku di dest da be. Laleş hêla ziman de jî zore daye. Em gramerek ji rêze an klasîk naxweynin, bo wî helbest çiqas kin bin jî zorê daye. Laleş di berhemên xwe yê din de jî peyvan wisa bi çawalêhato neweşandiye. Bi rihê helbesta modern peyvên xwe kêm dike, qelabalixek ku ji peyvan pêk tê em nabînin. Kin û kurtasî li hemberî me topikek ji peyvan nîne. Giraniya xwe daye ser wate û felsefeya wê. Helbestek ekonomîk bi kar aniye. Diyalogên ku di ş’îran da ne ji diyalogan bêhtir li hemberî hevûdin xwe keys kirine, li dar dixin. Xaço û Siltana Sûkan du kirdeyên me ne. Mesele di navbera wan de diqewime lê mesele li ser meseleyan vedibe û xwe ji vir mezin dike. Ji mîkroyê bi ber makroyê va ajotiye. Hebûn û xwebûna ku di navbera kirdeyan daye; ji mal bi ber civakê va dimeşe. Helbesta bi navê “Benda Nexşeyê” de em guh bidin du kirdeyan;
SITANA SÛKAN-
Çi bibe tu yê vegerî?
XAÇO-
Nexşe biguhere.
Kevok bifirin bi dilê xwe.
Ez bibişirim bi dilê te.[r.20]
Helbestek sergirtî em dixweynin. Bi rêya sembolên welat xwe bi zelalî diherikîne, di bin risteyan de peyama ku hatiye dayîn têkoşîn û berxwedana dê û bavan bi bîr dixe. Di berhemê de bîst û neh helbest henin. Helbestên rastnivîsî jî henin, riste bi zanayî hatine şikestin, helbestên çemî jî em dixweynin. Helbestkar bi sê cureyên helbestê bi kar aniye di berhema xwe de.
Ban ji felsefeya eşqê xwe rast kiriye. Ew felsefe û nêrîn cihê helbestkar diyar dike. Belê ew cihê diyar: warê, malê, welatê, hezkirina qewmê xwe ye. Laleş di hin helbestan de xwe vedikîşine û deng xwe dibire û kirde diaxivin. Xeberdana kirdeyan rastiya wan e, heqîqeta tax û mala wan e bo vî helbestkar dorê li ber wan negirtiye. Çi di dil da be ew herikiye, ne lîrîzmek şilopilo ne jî lîrîk ziwa bûne.
Minakek em bidin; “BAWERIYA ME/BI AXÊ/BI NÎVÊ TEBAXÊ”[r.22]
Sembolên ku aîde welatê me ne em di berhemê de bi rêya îmgeyan jî dixweynin.
Laleş di vê berhemê de sembolan bêhtir bikaraniye. Îşaretek em dibînin berhemên ku ewê bên bandora sembolan ew ê ne kêm be. Laleş di helbesta xwe de benê sembolan ne berdaye ne jî hişk pê girtiye.
Nivîskarên du zimanî dezavatajek wan heye. Berhem dibe di navbera du zimanî de pirek ava kiribe. Lê ew pira ku bi xwe ava bûye bi destê nivîskar bê zêde kirin bivênevê encama şibandinê em dixweynin. Di navbera her du zimanan de dibe ku xetek sor hebe. Lal Laleş ev xeta sor parastiye bi îmge û sembolên aîdê gel in piştrast kiriye. Berhema wiya ewil bi navê “Nora İstanbul bir hiçtir” de me vêya dî. Xwîner çaxê her du berheman xwend û anî ba hevûdin, tiştê ku ew ê bixweyne ji hev cuda û şopên helbestên kurmancî wê nebîne. Du ziman, du şêwe du terz û du xweser bûn…
(ÇO/FY)



