Nivîskara kurd Suzan Samanciyê, di destpêka nivîskariya xwe heta roja îro gelek roman û çîrok nivîsandiye. Pirtûkên wê bûye mijara lêkolînê. Her çiqas pirtûkên wê li ser kurdan be jî heta niha bi zimanê tirkî nivîsandiye. Cara yekemîn bi navê "Ew Jin û Mêrên Bi Maske" pirtûkek çîrokan sala 2015an (Weşanxaneya Avesta) hatiye weşandin. Niha jî bi romaneke bi navê "Mîrzayê Reben" derdikeve pêşberî xwendevan.
Romana Suzan Samanciyê ya nû "Mîrzayê Reben" her çiqas bi navê xwe di serîde dilê mirovan bişewîtîne jî, dema mirov dest bi xwendinê dike fikrên mirov digûhere. Roman di derbarê zilamekî kurd yê ku ji welatê xwe koçî welatê Ewropayê, Swîsrê kiriye. Lehengê romanê Mîrza ye. Mîrza kevneşopîya feodal a li welatê xwe, bi şêweyekî nûh makyaj dike û hemû jiyana xwe ya Ewropayê bi vî awayî berdewam dike.
Sûzan Samanciyê, bi awayekî gelek balkêş karakterê Mîrza afirandiye kû mirov dema dixwîne karakterê zilamê rojhilata navîn baştir fêhm dike. Mîrza di her aliyî de xwe zana dihesibîne û wer xwe dide naskirin. Di aliyê felsefe, sosyoloji, wêje, politika û her wekî din xwe wek pisporekî dide nîşandan.
Têkiliyên Mîrzayî yên bi jinan re
Ji bo her mijarê hevok jiber kirine. Ji xwe re maskeyek çê kiriye û bala gelek mirovan bi vê dikşîne. Wek her zilamekî feodal yê Rojhilata Navîn, di nîşangeha Mîrza de jî jin hene. Tekiliyên Mîrzayî yê bi jinan re derbas dibe, di esasa xwe de peyama pirtûkê gelek baş dide berçavê xwendewana. Ji ber wê, di romanê de gelek qarakterên jin derbas dibin. Ji van karakteran hinek pir baş Mîrzayî analiz dikin û maskeya wî dadixin. Lê Mîrza dema lîbîdoya xwe tatmîn dike ji bo wî êdî ti tiştekî girîng nîne. Ji aliyê tekiliyên cinsî ve dema xwe tatmîn dike dihere hembêza yeka din. Mîrza karaktera çewt, qirêj, bê ehlaq ya diasporayê ye.
Suzan Samancı, bi karaktera Mirzayî re, rizandina diasporayê, nivzanabûna welatê xerîbîyê, perçebûyîn, têkçûyîn bi karaktera Mirza, bi rêbazekî psîkolojîk dide ber çavê me. Mirovên ku nepijiyane û her tim di nav "Persona" maskeyekî de dijîn derdixe holê.
Binhişê Mîrzayî
Ev jî bi binheşê Mîrza yê bi navê Pişo hûnandîye. Her dema kû Mîrza ser xwe diçe Pişo dest dixe qirika wî û dev jê bernade. Wek jê re bibêje "Tu nanê bê xwê dixwe û tirê şor dike"
Di pirtûkê yek ji wan tiştên herî balkêş jî ew e kû hemû karakteran koçî Ewropayê kirine. Heger navê biyanî ên bajar, kuçe û dewerên cuda derbas nebe, mirov dibêje wek li bajarekî Kurdistanê be. Ev tişt baş dide xuya kirin ku Suzan Samanci dibêje "dibe ku cih û warê we biguhere lê kesayeta çewt nagûhere" vê rastiya tûj jî ji devê karaktera Rengîn û taybetî bi binheşê Mîrzayê bi navê Pişo dixwaze bide nişandan.
Hestiyarî bi awayekî trajîk, komîk, xemgînî xwe di hevoka de dide der. Mirov dibîne ku di kesayeta Mîrzayî de çiqas kesayetek sosret ya di navbera kevneşopî û modernîzmê de maye hatiye afirandin. Ev rastî wek şeqamek bi tîn xwe dide hîskirin. Dema binhişê Mîrzayî bi wî re diaxive di heman demê bi xwendevanê romanê re jî diaxive. Mirov dikare bibêje kêm an jî zêde di her zilamekî de parçeyekî Mîrza heye.
Roman wek seanseke psîkolojîk e
Wilhelm Reich, psikolokê navdar ê Emerîqî di pirtûka xweya ya bi navê "Guhdar Bike Zilamê Biçûk" de xwendevanan derdixe rêyek psikolojik a xwenaskirinê. Bi xwendevanan re diaxive û hemû jiyana wan a xelet dide ber çavên wan. Romana Suzan Samanci jî bi rêya binheşê Mîrzayî, yê bi navê Pişo, bi xwendevanên xwe re diaxive û awêneyekê dide pêşberî wan. Wek seansek psikolojîk a rêj mirov dide jiyankirin. "Mîrzayê Reben" romanek hûndurîn e. Monolog û şêweya flash-backê bi hostatî bi kar tîne. Ji xwe di roman û çîrokên Suzan Samanciyê de her tim ev hûnandin û şêwe heye; bûyer ne li pêşin, binhiş, bînbîr wek seetê diçin û tên. Di vê romanê qelema Samanciyê, bi têra xwe azad e, argo û erotîzmê jî bi xweza bi kar tine.
Di salên dawî bi taybetî di aliyê wêjeyê de berhemên bi qîmet derdikeve. Ú bi girêdayî vê, xwendevanên wê jî zêde dibe. Bê gûman ne asta kû tê xwestine lê em bi hêvîdarin wê were wê astê.
Şaristanî li ser yek çand û yek hizrê tenê tu caran ava nabe, yên din nebin, pêşketin pêknayê, pêşiya mirovahiyê dixitime, nirxên civakî di nav xwe de dirizin, her wiha ancax yên din jî hebin, şaristanî watedar e. (HA/FD)