Stêrk hatin ser rûyê erdê û meşîyan. Stêrkên çavnebistêrk. Stêrkên rastîn, stêrkên li beden û ruhê welatê xewnan. Stêrk ketin ser axê îro. Ji pir dûr hatin, ji pir kûr hatin. Bûn stêrk li bîbika çavan. Dilopên barana havînê barîyabe jî li ser rûyan, wan stêrkan nehîştin ku stêrk bikevin çavan. Xwe dan ber stêrkên çavan, xwe dan ber tofanan, xwe dan ber tîrên hedefgirên li dilan. Xwe dan ber kaosên reş û kabûsên wehşî.
Stêrk bûn mêvanê me îro. Erd û ezman gihîştandin hev, şûr û riman, deşt û zozanan. Ji hezar sal berê hatin, ji siberoja dûr hatin. Lê hatin, xwe li ser erdê jî geş kirin. Erd jî ronî bû wek asîman(Lê asîman çi zû bêrîya wan kir.)
Xewnên xemgîn bi toza stêrkek vemirî li fezayê wer kirin. Şervan bûn ew stêrk, bi himet û volqan. Li ser milên wan hemû çekên çarenûsên giran. Çekên ji zarokatiya vî welatî, çekên zarokên vî welatî, çekên ku zarokên vî welatî pê xewnên şevên xwe razandin. Welat û zarok û çek û pêlîstok û şervan bû îro her tişt. Stêrk çekdar û şervan û kurd bûn îro, ji asîmanê heftan hatibûn, ji kûrahîya axê, ji zelalîya avê û bêhna gulê hatibûn. Çi gul bûn, çi stêrk bûn, çi şervan bûn, çi dem û dewran. Çi asîman û nan û baran û dilzan bûn. Çi av bûn, çi Medya bûn, Zelanî û Merwanî bûn.. Çi bager û sebr û hesret,çi bawerî û silav û bereket bûn. Çi helbest bûn, çi hîv û pîvok, çi zarok û zanyar bûn.
Stêrk ketin erdê îro. Ronî bû her tişt. Di destên wan de çekên eşqê û xewna perperokê. Di dilê wan de kilama me tevan…Lê ew mijang çi bûn, çima xwe şil dikirin bi avîya baharan. Lê ew mijang li ku bûn, xwe li kîjan behrê şil dikirin? Çima hema şil dibûn? Çi ji mijangan hatibû?
Perçeyên canê xeyalên xwe kom kirin li nava fîncanek mezin. Ne ya jehrîyê bû ew fîncan, ya xewnek perperoka agirwenda bû. Û wê xewna perperoka agirwenda, ji xwe re agirek dît, ji xwe re perperokek, stranek. Perçeyên canê perperoka xeyalên xwe di wê fîncana destanî ya ku êdî bû kana agir da bi firê xistin. Fîncan û xeyal û perperok û canê xeyalên wan vêketin, stêrkên din çêkirin, xewnên din,çîrokên din…Jii bo zarok nema bitirsin…
Stêrk hatin mêvanîyê, mêvanîya havîna germ û dilê cemidî. Stêrk şemitîn îro, li nêva rojê li ronahîya çirûskên papikên zarotîyê…Çekên wan ên ji çîrokek newrozê û strana çorega wî zarokê ku çavên me tevan şil bû pê, tevlê xeyala perperokan bûn û vêketin. Fîncan kelîya, bazê birîndar firîya, zaroktîya stêrkên xemgîn nema li mezinatiya şaş vegerîya.
Stêrk hatin îro. Bûn mêvanên Xwedê û xwişk û birayan. Bûn mêvanên dê û bavan, nas û dostan, hogir û hevalan.
Stêrk çûn îro. Li ser rûyên wan demsala wî agirê ku dê qet ji bîra me neçe. Neketin nav lepên tarîtîyê. Her stêrk man, her û ronî û pak. Nîşan dan ku tenê ew ronî ne.
Stêrkan dil ji me bir îro.
Melayê Cizîrî kengê gotibû:
Şox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir dil ji min
Awirê heybet pilingê
Dil ji min bir dil ji min
Stêrkan dil ji me bir îro.Çiqas stêrk bûn ewqas şêr,çiqas asîmanî bûn ewqas bejahîyî..Av bûn,agir bûn.Helbest û awaz bûn.Sirûda Xoybûnê bûn;
Agirî Agirî tu Agir bûy
Li nav tevan serbilind bûy
Ji bo Kurdistanê tu çira bûy
Hil be Agirî hil be Agirî
Agir hil bû,lê ne êzing hebûn ne jî Agirî.Agir hil bû.
(...)
(MR/AY)







