Ferhad Pîrbal yek ji kesayetiyên nûxwaz û ceribîner ên edebiyata nûjen a Kurdî ye. Ew nivîskarekî piralî ye ku di warên helbest, çîrok, roman, şano, rexneya edebî û lêkolînê de berhem dane. Pîrbal di sala 1961ê de li Hewlêrê ji dayik bûye û li Zanîngeha Sorbonê ya Parîsê li ser dîroka edebiyata nûjen a Kurdî doktoraya xwe kiriye. Têkiliya wî bi edebiyata Ewropayê re, bi taybetî jî bi surrealîzma Fransî re, di teşegirtina kesayetiya wî ya edebî û têgihiştina wî ya estetîk de roleke girîng lîstiye.
Berhemên wî yên wekî Petatexorekan, Mûlazim Tehsîn û Şitî Tirîş, Santyago Dî Kompostêla û Hotêl Ewrûpa, mînakên girîng ên berhemdariya wî di cureyên cuda yên edebî de ne. Bi taybetî di berhema xwe ya Mûlazim Tehsîn û Şitî Tirîş de, Pîrbal rûpelê bi awayekî asoyî dike du beş û serpêhatiyên roj û şevê yên heman karakterî di heman demê de vedibêje. Ev ceribandina teşeyî nîşan dide ku Pîrbal di nav lêgerîneke estetîk de ye û hewl dide ku ji sînorên vegotina kevneşopî derbas bibe.
Stranên Romantîk ên Dûrewelatiyê, ku ji aliyê Rowal Navgundî ve ji Soranî hatiye wergerandin bo Kurmancî û ji aliyê Weşanên Pall ve hatiye weşandin, ji helbestên bijarte yên Ferhad Pîrbal pêk tê. Ev berhem ji bo têgihiştina wê yekê ku helbestvan çawa sirgûn, bêwelatî, tenêtî û hesta girêdayîbûna bi welat vediguherîne afirîneriyeke edebî û estetîk, xwedî girîngiyeke taybet e.
Di helbestên Pîrbal de sirgûn ne tenê dûrketina ji welat an jî encama neçariyeke siyasî ye; di heman demê de ji nû ve teşegirtina têkiliya mirov bi dem, cih, bîr û hebûna xwe re ye. Helbestvan, li şûna ku vê ezmûnê bi gotareke rasterast a siyasî veguhezîne, wê bi hûrgiliyên asayî yên jiyana rojane û wêneyên poetîk ên neasayî îfade dike.
Helbesta Ji bo Ehmedê Mela (r. 31) mînakeke xwerû ya awayê afirandina wêneyên poetîk di helbestên Pîrbal de ye. Helbestvan ji bo nivîsandina helbestekê mistek rengê şîn ji Ehmedê Mela dixwaze. Ehmedê Mela li şûna rengê şîn parçeyek ji xeyala xwe dide wî. Dema ku Ehmedê Mela jî rojekê mistek awaz ji Pîrbal dixwaze, Pîrbal wiha bersivê dide:
Bedaxewe, min awaz nemaye.
Ha ji te re, ez perçeyek ji hesta bêwelatiya xwe bidim te,
Bo xwe bike awaz!
Têkiliya ku di vê helbestê de di navbera hêmanên şênber ên wekî reng û awazê û têgehên razber ên wekî xeyal û bêwelatiyê de tê avakirin, têgihiştineke surrealîst a wêneyê poetîk tîne bîra mirov. Veguherîna xeyalê bo reng û veguherîna bêwelatiyê bo awaz, têkiliyên asayî yên di navbera peyv û wateyan de dişikîne û rastiyeke nû ya poetîk diafirîne.
Li vir bêwelatî ne tenê mijara helbestê ye, lê di heman demê de hêmaneke estetîk e ku helbestê bi xwe diafirîne. Pîrbal ji kêmasî û bêparbûnê derfeteke afirîner derdixe holê; nebûna awazê ne dawiya helbestê, berevajî vê yekê, destpêka afirandina wê ye.
Xwerûtiya edebî ya Pîrbal ne tenê di afirandina wêneyên neasayî de, lê di keşifkirina helbestîtiya veşartî ya di zimanê rojane de jî xwe dide der.
Di helbesta xwe ya bi pexşan, Ji bo Hejar Mukriyanî (r. 62) de, Pîrbal axaftineke kurt a di navbera xwe û Hejar de vedibêje. Hejar di sala 1990î de li nexweşxaneyeke Parîsê di bin dermankirinê de ye. Ew ji tenêtî û bêkesiya xwe ya di odeya nexweşxaneyê de bêzar bûye û wiha dibêje:
Li Parîsê, mala her kesî yekcar dûr e.
Ev hevoka pir sade, hemû giraniya wateyî û hestî ya helbestê li ser xwe digire. Mal ji wateya xwe ya wekî cihê jiyanê derbas dibe û dibe sembola nêzîkbûn, girêdayîbûn û ewlehiyê; dûrbûn jî dibe îfadeya tenêtiya mirovê sirgûnkirî.
Dubarekirina peyva berdewam di helbestê de têkiliyeke xurt di navbera teşe û naverokê de ava dike. Ev dubarekirin yekrengiya jiyana di odeya nexweşxaneyê de, giraniya dema ku derbas nabe û bêkesiya Hejar dide hîskirin. Bi vî awayî, Pîrbal tenê tenêtiyê venabêje, lê bi rîtma helbestê wê bi xwedevanan dide hîskirin.
Pîrbal li vir sînorên di navbera helbest, bîranîn, çîroka kurt û axaftina rojane de nezelal dike. Ew nîşan dide ku helbestîtî ne mecbûr e xwe bi kêş, serwa an jî metaforên tîr ve bispêre; hevokeke asayî jî, dema ku di çarçoveyeke guncaw de cih digire, dikare hêzeke mezin a poetîk bi dest bixe.
Di helbesta Ji bo Şêrko Bêkes (r. 28) de, şêwaza vegotina îronîk a Pîrbal derdikeve pêş. Pîrbal bi rêzkirina rabirdûya şoreşgerî, serkeftinên edebî, îtîbara navneteweyî û zanaîtiya Şêrko Bêkes, portreyeke biheybet a helbestvan ava dike. Lê di dawiya helbestê de, bi awayekî neçaverêkirî, vê portreya biheybet vediguherîne portreya mirovekî romantîk û hestiyar.
Hesta mezinahî û bilindiyê ku di beşa herî mezin a helbestê de hatiye avakirin, di rêzikên dawî de cihê xwe ji nazikî û hestiyariya mirovî re dihêle. Ev veguherîna ji nişkê ve, bingeha avahiya îronîk a helbestê pêk tîne.
Pîrbal bêyî ku Şêrko Bêkes biçûk bibîne, wêneya biheybet a ku li dora kesayetiya wî hatiye avakirin, dixe bin pirsyarê. Ew helbestvanê mezin ne tenê bi nasnameya wî ya neteweyî û dîrokî, lê bi evîn, heyecan û hestiyariya wî jî dide nasîn. Bi vî awayî, ji sînorên medhiyeya kevneşopî derbas dibe û heyranî, mîzah û rexneyê di heman helbestê de digihîne hev.
Aliyekî din ê balkêş ê berhemê, tora berfireh a têkiliyên edebî û fikrî ye ku Pîrbal di helbestên xwe de ava dike. Li kêleka kesayetiyên girîng ên dîrok û edebiyata Kurdî, wekî Nalî, Hejar Mukriyanî, Şêrko Bêkes, Mûsa Anter û General Şerîf Paşa, helbestên xwe diyarî kesayetiyên girîng ên cîhana raman û edebiyatê, wekî Sigmund Freud, Vladimir Nabokov û Carl Sandburg jî dike.
Ev pirrengî nîşan dide ku cîhana fikrî û edebî ya Pîrbal tenê bi referansên neteweyî sînordar nîne. Di têgihiştina wî ya edebî de, neteweyîtî û gerdûnîtî ne du hêmanên ku hevdu red dikin, lê du hêmanên ku hevdu dewlemend dikin in.
Pîrbal edebiyata Kurdî ne wekî qadeke edebî ya girtî, lê wekî qadeke afirîneriyê ku bi edebiyata cîhanê re di nav diyalogê de ye, dibîne.
Digel vê yekê, cihê berfireh ê ku Pîrbal di helbestên xwe de dide bîranînên kesane, hûrgiliyên biyografîk û referansên çandî, carinan têgihiştina wateya helbestên wî bi zanîna dîrokî û edebî ya xwendevan ve girê dide. Ev taybetî bi taybetî di helbestên ku diyarî kesayetiyên cuda hatine kirin de xwe dide hîskirin. Lê Pîrbal di wan helbestên xwe de ku ezmûna kesane vediguherîne hesteke gerdûnî, dikare ji vê sînordariyê derbas bibe.
Wergerandina helbestên bijarte yên Ferhad Pîrbal ji Soranî bo Kurmancî ji aliyê Rowal Navgundî ve, ji hêla belavbûna berhemên edebî di navbera zaravayên Kurdî de jî xwedî girîngiyeke taybet e. Ev berhema ku ji aliyê Weşanên Pall ve hatiye weşandin, dibe alîkar ku dewlemendiya edebî ya ku bi zaravayên cuda yên Kurdî hatiye afirandin, di qadeke hevpar a edebiyata neteweyî de bigihîje hev.
Naskirina hevdu ya têgihiştinên estetîk, teknîkên helbestê û cîhanên wêneyên poetîk ên ku di zaravayên cuda yên Kurdî de pêş ketine, ji bo avakirina bîreke hevpar a edebî xwedî girîngiyeke mezin e.
Ji vê perspektîfê ve, werger ne tenê veguhastina berhemeke edebî ji zaravayekî bo zaravayekî din e, lê di heman demê de derfeteke nû ye ji bo ku ezmûn, estetîk û dewlemendiya edebî ya Kurdî di nav edebiyateke hevpar a neteweyî de bigihîjin hev.
Di berhema Stranên Romantîk ên Dûrewelatiyê de, xwerûtiya poetîk a Pîrbal di wê şiyana wî de ye ku dikare mijarên mezin ên dîrokî û hebûnî bi hûrgiliyên biçûk û asayî yên jiyanê îfade bike. Odeyeke nexweşxaneyê, mistek reng, nebûna awazekê an jî axaftineke rojane, di helbestên wî de tîrbûneke estetîk bi dest dixin ku dikarin hemû giraniya ezmûna sirgûnê li ser xwe hilgirin.
Di helbestên Pîrbal de bêwelatî bi melankoliyeke romantîk ve nayê sînordarkirin; ew bi îronî, lêgerînên teşeyî û wêneyên poetîk ên neasayî ji nû ve tê honandin. Serkeftina wî ya edebî ne tenê di vegotina sirgûnê de, lê di afirandina zimanekî poetîk ê taybet bi ezmûna sirgûnê de ye.
Pîrbal bêwelatiyê ne tenê wekî encama windakirina welat, lê wekî çavkaniyeke afirîneriya edebî jî dinirxîne. Di helbestên wî de xeyal dibe reng, bêwelatî dibe awaz û tenêtî dibe ziman.
Ji bo Ferhad Pîrbal, helbest ne tenê hilgirê bîranîna welatekî windakirî ye, lê di heman demê de derfeta avakirina welatekî nû di nav ziman de ye.
(EG/FY)


