Fotograf: Murat Bayram / bianet
Di rêzehevpeyvîna me ya bi navê "5 Pirs û 5 Bersiv"ê de mêvanê me yê yekem ,muzîkjen Sîmir Rûdan e. Ka em binêrin bê Sîmir Rûdanî çi bersiv daye 5 pirsên me...
1 - Van rojan tu bi çi mijûlî?
Van rojan bi albûma xwe ya nû mijûl im. Navê wê Kevî ye. Ji bo danasînê haziriyan dikim. Beriya niha min biryarek da. Min got ez ê wek mûzîkjenek serbixwe karên xwe dewam bikim. Yan ku vê carê min bi ti şirketên mûzîkê re peyman nedanî. Loma hinek karên prodûksiyonî mane bi hêviya min.
2 - Heke careke din tu werî dinê, tu dixwazî di rewşeke çawa de bijî? Tu dixwazî çi bikî?
Dixwazim pêşiyê vê bêjim, ez bawer nakim dinya tu caran bibe derek bêpirsgirêk. Çawa ku başî hene wê nebaşî jî her dem hebin. Dema ku em bi vî çavî lê binerin, em ê çêtir dinyayê qebûl bikin. Em qebûl bikin belku em lê xwedî jî derkevin.
Ger carek din werim dinyayê, dixwazim zengîn ne ev qas zengîn, feqîr ne ev qas feqîr bin. Ez nezewicî me û zarokên min nîne. Lê ji ber ku di dibistanan de dixebitim, ez dibinim. Xwedîkirina zarokan tiştek zor xuya dike. Xwezî xwedî zarokî jî hinekî zehmet bûya. Wek din ez dixwazim pirsgirêka jinan ne ev qas dijwar bûya, wê çêtir ba. Jin azadtir bana, xwediyê xwe û karekî bana wê çêtir ji xwe bawer bana û wê nehiştana ku hinek mêr vê neheqiyê li wan bikin. Carek din werim dinyayê, min divê di navbera netewan de wekhevî hebe. Bila mirov ji netewê xwe hez bike lê bila ti kes netewa xwe li ser netewên din nebîne. Nexwe wê çaxê dinya wê bibe derek nebaştir. Û dixwazim zarok bi zimanê dayika xwe dest bi dibistanê bikin.
3 - Di jiyana rojane de herî zêde tu ji çi hezdikî ku bike?
Hez dikim stranan çekim û bêjim. Roja derdikevim li ser dikê, ew roj ji bo min eyd e. Kêfa min tê ku mûzîka min dibe wesîleya lihevcivîna guhdaran. Wekî din wek şêwirmendê derûniyê dixebitim. Jê hez dikim ku guh bidim zarok û dê bavan. Wan fêm bikim û ger ji destê min were bi wan re bibim alîkar. Dema guh didim çîrokên wan, ew çîrok li pêşberê min ji min re dibin eyne. Bi saya vê eyneyê ez jî carinan xwe fêm dikim. Ya herî jê hez dikim ev e.
4 - Tu dixwazî jiyaneke çawa bijî?
Ez niha du karan dikim, mûzîkjenî û şêwirmendî. Ji ber ku barê min giran e carinan dibêjim xwe, min tenê karek bikira min ê baştir bikira. Wisa wext jî ji min re namîne ku kitêbekê bixînim an jî sporê bikim. Li gor min, di nava kurdan de ev pirsgirêkeke mezin e. Hûnermend xwe debara xwe bi hunera xwe nakin. Exlebe bi hinek karên din debara xwe dikin. Loma nikarin zehf biafirînin an jî tiştên baş çekin. Ev yek ne tenê ji bo mûzîkê wiha ye. Rewşa sînema, şano û nivîsandinê jî ez dibêjim qey wisa ye. Heta ev pirsgirêkên politîk hebin wê rewş wiha be. Lê alternatîfek heye. Ger guhdar, temaşevan an jî xwîner bikaribin xwedî li berheman derkevin, piştgiriyê bidin hûnermendên ku ew jê hez dikin, wê çaxê belku çêtir be.
5 - Bûyer an jî kesekî/e ku di jiyana te bandoreke mezin li ser te kiriye heye? Hebe bandoreke çawa li te û jiyana te kiriye?
Xwendevaniya zaningehê li ser min tesîr kiriye. Ji Cizîrê rabibûm çûbûm Enqereyê, bajarek nû û mezin. Ez li vir şahidê jiyînên cûda bûm û ez jî hatim guhartin. Wekî din dema di wî temenî de mirov ji malbata xwe dûr dikeve, mirov serbesttir dibe û dikare bi dile xwe bi hinek tiştan ve mijûl bibe. Min jî dest bi lêdana enstrûmanan kir. Di jiyana min de mûzikê zêdetir cih girt û ji bo min bû jidil. (FD)