Rapbêjê ji Rojava Şerîf Omerî, vê carê bersiva rêzehevpeyvîna me, ya bi navê "5 Pirs 5 Bersiv"ê da. Omeriyî got, herî zêde bandora kartonfilmê ONE PIECE-ê li ser wî çêbûye û heger carek din were dinyayê, ew ê gelekî ji zaroktiya xwe hezbike.
Fermo, em bi hev re lê binêrin bê Şerîf Omeriyî çi bersiv dane, pênc pirsên me:
1- Van rojan tu bi çi mijûlî?
Ez bi albumek nû mijûlim. Di sala 2020an de stranên kurdî, erebî û almanî wê albumek gelekî baş be.
2- Heke careke din tu werî dinê, tu dixwazî di rewşeke çawa de bijî? Çi bikî?
Heger carek din werim û vegerim dinyayê, min ê gelek ji zaroktiya xwe hezkiriba. Zaroktî tiştek gelek xweş bû. Mixabin me rojên ne xweş tê de derbas kiriba. Û min nedistra, ez ne dibûm hunermend. Karê Hunermendê karekî zehmete, karekî gelek zore û ez poşmanim ji ber ku ez bûm hunermend.
3- Di nava rojê de herî zêde tu ji çi hezdikî ku bike?
Ez ji karê studioyê hezdikim. Ji karê muzîkê gelekî hezdikim û li malê ez gelekî jî ji xwendinê hezdikim. Ez fêrî zimanê almanî dibim.
4- Tu dixwazî jiyaneke çawa bijî?
Ez dixwazim jiyanek bê şer, bê êşkence, bê êş bijim. Mixabin Jiyana me tev de şer û kuştin e.
5- Bûyer an jî kesekî/e ku di jiyana te bandoreke mezin li ser te kiribe heye? Hebe bandoreke çawa li te û jiyana te kiriye?
Bi rastî û bê henek yê go ku gelek mezin daye jiyana min, hahahah karton filmê bi navê ONE PIECE e. Bandoreke gelek mezin li min kiriye. Bi taybet LUFFY. Ew dixwaze bibe tiştekî mezin û şer dike. Pir diweste lê gelekî enerjiyê dide min. (FD)