Danser û stranbêj Serhat Kural bi salan e di gelek projeyên dansê de cih digire. Li gelek welatan û bajaran derketiye ser dikê. Her weha di van salên dawiyê de bêhtir bi muzîkjeniyê re jî mijûl dibe. Kural di bersivên xwe yên ji bo "5 Pirs û 5 Bersiv"ê de got, ew herî zêde ji dansê hez dike. Heke careke din were dinê, wê bixwaze li Tetwanê ji dayik bibe.
Kuralê ku yek ji avakarên koma bi navê Mezopotamya Dansê ye pirsên me bi van gotinan bersivand:
1- Van rojan tu bi çi mijûlî?
Ez van deman li aliyekî li ser projeyeke nû ya dansê dixebitim. Li alîyekî ve jî min klibek nû weşand û li ser dû stranan dixebitim. Yek jê ya min e ya din jî ji herema Loristanê ye.
2- Heke careke din tu werî dinê, tu dixwazî di rewşeke çawa de bijî? Çi bikî?
Min ê bixwesta ez dîsa li Tetwanê bêm dinê û disa min ê bixwesta dansê bikim û stranan bêjim. Lê ne di atmosfereke weha de. Ez dixwazim kû ew qas kûl û dert ne be. Di nav aramîyê de min jîyan bikira. Min ê bixwesta dema min çavên xwe vekir, yekser rastî qedexeyan nehatama. Min ê bixwesta bi xwezayê re bibûma heval, ji ajalan zêdetir hezbikira... Min ê bixwesta zêdetir dans bikira û zêdetir stranên evînê bigota.
3- Di nava rojê de herî zêde tu ji çi hezdikî ku bike?
Tiştê herî kû jê hez dikim dans e. Ji xwe jiyana min a rojane piranî bi dansê re di herikê. Ji xeynî wê ji gotinan stranan hez dikim.
4- Dixwaze jiyaneke çawa bijî?
Bi rastî ez pirsê wisa ji xwe nakim. Yanî nizanim. Tiştê kû têtin bîramin jiyaneke zêdetir azad, hûnereke zêdetir azad.
5- Bûyer an jî kesekî/e ku di jiyana te bandoreke mezin li ser te kiribe heye? Hebe bandoreke çawa li te û jiyana te kiriye?
Gelek bûyer hene bi nivîsandinê nayê xelas kirin. Lê tinê dixwazim bêjim kû mirin di jiyana min da hatiye asteke asayî. Ev tişteke pir zore... Ji xeynî bûyeran bandora kesên wek Leyla Bedirxan, Pina Bausch, Merce Cunningham û hinên din, bandoreke mezin li jîyana min kirine. (FD)