Serêş…li nêva dilê mirov dixe. Nîşangirek zehf yeman e, jîyana mirov dide sekinandin. Serêş, serkuj e jî. Ser dike cendekek di nav lepên êşên har de. Ew lep welê bê yom in ku ne hal dihêlin ne ehwal. Ne taqet ne mecal…Serêş dijmin e. Nahêle tu bi dostan re meya dostanîyê vexwî. Te dikşîne erdê, divirvirîne cîhên ne cîh. Sûcdar e serêş. Bîlasebeb be jî bi sebeb be jî sûcdar e. Gere newe/neyê û li mirov welê neke. Lê tê û carna bi rojan jî dewam dike. Bêbext e jî. Te hew dît bi serê te girt û her tiştê te şikand, yên xweş jixwe zû da di bêvila te de hatine.
Li min jî wilo kir. Li Batmanê. Li nêv wê bexçê pirtûkên kurdî. Di nav wê dorpêça yekîtîya kurdan de. Li nêzîkê wan endamên Komeleya Arî. Wan delal û çelengan, wan kurdîhezên serwext.
Belê, bubû baxçê pirtûkên kurdî ew der. Hemû li wir mil bi mil, dil bi dil bûn. Bi yekîtîya weşanxaneyan Yekîtî pêk hatibû, hemî xwişk û bira bûn, li ber tîrêjên vê payîza sar gul vedabûn. Û mixabin, di nêv wan de jî serêş… Bes vê jî bêjim. Serêş bi axaftin û lêgerînên bo pirtûkên din… hartir dibû. Ew jî aciz dibû ji wan. Dema didît ku hin kes bi wî zimanî diaxivin û tenê li pirtûkên bi wî zimanî digerin bi çakûç û tefşoyan diket ser serê min. Belê.Yên wilo jî hebûn. Tenê ji bo pirtûkên zimanê din…dihatin. Jixwe hêj ji dûr ve dîyar bûn. Ne çavên wan wek yên me bûn, ne meşa wan, ne jîyan ne jî lêgerîna wan. Lê çiqas xwe xapandibûn, xwe çilo nepixandibûn! Serêş jî ji wan aciz bû û got: Xem nîne. Hema bila wilo bin. Cezayê herî mezin ew e lewre.
Nexwe ew hem sûcdar hem jî xwecezaker bûn. Bes mixabin derdora xwe jî tevlê sûc dikirin, loma jî nebêje xem nîne…serêşê, xem e! Ew zerarê didin baxçê gul û kulîlkên zimanê me û yekîtîya pirtûkên me.
Serêş…Ji me tevan re nas e. Çimkî bindest bi deqên serêşê tên dinê. Ma dema em zarok bûn jî serê hemî mezinan nedêşîya? Em mezin bûn, dîsa serêşî! Tew niha serê zarokan jî dêşê. Bi kurtasî, serêşîn û serêş, mîrateya hezar salan e bo me. Ji ber ku bindest bi serêş in. Ne xwedîyên tiştekî, lê xwedîyên êşên serîyan e. Bi serêşên dijwar dest bi çîrokên xwe dikin. Ma serkên wan ên reben çawa neyşên? Çavên xwe li vê dinê vedikin venakin derd, keser, tarîtî, nebûna azadî û bexteyarîyê…Ser çawa neyşên lo! Serêş çawa êrîş neke lê!
Sûcê Qerenfîlê
Serêşê dîsa te li erdê xistîye
Sûcê qerenfîla sor e
Serêşê dîsa te bê huzûr hîştîye
Sûcê qerenfîla sor e
Ew serê te dêşîne
Serêşîyê wek marek li stûyê te dilefîne
Serêşê dîsa te bi cinan xistîye
Sûcê qerenfîla sor e
Ew direqise li hawîrdor e.
Ew qerenfîla sor kî ye nizanim, lê min çar sal berê wiha gotîye. Xwîya ye ku dîsa serêşek min li bin guhê hebûnê xistîye. Ku em lê bigerin em ê bibînin û qeyd û toqa bindestîyê bixin stûyê wê û xwe ji vê serêşa ebedî xilas bikin gelo? Ma ne bes e êdî serêş? Qerenfîla sor…Wek ku ev helbest ji bo niha nabe. Di dema wê da sûcdar qerenfîla sor be jî niha ne wilo ye. Jixwe qerenfîl merenfîl naxwîyê jî. Bes em dizanin ku serêşîye xwe gîhandîye her tiştî û niha serê her tiştî jî dêşê.
Here serêşê, here. Êdî qet li me venegere. Tûrikê xwe yê tije gotinên rizîyayî, qutîka xwe ya tije bindestî, sandiqa xwe ya tije xeyalên mirî bigre û here. Here serêşê here. Rim û mertalên xwe yên şikestî û bindestîperestîya xwe bibe û here, qet li me venegere.
Lê way serêş dîsa li derdora me digere. Di vê sibeha ewrên spî de em ê xwe çawa jê biparêzin? Xencerên xwe yên zengarî û kêrên xwe yên enfektebûyî ji me re dihejîne. Em ê çawa wê berteraf bikin?
Bersîvên vê pirsê zehf in, loma jî dê serêş bi me nikaribe. Mertalên wê rizî, yên me zexm in. Dilê wê kifikî, yê me nûvebûyî ye. Were serêşê were, tu tu carî nikarî bi me.