Serê we jî dizivire gelo? Yan jî dinya di nav serê we de jî dizivire? Belkî ev pirs jî lazim be; dinya bi saya serê we jî dizivire? Ji ber ku ev ser, vî serê reben û bê siûd, bênavber dizivire. Li dora xwe, li dora demê û hebûnê, li dora vebûn û çilmisînê, li dora mirin û jîyanê…
Çima ewqas dizivire, çima bi zivirîna wî tu tişt naguhere?
Vî serê wiha zivirînok kengê hat ser milê me? Vî serê wiha bê cîh û war kengê bû bela serê me?
Doh min li kîjan dîyarî mêze kir dûman hebû. Dûman, dûman… Li ser serê çîyayên bilind jî li ser girên nizmok jî… Wek ku serê wan jî dizivirîya, ew dûman ji ber wî bû.
Îja em li derdorê wargehên te gerîyan. Min bi ne bi sê dengan, bi sê sed dengan gazî te kir. Çavên min gihîştin awirên ye yên eyloyîn û wilo li derdorê mêzandin. Çavên min ne sê caran, sê hezar caran li te gerîyan, bo çavên ye gerîyan. Xwestin bibin gulek xwekuj û di gulleyek serserî da bên ba rêwîtîya te ya li wê heyamê. Xwestin hemû heyaman di şûşeyek sêhrbaz de li hev bixin û bi lingên te yên ji bahoza vî welatê bê bask bimeşin. Heta asîmanê heftan bimeşin, heta dinyaya li jêrxana her tiştî veşartî. Xwestin li bin wê newala ji her tiştî veşartî bibin dengê wê ava ji bîranîna cengawerîya te. Lê mixabin ez hatim newal ma. Em hatin ew av ma. Ew bîranîn, ew veşartin, ew xeyalên berbeteqîn…
Em hatin ew daristan ma. Daristana ku te lê me hînê meşê kir. Meşa bi lingên bayê. Daristana ku te lê bêhna dijmanahîyê distend û nedîhîşt ew bêhn karibe xwe bighîjîne şervanên te.
Tu hêj li wir bûy. Tu hêj li wir bûy jî. Min dît. Berîya çend salan û piştî hezar salan, lê tu hêj li wir bûy lo. Zeman çî ye ku li hember bagera dilê te yê ku tim çîyan hejand.
Me nekarî em çavên xwe ji hev biqetînin, em û çîyayên te. Me got ew ê me bû! Wan got, na! Ew ê me bû. Herdû alîyan jî rast digotin ne. Belkî te berê xwe da alîyek din û dîsa got;
Ka bela xwe ji hev vekin lo!
Çîya dizivirîn, newal dizivirîn, darên qeysîyan ên payîze dizivirîn, Nûrheq dizivirî, serê me û her tiştî dizivirî. Lê tu her û her wek xwe bûy. Çîrokek ji bagerê. Stranek ji pola. Helbestek ji zinaran. Şêrê zer. Fermandarê romantîk û bêdeng. Xewnereşka tirsonekan. Lê nizanim te çima xwe nîşanê me neda. Tu li wir bûy halbûkî. Ên ne li wir em bûn. Ên ji ber zivirîna serkên xwe yên zivronek û gerok bê mecal.
Serê we jî dizivire ne? Ji ber vê zemanê ne zeman. Ji ber kuxtekuxta wî ya merzdarî. Nizanim dê vî serê wiha berba û berfeza êdî çi bîne serê me? Êdî me heta li ku bivirvirîne? Jixwe kengê hat, çima li nêva sermilên me bicîh bû nizanim. Ji ku hat mesela vî serê bê serî? Çima qîma xwe bi me anî û wek koçerek kusonfa dêmanîbûnê bixwe, konê xwe li ser me danî. Em çi bikin jî ji cîhê xwe nalive ev kon, ev serîyê serserî. Ku em xwe serserkî li kûrahîya zeman wer bikin dê biçe gelo an jî xwe bavêjin behrek bêbinî. Hema bila li masî û gamasî û marmasîyan noşîcan be ev serî!
Bes e ji destê wî lewre. Bila ev serî êdî wiha nezivire û bela xwe ji serê me veke.
Lê vê êvarê dibînim ku lingên me jî li newala te mane fermandaro. Dilkê me yê ji perê çûkê û hêrsa me ya ji gulleya dîrokê jî. Her tişt…hwr tiştê me jî li newal û mesîlên te, li gel te maye. Loma jî niha bêjim
Xweş razê, nabe. Çimkî tu ranazêy.
Tenê dibêjim şîyarî xweş be, şîyarîya te. Tim li gel me be. Û bela xwe ji vî serê ku wiha bûye bela veneke.







