Pişt li çiyê berî li deştê ye, di ber xwe de di pispise: Dizanî gelekî ji wan kêliyên ku hilm û gulma qehwê tevlî gewriya berêvaran a di navbera roniya qelsok û tariyê dibe hez dikim. Rihê min ê bêwar û bê aîdiyyet di wan gavan de, wekî sirûştê çend kêliyan ditevize. Bedena westiyayî bi gulpên qehwê re hêdî hêdî mîna mirovekî teze ji xew şiyar bibe bi ser xwe ve tê. Hişê tevz lê ketî jî wê ececoka nava rojê li dû xwe dihêle û bi bedenê re li hev tê.
Xweş eyane ku neynika min rûberî te kiriye qutiyeke reş û gewrok e, heta xeniqok e jî... Lê çi bikim, ev jî rastiya min û me ye. Dengê min tê te an na, wê jî nizanim. Ewqas jî ne girîng e; her çi be jî ji mêj ve em hînî alîsîna birînên xwe bûne, mîna Hirçoyê li ber derî.
Dizanim gewrî û tarî xwedî surekî bi saw in. Saw dikare mirov bike xewê û hişyar jî bihêle. Zû de ye me mîna qewmê ku em ji piştê rabûne bi tariyê re lihevkiriye... Dizanim pêşiyan berê xwe dane royê û dil li ber tavê raxistine. Lê ji bîr meke, ger em heta îro hatibin û neqeliya bin, para tariyê zêde ye di vê meşê de. Xweş dizanim gelek caran goştê canê me biraştin di wan şevên mişt tarî de, lê ji me re bû sîwan jî...
Qelem û gewriyên zar û zimanê me bi hatina êvarê re her carê ji nû ve kûx bûn û di şefaqên ku tariyê xwe ji erdê hilçinî de, bi timtêlên nebînayî ve xulxulîn. Îro ro qesrokên zar, zimanê me derb xwaribin jî, law û qîzên bavan hê jî li paş û pêş ekranan, perde, sêpan û kozikên tarî de berevaniya wan qesrokan dikin; bi sebreke Eyûbî sî û yek dendikî di kurnên hiş de dişon, vedişon li textê dil radixin siyasî û yek gulbelgên kurik agirîn.
Ka tu bibêje, ma mirov çawa dikare hez ji wan çilkzêrînan neke, dil li ber wan ranexe û bi wan re ranebe govenda hilfirînê? Ma kîjan mey dikare ji çilkîna ku ji nav devûlêvên wan qeleman diçilke, mirov bêtir sewdaser bike?
Ka ketiye serê te ku cilên xelkê ji meriv re bibin çerm? Ma mirov dikare di vê serdema sik û sar de, ji wî çermê naylonî peyvên zarbilbilî û agirbigulî sermiyaneke hilçine ji tendûra can re û li dor wê tendûrekê di dil de rabe reqsê? Di wê reqsê de her kêlî bimire û bijî, bimire û bijî û li ser sêla jiyînê ji nû ve li xwe vegere?
(DB/AY)


