Vegotinên nefretê li Tirkiyeyê di van salên dawî de bûye pirsgirêkeke zêdetir. Ev rewş bi taybetî li ser platformên medyaya civakî bi awayekî zelaltir tê dîtin.
Vegotinên nefretê li Tirkiyeyê, bi giştî li ser faktorên wekî nijad, ol, meyla zayendî, nasnameya zayendî û astengdarî derdikevin holê. Ev gotinên nefretê her weha bi bangên dijminatî, tundûtûjiyê, an cihêkariyê li dijî komên armanckirî xwe nîşan didin.
Her çendî li ser asta vegotinên nefretê li Tirkiyeyê daneyên teqez tune bin jî, lêkolînên cuda nîşan didin ku pirsgirêk gihiştiye astek cidî. Mînak; li gorî lêkolîneke Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a di sala 2021an de hatiye weşandin, li Tirkiyeyê li gorî sala 2020an hejmara raporên derbarê vegotinên nefrete de ji % 50 zêdetir bûne.
Ev cure axaftinên nefretê gelek caran li dijî kurd, ereb, roman û komên din ên kêmneteweyan tên kirin. Mînak bikarhênerekî/e medyaya civakî li ser hesabê xwe wiha nivîsiye: "Kurd ji bo vî welatî bûne bela." Mînaka din ji rojnameyekê ye; di qunciknivîsekê wiha hatibû nivîsîn: “Hevzayend ji bo civakê tehdîd in”.
Nefretkirin hest e. Nefret bi gelemperî bi hêrs û meyla li hember çavkaniya dijminatiyê ve girêdayî ye. Nefret carinan wekî dijberiya evînê jî tê dîtin.
Kokên sosyo-psîkolojîk ên vegotinên nefretê ji hêla faktorên cihêreng ên di asta ferdî û civakî de têne ravekirin.
Di asta şexsî de, hestên neyînî yên wekî fikar, tirs, hêrs û dûrxistin bi gelemperî bingeha vegotinên nefretê saz dikin. Ev hest dikarin bibin sedem ku mirov li dijî komên ji bo nasname û nirxên xwe wan tehdît qebûl bike, gotinên nefretê bi kar bînin.
Faktorên şexsî yên ku dibin sedema vegotinên nefretê ev in:
Taybetmendiyên şexsî yên wekî narsîsîzm û taybetmendiyên kesayetiya paranoîd dikarin xetereya tevlêbûna vegotinên nifretê zêde bikin. Ev hest dibin sedem ku mirov li hember kesên ji xwe serketîtir, bihêztir an jêhatîtir dibîne serî li gotinên nefretê bidin. Mînak; mirov dikare ji bo wî cîranê/a xwe yê/a ku ji xwe serketîtir dibine bibêje, “Eger ne dewlemend bûya, di vê taxê de dikarî çi bikira?”
Şêweyên ramanê yên wekî ramîna kesane, ramana reş û spî, û ramana xwe-navendî dikare xetera tevlêbûna vegotinên nefretê zêde bikin. Ramana kesane ew e ku meriv ceribîn û ramanên xwe wekî yên gerdûnî dinirxînin. Kesên xwedî vê ramanê ne, dibe ku kesên bi qasî wan ne xwedî ceribîn bin fam nekin û van kesan wekî tehdîd binirxînin. Bo nimûne, mirovek dikare li hember komeke etnîkî ya ku bi wî/wê re ceribînek neyînî peyda kiribi, beje; "Ew hemî xerab in".
Baweriyên wekî homofobî, nîjadperestî û zayendperestî dikare bike ku tevlêbûna vegotinên nefretê zêde bibin. Homofobî pêşdarazî û cihêkariya li hember hevzayendan e. Mirovên homofobîk dikarin bawer bikin ku hevzayendî bêexlaqî ye, hevzayend nexweş an xeternak in.
Wek mînak, mirovekî homofobîk dikare ji kesekî hevzayend re tiştekî wekî "Ew rêşaş in û zirarê didin civaka me" bibêje.
Nîjadperestî pêşdarazî û cudakarîya li dijî komeke nijadî an etnîkî ye. Mirovên nijadperest dikarin bawer bikin ku nijada wan ji nijadên din bilindtir e. Dibe ev bawerî rê bidin wan ku li dijî nijadên din tev li axaftinên nefretê bibin.
Wek mînak; mirovekî nijadperest ji kesekî reşik re bibêje; “Reşik ji bo vî welatî tehdîd e”.
Zayendperestî pêşdarazî û cudakarîya li dijî zayendek taybet e. Mirovên zayendperest dikarin bawer bikin ku zayenda wan ji zayendên din bilindtir e. Dibe ev bawerî rê bidin wan ku li dijî zayendên din tev li axaftinên nefretê bibin.
Mînak; kesek zayendperest dikare ji jinekê re bibêje, “Bila jin li malên xwe rûnin û zarokan xwedî bikin”.
Di asta civakî de, faktorên wekî cudakarî, marjînalbûn û newekhevî bi gelemperî bingeha vegotinên nifretê ne. Ev faktor dikarin bibin sedem ku civak li hember hin koman helwestek pêşdaraz û dijminane pêş bixe.
Faktorên civakî yên ku dibin sedema vegotinên nefretê ev in:
Newekheviya civakî û aborî dikare di civakê de bibe sedema zêdebûna cihêkarî û marjînalbûnê. Ev dibe ku xetera tevlêbûna vegotinên nefretê zêde bike.
Di atmosfera siyasî de berbelavbûna axaftinên provokatîf û teşwîqkirina vegotinên nefretê, dibe ku xetera tevlêbûna vegotinên nefretê zêde bikin. Di dema kampanyaya hilbijartinê de, partiyek siyasî dikare gotinên ku komek etnîkî ya taybetî dike hedef û îdia dike ku ev kom zirarê dide welat bikar bîne. Dibe ku ev axaftin metirsiya tevlêbûna axaftinên nefretê li dijî wê koma etnîkî zêde bikin. Mînak daxuyaniyên MHPyê yên li hemberî DEM Partiyê.
Belavbûna vegotinên nefretê di medyayê de, dibe ku rîska tevlêbûna vegotinên nefretê zêde bike. Kanalek televîzyonê dikare bernameyeke nûçeyan biweşîne ku komeke etnîkî ya taybetî dike hedef û îdîayên sûcdarkirina wê komê bike. Dibe ku ev bernameya nûçeyan metirsiya tevlêbûna axaftinên nefretê li dijî wê koma etnîkî zêde bike. Wek mînak nûçeyên li ser Kurdan di kanalên televizyonên alîgirên hikûmetê de.
Vegotina nefretê pirsgirêkek cidî ye ku di nav civakê de dibe sedema cudakarî, şîdet û pevçûnan. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di asta ferdî û civakî de tedbîrên curbecur dikarin bên girtin.
Tedbîrên ku di asta kesane de bêne girtin ev in:
Agahdariya pêşdaraziyên kesane û hewildanên ji bo kêmkirina pêşdaraziyên kesane dikare xetera tevlêbûna vegotinên nifretê kêm bike.
Birêvebirina saxlem a hestên neyînî yên wekî fikar, tirs û hêrsan dikare xetera bikaranîna vegotinên nefretê kêm bike.
Guhertina şêwazên ramanê yên wekî ramîna kesane, ramîna reş û spî, û ramana xwe-navendî dikare xetera tevlêbûna vegotinên nefretê kêm bike.
Tedbîrên ku di asta civakê de bêne girtin ev in:
Temînkirina wekheviya civakî û aborî dikare bibe alîkar ku cihêkarî û marjînalbûna di civakê de kêm bike.
Pêşîlêgirtina belavkirina vegotinên provokatîf û nefretê di atmosfera siyasî de dikare xetera tevlêbûna vegotinên nefretê kêm bike.
Pêşîlêgirtina belavkirina vegotinên nefretê di medyayê de dikare rîska tevlêbûna vegotinên nefretê kêm bike.
(AÖ/FD)