Bazîd, Kela Bazîdê, Xanî Baba, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Nûbara Biçûkan… Welat, ziman û yekîtî… Ber bi dawîya meha borî li Bazîdê bûm ez jî bo Konferansa Yekîtîyê. Jixwe demek e ku Merqeda Xanî war û navnîşana çalakîyan e. Divê welê be jî. Ji bo ku min di Xwebûnê de jî fikrên xwe yên li ser vê mijarê nivîsîye, niha tenê dixwazim wek beşdarek ku ne tu kes e binivîsim. An jî wek sê kurd, jin û kesên ku ne tu kes û nenas bûn..
Yanî Gulê, Fatê û Mizgîn. Ew hersê kesên di wêneyê de. Di vê wêneyê li dûr û bi xumam de. Di vê wêneyê ku niha ji min re jî wek ji sedsalek dûr mayî dixwîyê.
Di nav wê hevnasîn, hevteqdîmkirin û hevpirsîna mezin û bi fors da em hersê, tik û tenê bûn. Nenas, ne ji wê dinê, zîndanî, xwedîyên temenên bahozanxwarî…
Di nav kêfxweşî û heyheya “başqanim û vekîlîm”de em du zarokên wenda bûn belkî, du morîkên wenda, du perîyên wenda an jî, ji nav rûpelên Nûbara Biçûkan ketî…
Ji bo yek ji me 31 û nîv mabû, umrê me dikir nêzî sed salî. Yanî 91 sal û nîv bû. Çimkî dema sê muebed, sê cezayên ebedî, sê umrên dîlgirtî ewqas dikir. Sê umrên ne umir!
Kes na, tenê tu dizanî em kî ne Ya Ehmedê Xanî! Kes na, tenê tu dizanî em çi ne, ji ku hatine, çima niha wiha xerîb û dûrhatî ne. Kes na, tenê tu dizanî çima û çawa 30 û 30 û 31 sal dike temenek û diçe li kûrahîya bîrîna canê Memê bicîh dibe. Kes na, tenê tu dizanî ku me çendik û çend car xwe di vê sed salê de bi xencera Zînê kuştîye.
Loma jî bêje Seyda bêje, Xanî Baba bêje; Em ji kîjan rûpela dîwana te ketin,em ê li kîjan rûpela te bicîh bibin ji niha û pê ve?
Û sê morîkên sedsale digindirîn ji wan kêlîyên li Bazîdê. Sê moristangên temenhevrîşim bi gavên nas li nav bîyanan digerîyan. Sê Gul, Sê Fat û sê Mizgînên vî welatê wek xîçikên ji Glîdaxê gindirî diçûn û dihatin. Li xwe digerîyan, li hev digerîyan, li tilsîma Memûzînê digerîyan û diêşîyan. Bi tirkîaxêvîya li huzûra nav û resmê Xanî diêşîyan û şerm dikirin. Ji bo ku piştî dîlîtîya sedsalî jî hêj Xanî li benda yekîtîyê bû û bi rûyek ji tevî payîzan zertir, hê jî digot;
“Ger hebûya me padîşahek…”şerm dikirin. Rûyê wan dibû axa bin lingê xezalên ku wextekî çermê wan pirtûk bûn û di tarîtîyan da dihatin çirisandin. Şerm dikirin ku ewqas temen û canên dîyarîkirî jî nekarîbûn yekîtîyek wek ya xelkê, dîyarî vî welatê bikin.
Min ji ber tiştek din jî şerm kir Çimkî di nav beşdaran de gelek berxwedêrên Bazîdî(herdû xwişkên di wêneyê de jî Bazîdî ne û bi şan û ronîya Xanî Baba mezin bûne û di rêya wî da temen bexşandine) jî hebûn, bes di danasîn û anonskirinê da qet behsa wan nehat kirin Mînak; negotin nevî û şopdarên wî yên ji Bazîdê bi xwe ku temen li zîndanan derbas kirine jî, li vir in… (Nizanim em ê kengê ji van şermên wiha xelas bibin,lê zû bûya baş dibû)
Û Xanî bi Agirîya serbiberf û moran, ji bo Dîcleya xwe ya ku hê jî negîhîştibû miradan û wek berê belengaz bû jî wiha digot;
“Bêhûde çira dikî tu feryad
Aware diçî dîyarê Bexdad?”
Yek, dido û sê perperokên nenas bûn em li wan herdû rojan. Lê Xanî em nas dikirin, hêj ji zîndana Memê… Rûyên me yên zer û zerhimî didît, hêj ji işqa Zînê… Dilsozîya me dizanî, hêj ji keleha Melayê Cizîrî,dilê Botan.
Û wiha digot;
“Ey dil, te xwe daye ber hewayê
Qesda te ew e bikî sefayê”
Dî şehr û mehelle cumle xalî
Xalî bûye kuçe û hewalî
Tenha û tehî ne bax û bistan
Bê îns û perî ne sehn û eywan
Zanî ku zemane bê eman e
Go,"rabe dilo’’ ecêb zeman e
“Teyrek me bihîstîye di baxan
Bextê wî reş e ji rengê zaxan
Rojan diketin fîxan û zarî
Xwîna xwe dixwit şevê di tarî”
(Ehmedê Xanî, Hemû Berhem, Lîs)
(MR/AY)







