Fotograf: Twitter
Rûken Yilmazê piştî albûma xwe ya bi navê “Zelî”yê niha jî albûmek bi navê “Sê Çiya” weşandiye.
Yilmaz di albûma xwe ya yekem de bi 7 stran strîbû ku beşek mezin ji wan ji ber helbestên klasîk ên kurdî hatibûn çêkirin: Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî. Yilmazê bi xwe muzîk ji van helbestan amade kiribû. Genco Ari aranjorê vê albûmê bû. Di wê albûmê de straneke ermenkî “Serarei Hovin Mernem”, “Seydik”a ku çavkaniya wê Fadilê Cizîrî bû “Zembîlfiroş” û strana bi navê “Amara” hebûn.
Yilmazê ew albûm di sala 2016ê de weşandibû. Ji wê rojê û vir ve Rûken Yilmazê çendîn klîp û sîngle amade kirine û li ser platformên dijîtal weşandine. Piştî albûma wê ya bi navê “Zelî” niha jî albûmeke din weşandiye ku ji 6 stranan pêk tê. Kom Muzîkê weke albûma yekem ev albûm jî weşandiye. Albûma wê ya nû bi navê “Sê Çiya” ye û him ji hêla aranjoriyê him jî ji hêla kompozîsyonê ji ya yekem cida ye.
Di albûma “Sê Çiya” de bi tenê besteyek heye. Ew jî bi navê “Zeryê” ye. Talat Yeşîlî gotinên vê stranê nivîsiye û Nûrhak Kilagozî muzîka wê çêkiriye.
Stranên gelêrî
Ji bilî vê stranê her pênc stranên din gelêrî ne.
Stranên gelêrî yên Rûken Yilmazê di albûmê de strîne, ji çendîn herêman hatine berhevkirin. Êlihê (Ez Xwestîme), Bêşebab (Sê Çiya), Botan (Berçelan), Behdînan (Mendê) û Ezdîxan (De Çêkin) in ev herêmên ku stran jê hatine berhevkirin.
Mendê, De Çêkin û Berçelan berê ji hin hunermend û koman strîne. Ez Xwestîme û Sê Çiya jî çendîn hunermendên herêmî strîne lê bi qasî stranên din berbelav nebûne.
Di muzîka kurdî de hin stran hene him form him jî sedemên strîna wan di nava demê de guherîne.
“Ez Xwestî Me” straneke bi vî rengî ye. Nurşin Erol Ertuna çavkaniya vê stranê ye. Hunermendan ev stran bêhtir di şahiyan de strîne. Behsa keçekê dike ku xwazgîniyên wê tên û wê jî bi gotinên xwemgîn avêtiye ser xwe û ‘qedera’ xwe.
Rûken Yilmazê bi tempoyeke hêdî û li gorî naveroka wê ya orîjînal straye. Li çendîn herêmên din jî stran tê strîn lê ya ku ji bo Rûken Yilmazê bûye çavkanî, Êlih e.
Strana Berçelanê beriya niha me ji dengê Dengbêj Qaso guhdar kiribû ku Mehmûd Beraziyî muzîka wê çêkiribû. Stran gelêrî ye.
Em dikarin albûmê bikin du beş. Di beşa yekem de stranên tempoya wan hêdî hene. Ez Xwestîme, Berçelan û Sê Çiya ew cûre stran in. Beşa duyem jî ji stranên ritmik pêk hatiye. Stranên vê beşê jî Zeryê, Mendê û De Çêkin in.
Rûken Yilmazê di her stranekê de hewl daye reng û dengekî din bide stranê. "Sê Çiya" yek ji van stranan e. Di "Mendê" de jî rengekî din ê dengê xwe nîşan daye.
Nûrhak Kilagoz aranjor e
Di albûmê de Nûrhak Kilagozî aranjorî kiriye. Kilagoz beriya niha albûma “Sirûdên Şoreşê yên Gelan” amade kiribû. Di wê albûmê de çendîn stran ji dîroka şoreşan a cîhanê bi çendîn koman û hunermendan re weşandibû. Di albûmê de bi kurdî, tirkî û ermenkî marş bi muzîkeke pirrengî hatibûn strîn. Wî li Zanîngeha Kocaeliyê beşa muzîkê qedandiye û heta niha ji bo çendîn albûm û projeyan muzîk amade kirine. Ew li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) karê xwe dewam dike.
Zanîna Kilagozî ya muzîka rojavayî û muzîka kurdî, di albûma “Sê Çiya” de jî xwe nîşan daye. Di stranan de em serweriya enstrumanên rojavayî bi rengekî vekirî dibînin. Klarnet, piyano, keman, çello û bas û çendîn enstrumanên din di stranan de dengên sereke ne. Her weha di stranan de weke reng hin enstrumanên rojhilatî jî hatine bikaranîn. Hin ji van enstrumanan rengekî cida dane stranen. Rebab yek ji van rengan e ku di strana Mendê de hatiye bikaranîn. Mizgîn Ayazî di vê strana ku çavkaniya wê dengbêjê navdar Kerîmê Jîrkî ye li rebabê daye.
Di albûmê de her weha Cem Dînlerî li piyanoyê, Eren Tûrgûtî li basê, Ozgur Taşî li daholê, Bariş Cem Songûrî li amûrên jenî, Serkan Yildirimî li bilûrê, Mert Can Selçûkî li klarnetê, Mizgîn Ayazî rebapê, Tarik Çalişkan û Huseyîn Can Palayî li amûrên jîdar dane. Bûrak Keleşî albûm tomar kiriye, mîks û mastera stranan kiriye û Ronî Ekinciyî jî berg û fotografên albûmê amade kirine.
Derbarê Rûken Yilmazê de
Muzîsyen e. Ji Dihê ya Sêrtê ye. Li Stenbolê ji dayik bûye. Di dema xwendina Lîseyê de dest bi muzîkê kiriye. Di wan salan de beşdarî Koma Asiyan bûye. Paşê beşdarî xebatên NÇMyê bûye. Albûmeke wê ya bi navê Zelî heye. Her weha çendîn klîp û sîngle weşandine. Beşa Mamosteyiya Muzîkê ya Zanîngeha Marmarayê qedandiye. (FD)