Projeya Tevna Ragihandinê ya Serbixwe (BİA) û beşa wê ya weşanê ya sereke bianet, di bin sîwana Weqfa Ragihandinê ya IPSê de di destpêka salên 2000î de li dijî yekdengiya di ekosistema medyaya Tirkiyeyê de û li dijî zimanê rojnamegeriya navendîparêz wekî modeleke alternatîf ava bû.
bianetê di dîroka weşangeriya Tirkiyeyê de di saziyîbûn û di xêzkirina çarçoveya teorîk a têgeha "Rojnamegeriya Mafparêz" de rolek pêşeng lîstiye. Rojnamegeriya mafparêz, kes ango komên ku dibin mijara nûçeyê weke aktor qebûl dike û kategoriya bingehîn a bianetê ye. bianet di bin sîwana vê kategoriyê de nûçe û naverokên xwe li gorî pîvana rojnamegeriya aştîparêz, zarokparêz, LGBTİ+parêz, ajalparêz, astengdarparêz jinparêz û rojnamegeriya ekolojîparêz çêdike. Ev hemû esasên weşana bianetê ye.
Her weha bianet bûyerên îşkence, binpêkirina mafê jiyanê, sînordarkirina azadiya derbirînê û bêedaletiyên darazê bi awayekî sîstematîk dişopîne, dike rapor û diweşîne. Mînaka vê jî Raporên Çavdêriya li Medyayê yên BİAyê ye.
Dîsa mafên jinan û LGBTİ+yan yek ji pîvanên sereke ên bianetê ne. bianet her meh bûyerên kuştina jinan, bûyerên tacîz û destdirêjiyê û her weha bûyerên îstismara li zarokan yek bi yek tomar dike di bin navê “Rapora Tûndkariya Mêran” de diweşîne.
Tevî van xebatan bianet di çarçoveya rojnamegeriya mafparêz de atolyeyan li dar dixe. Atolyeyên rojnamegeriya zarokparêz, aştîparêz, xwezaparêz, LGBTİ+ û hwd…
bianet kurdî
bianet kurdiyê di sala 2016an de dest bi weşanê kir. bianetê di demeke wisa de beşa kurdî vekir ku li Tirkiyeyê rojname û malperên kurdî dihatin girtin, zext li ser medyaya kurdî zêde bûn, malper û ajansên bi kurdî dihatin astengkirin. bianetê bi vê gavê bi ezmûna xwe ya rojnamegeriya mafparêz qadeke serbixwe û alternatîf ji kurdî re vekir û taybetmendiya pirzimanî û pirçandî ya li Tirkiyeyê li polîtikaya xwe ya weşanê zêde kir.
bia kurdî niha li Tirkiyeyê û li herêmê di warê nûçegihaniya mafparêz de yek ji nûnerên herî xurt ê zimanê kurdî ye. Tekane ajanse ku di bin banê rojnamegeriya mafparêz de nûçe û naverokên têkildarî ajalan, penaberan, LGBTİ+yan û jinan çêdike.
Platformeke ku bi xeta xwe ya weşanê binpêkirinên mafan, wekheviya zayendî ya civakî û têkoşîna zimanê dayikê dixe rojeva xwe. Her weha bianet kurdî ne tenê malpereke nûçeyane ku geşedanên rojane radigihîne, di heman demê de di warê nûçegihaniya kurdî de wekî bîreke dîjîtal kar dike.
bianet kurdî ne tenê nûçe û naverokên tirkî werdigerîne di heman demê de li gorî pîvana rojnamegeriya mafparêz li ser ziman û wêjeya kurdî, geşedanên sosyo-polîtîk ên li herêmên Kurdan û li ser çalakî û bernameyên çandî û hunerî, nûçe û dosyayan çêdike. Mijarên weke zextên li ser ziman, mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û binpêkirinên mafên çandî jî di rojeva bianet kurdiyê de ye.
Bi taybetî di medyaya kurdî de mijarên ku kêm cih digirin yên weke mafên LGBTİ+yan û mafên ajalan, mijarên sereke yên bianet kurdiyê ye ku bi berfirehî cih dide nûçe û naverokên bi rengî.
Di çarçoveya perwerdehiyên BİAyê de atolyeyên rojnamegeriya mafparêz ên bi kurdî jî hatin li dar xistin. Ji wan atolyeyan hin jê rûbirû bûn û hin jî online pêk hatin.
Her weha bianet kurdî Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BİAyê ku sê mehan carê diweşe, behsa binpêkirinên mafên rojnamegeran dike û Rapora Tûndkariya Mêran ku her meh tê amadekirin ji tirkî werdigerîne û diweşîne.
Ji roja ku vebûye heta niha di çarçoveya pîvanên rojnamegeriya mafparêz de bi hezaran nûçe û naverok li ser bianet kurdiyê hatine weşandin.
Me weke bianetê vê carê jî me rûpelek nû li xebatên xwe zêde kir. biamag kurdî!
biamag kurdî
biamaga tirkî di destpêka sala 2003an de dest bi weşanê kir û her hefte roja Şemiyê nivîsên bi mijarên cûda li pêşberî xwendevana ne. Di bingehê de armanca wê ya sereke ew e ku di nav germiya nûçeyên rojane de cih bide mijar, rexne û nîqaşên teorîk ên ku di medyaya berbelav de cih nagirin.
biamag, ne tenê bi tevkariya pisporan re sînordar e, di heman demê de ew platformeke weşanê ya dîsîplînên cihêreng e ku cih dide nivîsên piralî yên mafparêz, aktîvîst, nivîskar û lêkolîneran jî. Di qadên wekî siyaset, felsefe, wêje, sînema, ekolojî, zayenda civakî û dîrokê de gotar, lêkolînên akademîk û hevpeyvînên dirêj diweşîne.
Em weke Tevna Ragihandinê ya Serbixwe (bianet), bi salan e em xebatên xwe li gorî pîvana rojnamegeriya mafparêz, wekheviya zayendî, têkoşîna ekolojiyê, mafê zimanê dayikê û azadiya ramanê didomîne. biamaga ku her roja Şemiyê digihîje ber destê xwendevanên xwe, bi naveroka xwe ya ji çandê heta hunerê, ji wêjeyê heta bîra civakî, qadeke alternatîf a berfireh a raman û nîqaşê afirandiye.
Niha em vê qadê hîn berfirehtir dikin û weke encameke xebatên rojnamegeriya mafparêz, em qada biamag kurdiyê vedikin
Armanca biamag kurdiyê jî ew e ku mijarên weke wêje, huner, zanist, zayenda civakî, bîra herêmî û dînamîkên civakî bi kurdî bide nîşandan û bi weşaneke mafparêz vê ezmûnê geştir bike.
Qadeke nû li dahatuya me ya hevpar û li bîra me ya piralî zêde bû. Em ê bi hemû deng û rengên xwe yên mafparêz her Yekşema destpêkê a mehê bi gotar, hevpeyvîn û analîzên kurdî li vir bin…
biamag kurdî her Yekşema destpêkê a her mehê wê li ser bianet.org/kurdi di weşanê de be. Ji jiyana civakî heta hunerê, ji wêjeyê heta zanistê di gelek qadan de bi nivîsên xwe yên mehane wê li benda xwendevanên xwe be.
Bila biamag kurdî pîroz be!
(AY)
.jpg)






