Suzan Samancı, wek jineke kurd a çîroknûs û romanûseke zimanê tirkî ya navdar û serkevtî dihat naskirin.
Niha jî bi berhemên xwe yên kurdî rengê xwe dide wêjeya kurdî.
Suzan, weke her wêjehezî bi helbestê dest bi nivîsê kiriye. Serencama nivîsê, bi çîrok û bi romanan didome.
Çîrokên wê yên destpêkê yên bi navê, “Eriyip Gidiyor Gece” (Şev Dihele Diçe), diweşe.
Paşê li pêy hev çîrokên; “Reçine Kokuyordu Hêlîn” (Bêhna Gezo ji Hêlînê Dihat), “Kıraç Dağlar Kar Tuttu” (Çiyayên Bejî Berf Girtin), “Perili Kent” (Bajarê bi Perî), “İki Anne” (Du Dayik), “Suskunun Gölgesinde” (Di Bin Siya Bêdengiyê de), tên weşandin û bo almanî, îngilîzî wergerên wan jî tên weşandin.
Û her weha romanên wê yên bi navê “Korkunun Irmağında” (Di robarê tirsê de), “Halepçe’den Gelen Sevgili” (Evîndara Ji Helepçê Hatî), “Koca Karınlı Kent” (Bajarê Zikmezin), hatin weşandin.
Gava mirov çîrok û romanên Suzan Samancı yên bi tirkî hatine nivîsîn dixwîne; mirov, wê nasneke jî, ji mijar û şêweya nivîsê, tavilê fam dikin ku ev nivîskar kurd e û êş û elemên welatê xwe bi awayê wêjeyeke bilind tîne ziman.
Ew ne ji wan nivîskarên kurd ên ku ji nasnameya xwe şerm dikin; fexra xwe bi zanîna zimanê tirkî tînin û bûne dilbijokên zimanê fermî.
Na! Suzanê tu caran wek wan kesan ne bû. Wê ji ber sedemên diyar bi tirkî dinivîsî.
Sûzanê di roportajeke xwe de dibêje, “mirov wek şewqa bajarê xwe û erdnîgariya xwe ye.”
Di nivîsên Suzan Samanciyê de, xuşexuşa çemê Dîcle, gufegufa pêlên behra Wanê, bayê Qerejdaxê; çingeçinga tasikên “ava sûsê” ji kuçeyên xançepekê, ji mêrgahmedê, ji çarşiya şewitî difûrin, tên dikevin guhên mirov.
Dengên din jî… Dengê vîtevîta anonsên bêtêlên polêsên gureboz, xirxir û tirtira “Torosên boz” ku wek ruhistîn derdiketin nêçîra mirovan.
Û bêhn… Bêhna xaza îsotê dikeve pozê mirov.
Sala 2015an di jiyana wêjeyî ya Suzanê de, şoreşeke mezin pêk tê. Êdî wê hew debar kiriye, biryar daye ku bi kurdî binivîse.
Û romana wê ya yekem a bi kurdî, “Ew jin û mêrê bi maske” ye.
Carekê xwe avêtibû deryaya kurdî, dê tecrubeyên xwe yên ku bi salan dabû ser hev û di quncek dilê wê de, di bîrdanka hişê wê de dem girtibûn, êdî dê ji binheş derketina ser rûpelên A4 a wîndowsa kompîturê…
Li pêy romana “Mîrzayê Reben”, “Çîrokên Jinên Dilşikestî” derketin.
Çiqas şewqa erndnîgarî û bajarê mirov li ser rihê mirov bandorekê dihêlê; xwendin jî di vegotina hunerî de, di afirandina hunerên bedew de, dibe stêrka Qurixê ku rê şanî hunermend dide.
Suzan, di hevpeyvînekê de dibêje, “Herçiqas min bi helbestê dest bi wêjeyê kiribe û paşê min berê xwe dabe çîrok û romanê jî, ez ji helbestê qut nebûm. Dizanim ku wêjeyek hunerbilind, li ser bingeha helbestê ava dibe.” Suzan qala helbestvanên ku wê sûd ji wan girtiye û di bandora helbestên wan de maye, dike. Navê wan jî wisa rêz dike. “… Cemal Süreyya, Cegerxwîn, Şêrko Bêkes…” Û lê zêde dike. “Bi xwezayî pîrê helbesta kurdî, Ehmedê Xanî”, dibêje.
Bi rastî gava mirov pexşanên Suzan Samanciyê dixwîne; di her hevokekê de bêhn, tahm û dengê helbestê hest dike.
Di çîrokên Suzan Samanciyê de, mirov romantîzmeke bi êş ya ku wek xalîçeyekê li binê çîrokê hatibe raxistin, dibîne. Belê ew, xalîçeyê venabêje. Ew wek dengbêjekî ku li ser xalîçeyeke rengîn rûniştî û kilama xwe dibêje, ye.
Di çîrok û romanên Suzan Samanciyê de diyalog, guftugo, an nîn in, an jî pir kêm in. Wek ku dixwaze ya dilê xwe bi devê xwe bêje; wek ku ew naxwaze tu kes bikeve navbera wê û xwendevanên wê, wisa vedibêje.
Tew di romana xwe ya herî nû ya bi navê “Payîz an jî Ziyab” ku Weşanxaneya Avesta bi bergeke balkêş pêşkêş kiriye de, xwe kiriye sê kes. Vebêj, Payîz û dengê hundirîn ê Payîzê, Ziyab.
Her sê kesayetiyên romanê, mirov dikişînin nava hest û ramanên xwe yên kaotîk. Mirov di gerîneka hestên wan sê jinên şîzofrenîk de diçe û tê.
Berhemên Suzan Samanciyê yên bi tirkî hatine nivîsîn û berhemên destpêkê yên kurdî de; ji ber ku ew nivîskareke kurd e, di nav şerd û mercên civaka xwe de jiyaye, bûye şahidê jiyana kolonyalî û gelek bûyerên dermirovî yên dagirkeran, huner realîst-surrealist, felsefe determînîst - materyalîst e.
Ew jineke kurd a ku bi terbiye û edeba eşîrê mezin bûye. Di genetîka wê de, şopên şaristaniyeke bilind û kûr a neteweyê wê didome. Wê şîrê dîroka welatê xwe mêtiye. Bo wê, ew humanîst û şoreşger e. Hunera wê jî li ser bingeha “realîzma civakî” bi şêweyeke surrealîst bilind dibe.
Nivîskar, rexnegirê navdar Tufan Erbariştiran çîrokên Suzan Samanci hemî xwendiye û yek bi yek berhemên wê şîrove kiriye. Şîrove û rexneyên xwe bi navê “Suzan Samancı’nın Öyküleri Üzerine Bir Deneme” (Cerebeyek li Ser Çîrokên Suzan Samanci) kiriye pirtûk. Xebatek pir hêja derketiye holê. Bi rastî ez hesidîm ku çima rexnegirekî me yê kurd xebatek wisa nekiriye.
Erbariştiran, di navbera taybetî û serketîbûna Suzan Samanci û welatê wê de, pêwendiyeke xurt dibîne û dibêje, “Herêm (mixabin nabêje Kurdistan) ji sedan sal vir ve, xwediyê dîrokeke destanî ya efsûnî ya serhildêr a pir rengîn e.”
Erbariştiran, li ser naveroka çîrokên Samanciyê jî, dibêje, “Çîrokên wê li ser xewn û xeyalên lehengê çîrokê ava nabe, ew bi awayekî zelal, bi şêweya rastiya civakê, bi nêrîn û nirxandineke şênber, bûyerên rastîn ên bi êş pêşkêş dike. Mirov di çîrokên Samancı de, bûyerên dramatîk ên welatê wê, dengê zimanê wê yê dilsoj, ku li ber wendabûnê ye, dibîne… Mirov kilamên dilşewat ên zemarî ku jinên pîr, bi nihurandin dibêjin û wê rola biçûk a ku civakê daye jinan, dibînin.”
Ev serê pazdeh salan e ku Suzan, Li Cenewreya Swîsrê, li xerîbîyê wek penaberan dijî. Ji malbata xwe, ji civaka xwe, ji welatê xwe dûrbûn, dike ku di hest û ramanên mirovan de guherînên nû zîl bidin. Mirov dikare bi çavekî nû li jiyanê, li hunerê binêre. Diyalektîk, guherînê ferz dike. Suzan bi şêweya vegotina vê romana nû, nîşan dide ku ew gihîştiye asta wêjaya gerdûnî.
Mirov xewnan dibîne. Xewn bi xwe, rastiyeke jiyanê be jî, pirtirîn ji rastiya jiyanê dûr in. Mirov dibîne ku ew bi hevalekî xwe re diaxive, paşê lê hay dibe ew ne hevalê wî; bavê wî, an mamosteyê wî an xwîniyekî wî ye. Di xewnan de mirov difirin belê nakevin xwarê… Mekân ku dere, dem çi çax ê di xewnan de ne zelal ê, dema borî û dema niha tevlihev dibe, bûyerên derveyî rastiya jiyana ku em dizanin, diqewimin û hwd.
Romana “Payiz an Ziyab” jî mîna di şevekê de, mirov li pêy hev çend xewnên nelihev, ji hev dûr, bibînê. Xeyal û rastî, xewn û xeyal; binheşî, dibe xeyal û xewn. Bûyerên ku diqewimin ji hev dûr in, dem û mekân ji hev dûr in, belê di heman demê de ne. Mirov nizane çima ew bûyer qewimiye û paşê çi bûye, çîrokeke ji serî heta binî ya hevgirtî tune… Ev şêwe, di vegotina wêjeyê de, şêweya cereyana “post modernîzmê” ye.
Wêjekarên postmodernîst ên dinyayê, bi giranî, ne li pêy “çima nivîsîn?”, li pêy “çawa nivîsîn” ê ne. Ew li pêy xweşgotinekê, li pêy kêfstandinêkê ne. Dixwazin bi xwendevanên xwe, xewnerojkekê bidin dîtin.
Çîroknûs, şair Deniz Mahabat di “gazete Duvar” de, di derheqê Payîz an Ziyab de nivîsek analitik nivîsî. Dibêje, “Romannûs xwe berdide binê kûraniya binhiş, belê bi tevahî ji rastiya derveyî qut nabe. Carcaran, lêgerîn, lêpirsîn, rexnegirî, bêhêvîtî û serhildêrî ji binhiş derdikeve serhiş û şûnve xwe berdidin kûraniya binhiş.”
Di vê romanê de Suzan, ji xwe re dinyayeke sêwîrî ava dike û bi xwendevanan re dikeve nava lîstikeke xeyalî.
Parçebûn… Parçebûna jiyanê, parçebûna hestan… Û dibe ku siya welatekî parçebûyî be ya ku xofekê dixe dilê mirov. Lê, li wê dinyaya sêwirî, hewiya wê nayê, vedigere ser jiyana xwe ya rastîn a xwezayî ya xwerû. Vedigere ser hunera xwe ya rastiya civakî. Bi vî awayî sentezekê saz dike.
Bi çi şêweyê binivîse, bila binivîse, Suzan wêjeyê wek şêweyeke jiyanê dijî. Hişmendiya ziman û vegotina estetîk a wêjeyê ji xwe re kiriye rehbera jiyanê.
Dest, dil û mejiye te sax be Suzan…