Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Keypa12500, lîstika yekem a ku Tuncay Ozel bi xwe nivîsandiye û wê bilîze. Lîstik cara pêşiyê wê 27ê Çiriya Paşiyê ya 2020an lî su gösteri sanatları merkezi saet di 20:00ê de were pêşandan.
"Lîstika yekem ku min bi xwe nivîsand û lîst"
Tunca Ozel 10 sal in ku karê şanoyê dike. Ozel ji bo vê lîstika xwe wiha got: “Ev lîstik projeya min a herî girîng a heya niha ye: Lîstika yekem ku min bi xwe nivîsand û lîst.”
"Kelpa 12500"
— saperformance (@saperformanceee) November 6, 2020
Promîyer
27 ê Mijdarê saet:20.00
Cî:Su Gösteri sahnesi
Nivîskar :Tuncay Ozel
Derhêner :Murad Korkmaz
Kareografî:Takayashî Sakabe
Muzîk:Azîzko
Efekt:Xelîl Acar
Afîş:Ronî Dildar
Teknîk :Veysel Can - Nûh Saçan
Teaser:Veysel Seçen
Lîstikvan :Tuncay Ozel pic.twitter.com/uZ3aPnZraY
Tiştên ku li Heskîfê qewimî ne bandor li biryara nivîsandina wî kiriye. Ozel diyar kir ku wî ji nişka ve biryar daye û dest bi pêvajoya amadekirinê kiriye:
“Dema ku pandemî dest pê kir, ez ji Stenbolê çûm Batmanê. Roja duyemîn a çûna min bû û min ji birayê xwe re got ku ez dixwazim herim Heskîfê. Di rê de, berî ku em bigihîjin Heskîfê, bi 10 kîlometroyan em sekinîn. Gava min pirsî, birayê min got ku rê heta vir e û yê mayî di binê avê de maye. Wê gavê ez pir xemgîn bûm. Wê demê min şanoyeke dîrokî dinivîsand. Di rêya vegerê de ez wiha difikirîm: Çima ez dîroka xwe, erdnîgariya xwe nabim ser sehneyê? Min lîstika di destê xwe de hişt û di 10-15 rojan de min lêkolîn li ser vê meseleyê kir. Min dest bi lêkolîna gotar û pirtûkên li ser Heskîfê kir. "
Ruhê Heskîfê: Keypa12500 hesaban dipirse
Keypa bi suryankî tê wateya Heskîfê. Mijara lîstikê li ser hilweşandina Heskîfê ye. Tuncay Ozel, tekez dike ku hilbijartina Heskîfê ji bo projeya bendavê ne sedemek bitenê ye, lê rêgezeke asîmîlasyonê ye. Di lîstikê de Heskîf wekî rihekî tê temsîl kirin û tê de neheqiya li dijî Heskîf tê darizandin.
“Heskîf ku di dîroka cîhanê de xwedî cihekî girîng e, bîra Kurdan e.Ger hûn dixwazin civakekê asîmîle bikin, hûn ê ji tunekirina bîra wê destpê bikin, civakek bê bîr ji veguherînê re vekirî ye. Heskîf ji ber vê yekê hat bin av kirin, mîna hilweşandina li bajarên me yên din.”
"Hûn dikarin min bikujin, lê giyanê min dê di navbera we de bigere!"
Di berdewamiya gotinên xwe de Ozelî got ku Heskîf miriye û tenê tişta ku dikare vebêje giyanê wê ye. Ev sedemek e ku şano wekî monolog hatiye hilbijartin.
“Ez wekî giyanê Heskîf derdikevim ser dikê. Giyan, ji hemî aktorên ku ew wêran kirine wê hesabê vê dipirse. Heskîf derd û kulên xwe li ser dikê bi zimanê xwe vedibêje.Dibêje ku; hûn dikarin min bin av bikin, hûn dikarin wêran bikin. Lê belê ez ê ji we hesab bipirsim û bikevim xewnên te."
Tuncay Ozelî metna şanoyê nivîsandiye û Mûrad Korkmaz wê derhêneriya wê bike. Takayashi Sakabeyî kareografî, Xelil Acar jî wê efektên lîstikê amade bikin. Tûncay Ozel bi tena serê xwe wê di lîstikê de bilîze ku Veysel Can û Nûh Saçan jî wê karûbarên teknîkê hilgirin ser milên xwe. (HC/FD)