Ev pirsa hanê bersiva çi dide "rewşenbîrên Kurd kî ne?"
Di serî de gotina xwe bibêjim ji bo ku guneh di stûyê min de nemîne: rewşenbîr gerek xwediyê wîjdanê be. Yanî insan be, insan...
Bi vê gotinê re; gotineke wisa jî gerek hebe;
Rewşenbîrê Kurd, ne tenê nivîskar e,
Rewşenbîrê Kurd, ne tenê şanoger e,
Rewşenbîrê Kurd, ne tenê lîstikvanê rezêfîlman e û ne tenê hunermendê sînemayê ye,
Rewşenbîrê Kurd, ne tenê peykerçêker e,
Rewşenbîrê Kurd, ne tenê mûzîsyen e,
Rewşenbîrê Kurd, ne tenê rojnameger e,
Rewşenbîrên Kurd; lazim e ku, alîkariya gelê xwe bike.
Fikr û ramanê wî ji bo gelê wî be.
Çand û hunerê wî pewîst e ku ji bo xelkê xwe be.
Xebata wî ji tekoşîna gelê xwe paş nekeve.
Gel, ger ku ji bo hebûna xwe di micadeleyeke zehmet de cî girtiye; sîyaset ji bona Kurdan pêş ketiye, rewşenbîr jî lazim e ku alîkariya gelê xwe, alîkariya siyaseta gelê xwe bike.
Tim û tim kar û xebata wî ji micadeleyê dûr nekeve...
Çimkî rewşenbîrên Kurd gere bizanibe ku, gere xwediyê wijdan be, wijdan...
Rewşenbîren Kurd gerek însan be, însan... (ŞD/EÖ)
Têbînî: Ev nivîs yekem nivîsa Şehmus Dikenî ye ku 26ê Adara, 2011ê li bianetê hatiye weşandin.