Qêrîn. Edvard Munch
Pirsa rewşenbîr kî ye pirseke aktuel e. Ev pirs di gelek heyam û civakan de hatîye kirin û gelek kes serê xwe bi vê pirsê re êşandine. Di vê serdema me de jî ev pirsa ha xwe li me ferz dike ku em careke din vê pirsê bikin û pê dakevin. Kî ye rewşenbîr, peywira wê\wî çî ye an jî divê çi be? Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim li ser van pirsan bisekinim.
Li gorî E. Saîd divê rewşenbîr li hemberî qalibên qiştî yên civakê tim bi fikar be û wan li bêjinga aqil û rexneyê bixe. Li gorî J. P. Sartre jî rewşenbîr ew kes e ku pozê xwe dixe her qulî ku wê\wî eleqedar nake, hemû nirx û darazên heyî li bêjinga rexneyê dixe. Li ser meselê Sartre wan kesên ku di çêkirina bombeya atomê de tiliyên wan hene û li ser dişixulin ne weke rewşenbîr weke zanyar bi nav dike. Lê wexta ku mirovên zana hay ji talûkeya vê tişta ku çavê xwe jê re girtibûn bûn şûnde bicivin û raya giştî li hemberî bikaranîna vê bombê hişyar bikin, manîfestoyekê binivîsin û îmzeyê biavêjinê ew çax dibin rewşenbîr. Li vira em dibînin ku rewşenbîr ji bûyerên ku diqewime an jî pêkan e ku biqewime xwe berpirsîyar hîs dike û li gorî vê berpirsîyarîyê jî tev digere an jî divê tev bigere. Ji vir jî em fam dikin ku yek ji egera rewşenbîrbûnê berpirsîyarbûn e. Ji bo meriv meselê baş fam bike dixwazim bi kurtasî behsa bûyera Dreyfus û nameya Emile Zola bikim.
Bûyera Dreyfus li Fransayê diqewime. Lehengê vê bûyerê Alfred Dreyfûs, di 1859an de li bajarê Mulhouse ya Fransayê tê dinê. Dreyfûs bi eslê xwe cihû ye û ji ber sûcekî ku wî ne kirî ye bes ji ber eslê xwe rastî cezayeke giran tê. Dreyfûsê ku leşkerê artêşa Fransayê ye bi sîxûrtîya Almanan tê tawanbarkirin. Danişîna Dreyfûs di 22ê kanûna pêşîn a 1894an de çêdibe. Pişt re wî dişînin Girava Şeytên ku heta dawîya emrê xwe dê lê bimîne. Alfred Dreyfûs ji ber ku cihû ye wê demê gelek kes bêyî ku rastîya meselê bizanin wî weke sîxûr bi nav dikin. Piştî ku Dreyfûs dişînin giravê û şûnde eşkera dibe ku yê nameya ji Almanan re şandîye ango yê sixûrtîyê kirîye leşkerekî din ê Fransayê ye, ne Dreyfûs e. Lê tevî vê jî tawanbarê esil ji cezayê difilite û mehkumîyeta Dreyfûs dewam dike.
Piştî vê bûyerê, Emile Zola di 13ê kanûna paşîn a 1898an da nameyekê dişîne ji serokkomarê wê demê re. Name bi vê hevokê dest pê dike: “Tawanbar dikim!” Bi vê helwesta xwe Zola li hemberî vê neheqîyê bêdeng namîne û weke bertekeke rewşenbîrîyê vê nameyê dinivîse. Zola xwe ji vê rewşa ha berpirsîyar hîs dike û bi wêrekî vê nameyê weke şeqamekê li rûyê îktîdarê dixe.[1] Li gorî Sartre ji wexta bûyera Dreyfûs ve rewşenbîr dibin nevîyên fîlozofan. Li gorî Saîd jî di dîroka modern de bêyî rewşenbîran ne şoreşek ne jî dij-şoreşek qewimîye, ji ber wê jî ew jî rewşenbîran weke dê û bav an jî zarok û xwarzî\birazîyên tevgeran dibîne. Ew jî weke wan di rêça mezinên xwe de dimeşin, ji rastîyê nayên xwarê, ji qewlî Kant ve aqlê xwe teslîmî kesî nakin, li hemberî tadeyî, zilm û neheqîyê xwedî seknek in, di kemilîna şexs û civakê de xwedî peywirek in, bi fikr û tevgerên xwe ji bo rewşenbîrîyê pêşengîyê dikin, li hemberî darazên kufnikî û derewên îktîdaran hişyar in. Ango li gorî Saîd rewşenbîr bi sekna xwe mirovan aciz dikin, sedema acizîyê ne, kêm caran kêfa mirovan tînin û jixwe ne hewce ye kêfa wan bînin jî.
Rewşenbîr ji alîyê tu kesî an jî tu hêzî ve nayê peywirdarkirin. Ji qewlî Sartre û Saîd ve rewşenbîr payeya xwe ne deyndarê tu îktîdarê ye. Li gorî Saîd şikênandina nîrên ku hişê mirovan dîl girtine peywireke rewşenbîr e. Li gorî wî rewşenbîr bêyî ku xwe nêzî partîyekî bibîne an ji kîjan welatî be an jî ji kîjan neteweyî be wexta mijar êş û tadeyîya ku li mirovan bên kirin be divê ji rastîya xwe danekeve. Saîd nimandina rastîyê jî li rewşenbîr bar dike, ango rewşenbîr ew kes e ku hunera nimandinê li xwe ferz kirîye û vê ya jî ger bi rêya nivîsê ger bi rêya axaftinê û hwd. pêk tîne. Ew çax em dikarin bibêjin ku rewşenbîr ji alîyê aqil (aqilê ku Kant jî dibêje ku ne ji kîsî xelkê ye) û wijdanê xwe ve tê peywirdarkirin, ew tenê deyndarê wan e û di ser de deyndarê rastîyê ye(heqîqet), rewşenbîr hewce ye xwe ji ser rastîyê nede alî û tim a rast bibêje ango “parrhesîastes” (bêyî fikar bi wêrekî heqîqetê dibêje) be. Îktîdar ji rastîyan hez nakin û yên ne şelaqê wan bin ne li ba xwe ne jî li cîyekî din naxwazin bibînin. Saîd vê ya pir xweş îfade dike û ji ber wê jî rewşenbîr weke penaber, muxalîf, keseke marjînal bi nav dike. Li gorî wî rewşenbîr heqîqetê dibêjin, ji ber wê jî zahf nayên hezkirin ne ji alîyê îktîdarê ve ne jî ji alîyê pergala wan ve.
Sartre kesên ku şelaqîyê ji îktîdarê re dikin weke rewşenbîrên qelp bi nav dike. Rewşenbîrên qelp ango yên xwedêgiravî weke rewşenbîr tên binavkirin ew kes in ku di esasa xwe de tenê xizmetê ji pergala heyî û bîrdozîya fermî re dikin. (ku li welatê me jî ji vana têra xwe hene). Kesên xwedêgiravî rewşenbîr in wexta bindest rastî zilmê, neheqîyê tadeyîyê bên, ji mafên xwe yên herî xwezayî bêpar bimînin û di ser de jî rastî şîddetê bên, bi dengekî sistopisto ji vê rewşê ra dibêjin na ev ne rast e lê ji vir û pê de ji bo rewşa newekhev û ne adil ji holê rabe serê xwe zêde naêşînîn û nakevin nav hewldanekê. Lê wexta ku bindest ji bo mafên xwe yên herî xwezayî serî rakin, li ser navê wekhevî, edalet û azadîyê têbikoşin wê demê dengê van kesên ha bilind dibe û dibêjin em şîddetê bi tu awayî nikarin bipejirînin û em qîma xwe pê naynin. Rewşenbîrên qelp ew kes in ku şîddeta ji alîyê serdestan ve tê kirin meşrû dibînin berê xwe ji kesên ku dengê wan hatine birîn didin alî û wexta ev kesên ha dawa mafê xwe yê xwezayî dikin jî ji dêvla li ba wan bin, piştgirîyê bidin wan dibêjin ev ne meşrû ye û em vê yeka ha jî rast nabînin.
Hewce ye rewşenbîr li alîyekî be. Alîyê lê be jî hewce ye ji qewlî Saîd ve yên qels, yên nayên temsîlkirin, yên ku her tim di civakan de naxwazin bên dîtîn weke “ên din” tên binavkirin û keda wan tên mêtin be. Rewşenbîr baş hay jê heye ku heya “ên din” azad nebin ango bindest ji bindestîya xwe rizgar nebin behsa azadîyeke bi temamî, behsa wekhevî û aşîtîyekê nayê kirin. Û rewşenbîr hay ji derewên bîrdozîya fermî jî heye, divê wan eşkera bike û ji bo mafên hemû bindestan bixebite. Ji bo vê xebata baş bê kirin jî Sartre rêyekê nîşanî rewşenbîran dide. Rewşenbîr ji bo yên bindest fam bike hewce ye di şibakeya bindestan de li civakê binêre. Wexta ku ew bikare vêna bike hem ew ê wan baş fam bike hem jî wan ji rewşa wan haydar bike. Ji qewlî Saîd ve divê rewşenbîr bêyî ku xwe qurre bike rewşa wan a heyî ji wan re bi delalî bibêje û wan li ber meselê bixe.
Sartre û Saîd rewşenbîran li hemberî xefkên îktîdarê jî hişyar dikin. Ji ber ku her îktîdar ji bo cîyê xwe xweş bike pêwistî bi navgînan dibîne. Medya, xebatên zanistî an jî civakî, çandî, polîtîk û hwd. amrazên îktîdarê ne. Pere, statû, navdarbûn û hwd. xefk in li ber rewşenbîr û rewşenbîr divê bi van tiştan nexape û ji rastîyên ku Sartre wan weke şoreşger bi nav dike dûr nekeve. Ji qewlî Saîd ve rewşenbîr divê neyê kedîkirin, teslîmî pergala heyî nebe û li hemberî hemû xwedayên sîyasî be.
Weke encam em dikarin wiha bibêjin. Rewşenbîr divê li hemberî tu neheqîyê ne kor û lal bin, divê bîra wan ne ko be têra xwe tûj be da ku hunera xwe ya nimandinê baş bi cî bînin. Xasma jî li vê erdnigarîya me ya ku ji alîyê şînbûna fikr û ramanan ve têra xwe qelaç e hewce ye ew hem bi sekna xwe hem jî bi hizirînên xwe findê rewşenbîrîyê pêxin û nehêlin bitefe. Her çiqas em bizanin ku rewşenbîr kêm netew in jî mixabin li welatê me kêm netew jî kêm in. Ji bo em bikarin ji vê noqsanîyê rizgar bin hewce ye em bizanin xwendabûn tenê ne bes e ji bo rewşenbîrîyê. Divê rewşenbîr berdevkîya “logos”ê bikin, bibin ew “potik”[2] a ku gelek kes jê aciz in û wê naxwazin têxin berîka xwe û bibin niştecîhên mayînde li welatê fikran.
ÇAVKANÎ
Said, Edward, Entelektüel, Wergera ji bo tirkî: Tuncay Birkan, Ayrıntı, Istanbul, 2009.
Sartre, Jean Paul, Aydınlar Üzerine, Wergera ji bo tirkî: Aysel Bora, Weşanên Can, İstanbul, 2010.
Şçedrin, Saltıkov, Büyüklere Masallar, Wergera ji bo tirkî: Mazlum Beyhan, Weşanên Öteki, 1997.
Zola, Emile, Suçluyorum, Wergera ji bo tirkî: Tahsin Yücel, Weşanên Can, 2007.
[1] Li vira heger xwînerên vê nivîsê bibêjin ku çima bi taybet ev bûyer? Ez dikarim wiha bibêjim ev bûyereka navneteweyî bû û ji bo ez baştir bikarim behsa egerên rewşenbîran bikim min behsa vê bûyerê kir. Nexwe haya min jê heye ku bûyerên bi vî rengî ne tenê ji ber nijadê xwe, ji ber çand, ziman, zayend û hwd. her roj diqewimin. Gelek mirov li gelek deverên din û li welatê me jî rastî neheqîyên giran tên. Haya min jê heye ku bûyera Dreyfûs ji me re qet ne xerîb e. Ji ber ku li vî welatî kêm zêde her kes para xwe ji newekhevî, bêedaletî û zilmê digre. Û min hay jê heye ku Dreyfûsên me pir in lê Zolayên me kêm in. Ji me re jî rewşenbîrên weke Zola ku dê ji rûyê îktîdarê re bikarin û biwêrin bêjin em we tawanbar dikin pêwist in. Ji bo ku civak bikarin rêya xwe bibînin û di rêça aqilê ku dê wan ber bi rewşenbîrîyekê ve bibe hewce ye mirovên weke Zola ku qublenameya wan wijdanê wan e hebin. Wexta ku di civakê de neheqî zahf be û kes dengê xwe jê re dernexe ewçax mirov dikare bibêje ku nirxên gerdûnî û însanî rizîyane. Û her çiqas mirov bixwazin xwe ji neheqîyên heyî û berbiçav dûr bigrin û bêdeng bimînin jî esil gerek bizanin ku ew jî berpirsiyar in ji rewşa heyî.
[2] Di pirtûka Saltikov Şçedrîn a bi navê “çîrokine ji mezinan re” de çîrokeke bi navê “wijdan winda bû” heye û di wê çîrokê de nivîskar wijdan şibandîye potikekê ku li kuçeyan e û gelek kes wê naxwazin têxin berîka xwe.
(DA/FD)