Carinan wêje ji cîhana hundirîn a takekesî diherike, carinan jî bîranîna gelekî hildigire. Rêwîtiya nivîsandin û ramanê ya Roger Acun li ser xaçerêya van her du qadan wateyekê bi dest dixe. Ev rêwîtîya ku bi helbestê dest pê kir, bi akademiyê kûr bû û bi rexneyê gihîşt, yek ji qonaxên girîng ên wêjeya Kurdî ya nûjen nîşan dide.
Roger Acun di sala 1984an de li Mêrdînê ji dayik bû, di sala 2004an de xwendina xwe ya lîsansê di Ziman û Wêjeya Tirkî de li Zanîngeha Dîcleyê qedand û bi notên bilind mezûn bû. Eleqeya wî ya akademîk ber bi ziman û wêjeya Kurdî ve çû û di sala 2016an de bi teza xwe ya bi navê “îmaj Di Helbesta Kurdî ya Modern Da” ji Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê mastera xwe wergirt. Di sala 2024an de, teza xwe ya doktorayê ya bi navê "Rexneyên di Romana Kurdî ya Dîyasporayê" da li Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê bi serkeftî parast û doktoraya xwe wergirt.
Roger Acun rewşenbîrekî ye ku karê wî ji xebatên akademîk wêdetir diçe. Di navbera salên 2007 û 2009an de, wî du bernameyên çand û hunerî yên heftane, “Düşlerin Beşiği” û “Okuyan Us” ku li ser kanalek televîzyonê ya taybet dihatin weşandin, hilberandin û pêşkêş kirin, û bi rêya televîzyonê wêje û ramanê anî qada giştî.
Acun, ku heta niha çar pirtûk çap kiriye, helbest, nivîs û gotarên wî di rojname û kovarên cûrbecûr de hatine weşandin. Ji bilî ku ew akademîsyenek e ku di warê ziman û wêjeya Kurdî de dixebite, ew di heman demê de helbestvanek e ku helbestê wekî şêweyek hebûnê dibîne. Berhemên Roger Acun ên çapkirî ev in:
Ayın Öteki Yüzü
Mehsera Evînê
îmaj Di Helbesta Kurdî ya Modern Da
Şevçira
Pirtûka wî ya yekem, Ayın Öteki Yüzü di sala 2006an de ji aliyê Weşanên Berfin/Kora ve bi zimanê Tirkî hate weşandin. Ev berhem ji helbestên ku bi zimanekî lîrîk û sembolîk hatine nivîsandin pêk tê. Mijarên evîn, êş, tenêtî, dem û mirinê bi kûrahiya felsefî têne vekolandin. Hin rêz ji Ayın Öteki Yüzü bi zelalî pirsên hebûnî yên di cîhana hundirîn a helbestvan de eşkere dikin:
Ertelenmiş acılarla yüzleşiyorum/
ömrün köşe başlarında/
her kışın zulasında
biraz daha zulüm/
her bahar buhranlarla gelir/
ve şafakla beklenir ölüm/
ölüm ki en çok rüzgâra benzer
Müebbet yalnızlıklara mahkûmum/
ömrüm bir kum saatinde tutsak/
sağır gecede sesini duyuyorum/
ömrün takviminde rüzgâr mı esiyor/
ki yüzümün aynasında
yılların peşi sıra infazını görüyorum.
Mehsereya Evînê, ku di sala 2012an de ji hêla Doz Yayınları ve hatiye weşandin, pirtûkek helbestan e ku ji hêla Roger Acun ve bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin. Ev berhem mîrata estetîk a çanda Kurdî bi şikestinên hestyarî yên jiyana modern re tîne cem hev. Evîn di pirtûkê de hem wekî agirê pîroz û hem jî wekî êşek şîrîn tê xuyang kirin. Pirtûk bi van rêzan dest pê dike:
De were dade agirê mehsera evînê/
şad bîke dilê wêran ê qozaxên sîng sedef /
keçên por xalek / û xatûnên enî deqkirî /
De were bake tarîya şevên kanûnê/
stranêndengbêjên deng xweş/
awazên bilûrên kevnare/
pîremêrên bawî/
û dûmana qalûnê /
li odeyên bêdawî...)
Di van helbestan de, kevneşopiya dengbêjiyê, bîranîna mekan, evîn û melankolî bi hev ve girêdayî ne. Helbesta Acun rabirdû û niha di heman asta metaforîk de tîne cem hev.
Pirtûka Roger Acun, îmaj Di Helbesta Kurdî ya Modern Da, ku di sala 2018an de hatiye weşandin, yek ji girîngtirîn berhemên wî yên akademîk e. Ev berhem lêkolînek berfireh li ser wêne, metafor, sembol û avahiya estetîkî di helbesta nûjen a Kurdî de pêşkêş dike. Bi rêya analîzên helbestên Arjen Arî, Berken Bereh, Fatma Savcı û Gulîzerê, rola avakirina wateyê ya wêneyê bi berfirehî tê nîqaşkirin. Pirtûk ji bo kesên ku li ser helbesta Kurdî dixebitin wekî çavkaniyek referansê ya girîng xizmet dike.
Pirtûka çaremîn a Roger Acun, Şevçira, di sala 2025an de ji aliyê Weşanên Peywend ve hate weşandin. Ev berhem ji nivîsên akademîk û gotaran pêk tê ku gelek mijaran vedihewîne wekî semantîk, felsefeya ziman, asîmîlasyon, romana kurdî, îronî, folklor û helbesta modern, erotîzm, motîfên di çîrokên perî yên kurdî de, helbesta Arjen Arî, xeyala Berken Bereh, evîn di helbesta Rênas Jiyan de, şopên zordariyê di helbesta kurdî de, têkiliyên patronajê, û estetîka Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî. Şevçira nexşeya herî fireh a cîhana rewşenbîrî ya Acun pêşkêş dike.
Îro, Roger Acun navekî ye ku di warê ziman û wêjeya Kurdî de xebata xwe didomîne; bi helbestên xwe hestan, bi xebatên xwe yên akademîk ramanan û bi nivîsên xwe jî bîranînan zindî dihêle. Di nivîsên wî de, kevirên kevnar ên Mêrdînê li kêleka fikarên cîhana nûjen radiwestin. Ji ber vê yekê, wêjeya Roger Acun ne tenê ji bo xwendinê ye; ew di heman demê de ji bo fikirîn û hîskirinê jî ye.
(AÖ/AY)

