Derz
Tu di nav çîrokê de jî
Wek wan bêjiyên gedê xelkê,
Kevirek di dest de,
Dîsa li ber paceyên çavên min ên bêderabe disekinî
Ji bo ji jor ve bînî xwarê.
Dizanî wan paceyan li ruhê min vedibin
Tu li ber disekinî û bi bişirînekê tînî xwarê
An tu her tim
Wek wan qurmiçîyên gedê cîranan
Li dû gogekê yî û didî ber pihînan
Lê ew gog,
Her tim tê, li, paceyên min hêrsa xwe dişkîne.
Tu
Delalîkê dilê min ê herzeman î!
Tu kevirê destê zarokekî
Li ber paceyên çavên min ên kildayî,
Di hemû çîrokên min de.
Ma ne, derza çavê min, ji te maye ji min re
Wek xelatek!
Parçebûna ruhê min ê wek welatek
Bi te re hinekî din jî hûrhûrî bûye.
Loma hinekî şikestî dibînim ji te û vir ve
Ji cameke derizandî…
Du heb neynikên şikandî ne çavên min
Di nav tasekê de
Li çi binhêrim êdî
Hûrhûrî…
Parçe parçe…
Zûda bû ku min Gulîzer nexwendibû û helbestên wê yên dawî meraq dikir. Jixwe dema mirov helbestnûsek jin be, helbestnûsên jin ên din pirtir meraq dike. Tîrêjên awirên Şahmaranê yên helbestî, mirov bi hev ve girê dide lewre. Dema mirov helbestên hev dixwîne jî xwe wek ku mirov di zeviyek nas de dimeşe hîs dike. Ew zevî tije mayîn, tije stirî û çal be jî nas e, xweş e. Îja helbestên Gulîzerê yên ku min wan ji dîwanên wê yên bi navê "Keziyên Jinebî"* û "Bûka Baranê" xwendibûn; vê carê, bi ez û hemû jinên ruhê xwe, di hayûhoya pêşangehê de derketin pêşberê min. Gulîzera ku xwezil li wir bûya, xwe û me bê helbest nehîştibû û dest danîbû ser mijareke gelek girîng... Mijara pirjiniya di hundirê jinan de…Pirbûna jinan a di nêv jinekê de... Pirkesbûn û pirdengbûna di ruhê jinan de…Haho! Çi wêrîn û qêrînek mezin, çi reqsek bi rim, xencer û şûjin.
V-Gurmîn
Kes nizane
Bi nexşên dora xawliyekê,
Ev dinya çiqas dixemile
Tenteneyek e, guhertina rengê perdeyek e, xaliyek e
Nexşên dora devê lihêfekê…
Çiqas gurmîniyên mezin tîne ji kûrahiyan.
Gurmînên derewîn,
Wek kêfên xapînok
Jiyanek, li ser navê hinekên din, bi destên hinekên din dijî
Biyanîbûna xwe ya ji xwe re, bi destê xwe dixemilîne
VII-Feq
Jinek ku torekê çê bike di nav mejiyê xwe de
Ji bo jineke din
Wek tora pîrikekê,
Xelasiya wan ji hev tuneye
Divê ew jin bikevin feqên hev rojekê…
VIII-Peyam
Toqeyek reş a di halê xwe de
Bi perdeyek ve daleqandî maye
Peyamek bi dizî ye, ji jinek
Bo jineke din.
Hinek pistepistên bêdeng hene
Hew jin, ji jinan dibihîzin…
Van risteyên şilfîtazî, jinbaweriyekê jî nîşan didin. Jinbaweriya ku carna wek tiqetiqa cezûyan, carna wek newenewa pisîkan, carna wek bêdengiya nexş û tenteneyan, carna wek dilopên baranê û carna jî wek reqereqa ewran li dinê direqise. Mirov fêm dike ku helbestvan bi qalibokên reben ku hema her tiştê jinê wek bêhêziyê binav dikin û dixwazin bi şibandina mêran/nêran ji wan re kurk û textekî çêkin jî poz nake. Kêmûkurtiyan jî wek kompleksa biçûkxistin û biçûkdîtinê na, wek rewşek kenawer a ku bi hêza li pişt xwe veşartî bawer e dibîne. Behsa jinanî û jinikokbûnê, behsa wê hêza mezin, narîn û li çîrokên li nava malan kerr û lalbûyî dike.
Û em gihîştin ber dergehê "Ez û Hemû Jinên Ruhê Xwe"
(Çend dengên ji nav heft û heşta civata jinên ruhê min,)
I-Xumam
Ez û hemû jinên ruhê xwe,
Me da dû te
Qefle bi qefle!
Xumam î tu hinekî xumam î, xumam!
Hinekî kêm, bêxwê
Çawa bêjim ne temam.
Hinekî bê henek lo!
Bê tasewas, bê guman
Hinekî dûr, hinekî sala nû yî
Bê toz û bê dûman,
Hinekî naşî.
Zanim,aliyekî ji alîyekî te, gazî min dike ji bo gunehan
Ji alîyekî de jî, min didî eşhedê,ji bo werim ser dîn û îman
Xumam î tu xumam!
Ji aliyekî ve, şeveke ji hezar û yek şevan
Dipispise çavên te, ji min re, bêpîvan.
Ji alîyekî ve sicadeyekê radixe ber min, min dide selewatan
Carna destê te vekirî, evîn difûre ji sînga te, ji erdê heta ezman
Carna hêvî dide min, min xilas dike di nava çalakîyekê de
Ji nav destê serdestan
Carna jî bi çepilê min digre, min davê ber destê bindestan!
Carna haziriya dîtina te dikim, bi kêf û seyran
Direqise ruhê min, dilerize li ber def û zirnê
Di nav fîstanekê bêmeleqof de, yê serê dawa wê bisîwan
Paşê di cî de dişkê kêfa min
Dîsa dibim ji bask û milan.
Carna nêrîneke te,herdû guliyên min, li dora stûyê min digerîne
Min dibe ber sêdareke bêîman,
Li ba dibim, dilba dibim
Kaos û geremol û qiyameta di nav jinên hundirîn, an jî jinên li dinyaya rûhîn, çiqas zelal û bêminet dixwiyê, çiqas rehet! Lê bes ên ku dikşînin dizanin çiqas zor e, çiqas canbazane ye, çiqas dijwar, har û fetisok e. Her kes dibê qey"jin", hew"jin"e! Zayendek, mirovek, kesek, kurdek, faniyek, cinek, şeytanek, melek û gunehkarek! Jin e yanî, jin! Tenê nav û nîşanek ji nav nav wan nav û nîşanan dibîne an jî qebûl dike, jixwe zêdetirê wê, ne jê tê, ne jî dixwaze hîn bibe an bibîne! Lê wey li wê ya ku di nava wê derya agir de soberî dike, ji nav têlstiriyan gulan, ji nav hestiyên li dolaban veşartî stranan şa dike…
X-Xilmaş
Ez û hemû jinên ruhê xwe,
Me da dû te
Qefle biqefle!
Min bêriya te kir dîsa
Ez û hemû jinên ruhê xwe.
Bi ya bidekûdolab, bi ya timbigazin û şindilandî re
Û bi ya bipoz û timponijandî re
Bi ya devliken a ku kenawêhebhebî re
Me, bêriya te dikir,
Bêriya destdayînên te yên şayîk û bi tirs…
Min bêriya te
Bêriya çîroka me ya herimandî, herembaz û her tim
Bi herênayê dikir
Ya bi birîn, bê bawerî, bizdonek, bêtixub-bixamî-
Bixirecir-bixisar-bixumînî-bixof-bêxwedî
Bila be ma
Kê gotiye çîrokên pîroz xweşik in,
An çîrokên xweşik pîroz in?
Bêriya çîroka me ya demikandî û derizandî dikir
Ez û hemû jinên ruhê xwe
Me li ser te sond dixwar her car
Jina bisondûselewat,û ya cazûya tim li dû sêr û niviştan
Jî di nav de
Me bi serê te sond dixwar her car
Sonda me li me vedigeriya,
Îcar me sonda te dixwar
Ji ber ku em hinek din jî kêm dibûn bê te
Jina herî serhildêr a ruhê min, radibû
Serî dikişand û li te digeriya
Hestên evînî wenda dibûn, ro li wan digeriya
Govenda evînî bê te şaş digeriya
Destê mirov ji helbestê nebe jî, digel xumexum û zimezima li nêv dinyayên jinîtiyê, desmalek spasiyê diçe ba helbestvana hêja. Dê bi tembûra dilê jinên bibask û perwaz, ev helbest bigihîjin roj û şevên dilgeş û bimiraz…
(MR/FD)
*Weşanxaneya Dara