Carna mirov şaşwaz dibe, dişkê di şûşeyek kevnar a ku dapîr û bapîran jê re digotin "qirilmez” de (Nizanim çima piştî ku em hînê tirkî bûn û me fêm kir ku meneya “qirilmez”, "naşkê” ye jî navê wan şûşan ”qirilmez” ma. Piştî ku şikîyan jî her wisa man, qirilmez…). Lew mirov pê dihese ku ew jî ji “wan” bûye, wek wan bûye. Tenê em xapîyane û me gotîye qey ew dost ne ji wan e, ji me ye, wek me ye. Dilê me gotîye qey ew jî wek me hîs û hez dike. Ew jî ji tiştên ku em hez dikin hez dike, ji yên em hez nakin jî hez nake. Dilê me gotîye qey ê wî jî dil û ziman yek e. Wek gulek baharê tim bi hev re vedike. Dil cuda ziman cuda kar nake. Ew jî wek me dijminê dijmin û tarîtîyê ye, hevalbenda/ê ronahîyê ye.
Mirov vediciniqe! Wey! Ez çiqas saf bûme. Nexwe tiştên hatine gotin û wek firîna refek pepûle hevaheng û durust xwîya bûne, ne welê bûne. Kirêt bûne. Bi hîle, durû belkî çarrû bûne. Wey! Wek ku perperok jî bi mirov re vediciniqin û dibizdin dikevin erdê. Nexwe te bi tiştên sexte bawer kir! Te got qey ew der û demên dostanî ji sofra şêran bûne. Lê sofre sofra zexel û çeqelan bûye û tenê tu xapîyay. Ew zanibûne ku çi dikin û çi nakin û çiqas win dijberên hev in, çiqas ne wek hev. Tenê tu nizanibûy, tenê tu bê hay bûy.
Şûşên qirilmez dişkên hahoo! Dostanîyên qirilmez… Hevaltîyên qirilmez, evîn û bawerîyên qirilmez. Agir bi fabrîqeya wan qirilmezan bikeve!
Şexsîyetên qirilmez jî dişkên û di şeva neşikînî û qirilmezîya xwe da tik û tenê dimînî. Heyfa te ku te digot qey qirilmez e her tişt. Wek te naşikê. Wek wan şûşeyên li zaroktîya te. Belkî jî ji ber ku dapîr û bapîran pir behsa wan û neşikînîya wan şûşeyan kiribûn û wan ji ber çavên te kêm nekiribûn tu jî bûbûy yek ji wan şûşeyan, ji qirilmezan… Welê bû ku êdî te bixwesta jî nedişikîyay, her wek xwe, her li ser soza xwe dimay. Belkî hevîrê te di wan şûşan
da vestirabûn. Hema qirilmez û qirilmez! Ka carek tu jî bişkê lê! Her tiştî jî bişkîne bi xwe re li bin guhê erdê bixe. Agirek jî berde fabrîqaya wan a ku ji dilsozîyê çêkirine.
Lê nebû, nabe. Tu her wek xwe dimînî. Her wek xwe bimîne. Qirilmez…naşkêê…bimîne lê carek din nebêje qey ew jî wek te ne. Dev û dil, hiş û jîyan yek e. Zanibe ku şûşên sozên wan bo şikestinê ne. Şexiyet û sozên wan ne ji şûşên ku naşkên e. Na belkî wan hay jî ji şûşên welê nîne. Loma bi gotinên xwe her tim şûşên bawerîyê dişkînin, ên dostanî, xwişkîtî û biratîyê…Wan ne şûşe ne dostanî, xwîşkîtî û biratî û ne jî şexîyetên qirilmez hene. Xem nîne. Bila welê bin. Bila ew jî welê bin. Bes divê mirov jî êdî baş haja xwe hebe û dil, aqil, kesayet û kar û şuxul bi şûşeyên ne saxlem û zexel re mijûl neke. Yanî qaz bi qazan re baz bi bazan re…bifirin bila êdî. Lewre ne qaz baz e ne jî baz qaz e. Tu car nikarin bibin wek hev û cîhên hev bigrin jixwe.
Îja ji qewlê Licîyan va ecêba giran ew e ku, şûşeyên neşikên/qirilmez ên li zaroktîyê jî bela xwe ji mirov venakin û her li pê mirov in. Ha way refek ji wan refên darîn tije ye bi wan şûşeyên dapîrîn! Ha vay li vir ba û bahoz radibe her tişt dikeve xwarê û dişkê, lê xema wan şûşan nîne. Her saxlem her wek xwe dimînin, qirilmez. Naşkê. Bes e ji destê van şûşeyan û saxlemîya wan jî lo. Lê dîsa jî xweş e, pir xweş e neşikênî. Em ê qet neşkên, xwe li tewşê nexapînin.
(MR/AY)







