Fotograf: Canva
Xwînerên neqandî, nivîskarên dest bi qelem, ez ê ji wer behsa tiştikeka ku dibe qurbana kompîteran bikim. Navê vê tiştikê qelem e. Hun neqandî ne, çimkî hun bi peyva pênûsê jî hesîyane. We ji bavê xwe zêdetir kirîye. Wa ye we dît ez ê behsa vê belengazê jî bi pişkokên kompîterê bikim. Wîkîpedyê vê sibê ji mir got; ‘kalem jî ji kelemê tê ku kelem jî tê wateya darikê serê wî tûj an jî dirî.’ Mesela kelemê ket serê min, erê wele. Qelem dibin kelem îroroyîn û di çavên hinan re derin,wan şerpeze dikin. Heke ev hin kor bûbin dehî dinê, çare yek e; heq e nivîskar qelemê di dereka wan rabike û hun sax!
Qelem ji şagirtan re heval in. Bi wan re car heye mekteban temam dikin, dibin 4 5 salî û talî berî xwendekar perwerdehîya xwe kuta bikin, ew jî bere bere ji hev dikevin, xera dibin û hew bi kêrî nivêsê tên. Qelemê yekî hinkî karaktera însên dide dest. Yên qelemê girîşe û giran digirin dest xwe ego qerase ne; yên radijin qelemên rengxweşik û saxlem karên xwe baş dikin û yên hema çi qelem bi ber wan bikeve bişuxilînin roj hene karê xwe çawalêhato dikin esse!
Hin qelem hene bêyî wana motîvasyona yekê namîne. Meselen ê min wextê lîsayê ne ji wê ‘qelema min a ‘fabirkastel a kesk a bi 5 wereqan’ bûna, nakeve serê min ez ê li dersan huqa bişuxilîyama. Min bi xêra wê qelema xwe ya kesk û qarîzma problemên matematîkê zûtir ji hev derdixistin. Roya qelema min ne xwiya bûna dilê min ji dinê sar dibû, min berdida hevalên xwe gişa wexta dihatin ji bo ji wan re pirsên wan ên dersa kîmya û matematîkê çêbikim.
Nebêjin qey kula vê qelema kesk daye dilî û rabûme çîroka wê ji we re dinivîsim. Ne wilo ye. De ka guhê xwe mîç bikin û li çîroka asas godarî bikin neqandîno;
Rokî xwedê kir qismet min ji qelemkî gewr î ne boz hez kir. Ew ne boz bû çimkî hingî feqîrê ji min re kar kiribû spîçolkî bibû.
Adara sala 2019an min bi çengurê rebenê girt, ew avêt çentekê xwe yî qehweyî û berî da balafirgeha Barcelonayê. Ez ê biçûma Amedê. Ma ka meriv meha Adarê bê qelem derbasî qapîyê welêt dibe rihme!? Heke xwedê neke ez bê qelem û nîvdefterkê daxilî Amedê bibama dê ha wê meha pîroz a tije enerjî, cejn û çalakî bi min veda û wê teqez qeda bi min biketa.! Ev tecrûbekirî ye. Min mirovên toqa naletê li sutî pir dîtine, çimkî wan bi ya paytextê nekirîye, guh nedane bûyer û qewimînên li vî bajarî. Bêlome be, niha çiqa zor e wexta bajarê yekî tifî yekî dike her Adar!
AY YADÊÊ, QELEMA MIN A CÛNIK BIRIN!
Keçê waa yadê, qelema min a cûnik dibin
Nîvroya 8ê Adarê ye, me xwe girê daye, bi we berê me li ku ye!? Rast e we pê derxist, em derin qada îstasyonê ji bo em jî tevlî mîtîngê bibin. Pîrek û keçik ji cadeyan dikişên meydana konserê. Du nuqtên kontrolê yên polêsan hene li pêşîya me. Wey ne selamin aleykum îsal jî!?
Ne lazim min berê xwe da nuqta ku zêde kes lê nîn bû, li wira polêsên nêr miletê hebo hebo kontrol dikirin. Hema min wek navê xwe zanibû wê îşê xwe ji min neynin û berê min bidin nuqta jinikan. Ma wê çawa jinekê li ber çavê xelkê bipelanda, te hew dît destmêja wan a hertimteng an jî qahfê wan ê beroşî got qurp û şikîya. De wer û safî bike vê rezîlîyê îja…
Erê min hawê polêsan nas dikir, lê hobîyek min a ecêb hebû;
-Li mîtîngên em li welêt çêdikin pirsên tewşo mewşo ji polêsan dikim.
-Li ser meselê dipirsim ji wan ‘pardon, ez ê ava îmanê ji ku derê bistînim?’Qirik li min siwa bûye nema dikarim bilîrînim.
-Li cem we gezik simît maye gelo? Dikim ji nêza bikevim.
-Cejna we pîroz be!
Werhasilê ez wan dixim şûna însanan. Qapaxa serê wan diavêje kengî ez bi nermikî bi wan re dipeyivim. Wek hawê min sixêf ji heft sed bavê wan kiribe li wan tê. Çi qomîk in!
Her ku ez wan li rastê welêt dibînim, wa ne ji acizî bi telfonê xwe dilîzin, dilê min bi halê wan dişewite û wan dikim objeyên hobîya xwe ya ‘mindfucking’ ,‘serobino kirin, ‘ji dîn û îman derxistin’...Ez bi xwe nikarim ma çibkim, hîna xwîna min dikele!
Îja li nuqtekê ji van, polêsa jinik a porzer û ser mazmazîk kulma qelemên min ji min stend. Min got çima, got belkî tu diruşman binivîsî li qadê.! Di nav vê qevda qeleman a min a gewr jî çû. Ew birin li kêleka al û hestên komkirî raxistin. Wê kêlîyê ez bi êşa qelema xwe ya favorî zêde nehisîyam. Lê piştî li qadê me têra xwe li hev godarî kir, me xwe hejand û soza ferecê ji hev re da û em belav bûn, min destê xwe avêt binê çenteka xwe yaboo ez rût kiribîn wan bêbavan law!
Heta min neçû ji cada Aydinlara Ofîsê yeka xwe nestend ebeden ez bi tu deverê ve neçûm wê roja jinan a hanê!
Gavê ez li malka xwe ya ‘El Carmelo’ me. Îro wexta min notên xwe dinivîsî şûna qelema min a cûnik pir bi min xuya dike. Ew;
1-Herkes zane gewr bû, hebbikî spîçolkî bibû ji keda helal
2-Sivik bû, zevta wê xweş bû. Di serî de tiştikek nîn ba jî min dixwest bi wê, hevokên eletewş binivîsim hema yeter bira ez bi wê bigirim û pê bilîzim. Bêhna min pê derdiket edetî.
3-Reş dinivîsî. Ez pir jî li ber rengê nivîsîna wê dikevim; qelemên malê giştûk şîn dinivîsin. Ka qelema ku wek herkesê şîn binivîse ji çi re dibe rihme li dê û bavê we? Ez qet ne Êzidî bim jî, ha di vê mesela mora şîn de, kesîn etik û metikên min Êzidî bûn têra xwe.
4-Navê oteleka Bêrûdê li ser bû. Nayê bîra min çi otel bû, lê bêhna ku li serê bêvila min bibû bela ji bîra min dernediket. Kesî xerîb di nav me de nîn e ji xwe; qelema min a cûnik bêhna pevşabûna bi “Madrileño”yê xweşmêr dianî bîra min. Ma ji vê xweştir? (MA/FD)