Herî dawî di sala 2019an de li Amedê Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê li dar ketibû. Piştî wê, him ji ber koronayê him jî ji ber kayûm li şaredariyên HDP û BDPê hatibûn tayînkirin, ev festîval pêk nehatibû.
Piştî 3 salan, îsal dîsa li Amedê FîlmAmed bi rê ve çû. Çend xal hene ku em dikarin festîvalê bi wan xalan penase bikin: Yek jê mijara zimanê dayikê, yek jê nîşandana fîlmên ji Rojhilat û Başûr û peywendiya di navbera sînemagerên kurd, ya din hejmara derhênerên jin, kêmbûna derhênerên ji Bakur, têkoşîna jîngehparêziyê ya li Tirkiyeyê, bîra dîrok û erdnîgariya Kurdistanê û hin xalên din…
27ê Îlonê, roja Çarşemê roja yekem a Festîvalê bû.
Merasîma vekirinê li salona Şanoya Bajêr a Amedê li dar ket. Fîlm jî ji xwe li vê Salonê, her weha li salona sînemayê ya Bezgîn Bekîrî û hewşa Zarok Mayê û ya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê hatin nişandan.
Fîlmamedê dest pê kir
Roja Çarşemê, beriya bername dest pê bike, gelek kes li ber avahiya Şanoya Bajêr a Amedê kom bûn. Gelek sînameger beşdarî vê bernameyê bûn. An fîlmên wan wê di Festîvalê de bihata nişandan an jî ji bo Festîvalê bişopînin ji deverên cuda hatibûn Amedê.
Li nava komê hejmareke zêde ji rojnamegeran hebûn. Di nava wan de rojnamegerên li Amedê di dezgehên cuda de kar dikin bêhtir bûn. Hin rojnameger jî ji bajarên cuda, ji bo festîvalê bişopînin hatibûn.
Ji ber ku piştî 3 salan bername dihate li dar xistin, Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn gelek bi baldarî bername amade kiribû û ji bo birêvebirina vê bernameyê jî bi baldarî tev digeriya.
Endamên Komeleyê, her weha bi alîkariya şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê ku salona wan mazûbanî ji bernameyê re dikir, ji bo razîbûna mêvanan û her weha birêkûpêkiya bernameyê, gelekî hewl didan.
Dema ji bo bernameyê em derbasî salona şanoyê bûn, cihê rûniştinê tijî bûbû û li ser pêyan jî gelek kes mabûn.
Sansur û Yilmaz Guney di rojevê de bû
Şeva destpêkê fîlmê bi navê “Zimanê Dayikê” yê derhêner Serkaw Mesgariyî hate nişandan. Beriya fîlm bê nişandan, derhêner Metîn Ewr derket ser dikê û axavtina destpêkê kir. Ewrî behsa girîngiya FîlmAmedê kir. Her weha bal kişand sansura li ser sînemayê û çand û hunerê. Di wê roja FîlmAmedê dest pê kir, li Antalyayê ji ber fîlmê derbarê kesên piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ya 2016an de ji karên xwe hatibûn îxrackirin wê bê nişandan, nîqaşeke mezin dibû. Fîlm wê di Festîvala Fîlman a Pirteqala Zêrîn de bihata nişandan. Lê ji ber ku Hikûmeta AKPyê bertek nîşan da û xwest fîlm neye nişandan, mijara sansurkirinê careke din di rojeva Tirkiyeyê de bû.
Di atmosfereke bi vî rengî de, li Amedê bêyî ku sansur hebe, festîvala belgefîlman dihate li dar xistin. Ev mijar bi reng û şêweyên cuda di rojeva Festîvala FîlmAmedê de bû. Beşeke beşdarên ji derveyî Amedê, guhekî wan li wê nîqaşê bû. Lê hin beşdarên ji Amedê hêleke din vê nîqaşê anîn rojevê. Li gorî nêrîna van kesan, festîvalên mîna Festîvala Antalyayê ji xwe fîlmên kurdî û kurdan qebûl nakin û ew bi xwe sansurê dikin. Ji ber wê jî divê ev mijar ne di rojeva sînemagerên kurd de be.
Ne tenê ev mijar di rojeva beşdaran de bû. Nîqaşên derbarê Yilmaz Guneyî de jî bi rengên cuda cuda kete rojeva FîlmAmedê. Derhêner Metîn Ewrî di axavtina xwe ya şeva destpêkê de behsa vê mijarê jî kir. Wî bal kişand li ser axavtina Yilmaz Guneyî ya li Parîsê kiriye ku digot, “Teqes em ê bi ser bikevin.” Metîn Ewrî jî digot: “Pergal dixwazin bi talanê welatê me xera bikin û ziman ji holê bidin rakirin. Sansurên tên kirin jî nîşan didin ku karê me çiqas girîng e. FîlmAmed helwesteke li dijî sansur û talanê ye û li ber xwe dide. Dema ku êrîş li Yilmaz Guney tê kirin, Yilmaz Guney derhênerekî berxwedêr e û di sînemayê de xwedî helwestek e. Pergalên heyî êrîşî bîr bawerî û nasnameya wî dikirin. Weke ku Yilmaz Guney jî got, ‘Çi dibe bila bibe em ê teqez bi ser bikevin’. Em jî dibêjin sînemaya azad dê teqez bi ser bikeve.”
Di wê şeve de fîlmê bi navê “Zimanê Dayikê” yê derhêner Sarkew Mesgariyî hate nişandan. Fîlm behsa rewşa zimanê kurdî ya li Îran û Rojhilatê û kar û xebatên dersdarên xwebexş ên kurd dike. Derhêner ji Rojhilat e û ew û tevî çendîn derhênerên din ên Rojhilat jî beşdarî festîvalê bûn.
Bi çendîn zaravayên kurdî fîlm hatin nîşandan
Di festîvalê de çendîn lehceyên ango zaravayên kurdî li salona sînemayê olan dida. Ji ber ku ji Başûr û Rojhilat sînemagerên soranîaxêv, yên hewramîaxêv hebûn dengê van her du zaravayan, her weha dengê kurmancî û kêmek jî dengê kirmanckî ango dimilkî dihate bihîstin.
Ji xwe dema mirov li bernameya Festîvalê û fîlmên beşdar bûne dinêre, serdestiya fîlm û mijarên derhênerên Rojhilat hebû. Di Festîvalê de ji bilî vî fîlmê destpêkê, rojên piştî wê jî gelek fîlmên ji Rojhilatê hatin nişandan. Mîna “Çiya, bi nêrîna jinan” yê Rebwar Mahmoûdpoûrî, “Dartaş” yê Xelîl Sehragerdî, “Jimareya Laboratûarê 2” yê Edrîs Abdî û Aware Omerî, “Heft Senfoniyên Zagrosê” yê Perwîz Rostemî, “Tawî Aw” yê Ebrahîm Saeedî û hinên din. Ji van, ji bilî Mesgariyî, derhêner Xelîl Sehragerdî, Perwîz Rostemî û Rebwar Mahmoûdpoûrî hatibûn Amedê û beşdarî festîvalê bûbûn.
Her weha ji başûr jî komek fîlm di nava bernameyê de hebûn. Derhênerê fîlmê “13ê Gulanê” Tariq Tofîq Qadir jî li Amedê bû.
Fîlmên ji Rojhilat û Başûr him ji hêla naverok him jî ji hêla peyamên xwe ve gelekî bal kişandin. Temaşevanan bi baldariyeke zêde ew fîlm şopandin.
Her yek ji van fîlman rewşa civaka çandî, siyasî, aborî û jîngehî ya Rojhilat û Başûr nîşan didin. Belgefîlmê “Dartraş” yê Xelîl Sehragerdiyî behsa çîroka dartraşekî dike ku ji bo kesên lingên wan jê bûne, lingên darî çê dike. Ev belgefîlm yek ji wan belgefîlman bû ku hema hema hebû beşdaran eciband.
Ji Bakur kêm fîlm hebûn
Fîlmên derhênerên Bakur kêm bûn. Amadekarên festîvalê diyar kir ku ji rewşa aboriyê û zext û zoran, derhênerên kurd ên bakurî kêm belgefîlman çêdikin. Ji ber wê jî kêm kesan serî li wan dane. Fîlmên derhênerên bakurî komek ji wan bi tirkî bû ku mijarên wan cûre cûre bûn.
Ji Rojavayê belgefîlm nebûn lê derhênerê ji Rojava Ekrem Heydo, ji Almanyayê hat û beşdarî festîvalê bû.
Du panel pêk hatin
Di festîvalê de sînemagerên kurd roja sêyem a festîvalê li hev kom bûn û derd, kêşe û arîşeyên xwe û rêyên çareseriyê nîqaş kirin. Ev civîn gelekî bal kişand û sînemagerên kurd derfet dîtin ku li hev guhdar bikin, hev binasin û bi hev re li rêyên çareseriyê bigerin.
Ji bilî vê civînê sînemagerên jin behsa “Mafê Temsîla bi Rûmet”ê kirin ku bernameyê de beşeke zêde derhênerên jin hebûn.
Beşeke ji wan hatibûn beşdarî festivalê jî bûn: Hêlîn Çelîk, Somnûr Vardar, Adar Bozbay, Nevîne Gerits, Dîlan Engîn, Ozlem Dîler…
Derhêner Mozhgan Kavoosi bi belgefîlmê “Heewa” beşdarî festîvalê bû. Wê xwestiye bê Amedê, lê ji ber ku vîze nedane wê, nikarîbû bê.
Festîvala ku bi nişandana fîlmê “Sidiq û Panter” ê Rêber Dosky bi dawî bû, bi naverok û peyamên xwe jî ji bo sînemageriya kurdî û ya kurdan, hewldaneke girîng e. (FD)