Ji bo ew sûret li bîra me tevan neqişiye,em sûretê wî yê li hişê çêkirî binhêrin, ka ew çî ye?
Dema ku digot; ”bêje tu kî yî!” ,li derek pir dûr bû. Derek ji hêla psîkopolîtîkayê va gelek dûr, gelek pak, gelek serbixwe… Dema ku wî Kurdê rêzdar, li bin vî asîmanê kevneewr, wê pirsiyariya dijwar kir; êdî ne mêtingeh, ne jî bindest bû. Na. Ewî ji demên xwebûyînê, ji demên berî bindestiyê dipirsî.Di xwebûyînek welê da bû ku pirsên wî wek tîravêjin kolonyalîstnedîtiyan çalak bûn. Didîtin lê nas nedikirin, sedemê hebûna wan a li wir dizanibûn, lê wê sedemê red dikirin.
Çimkî ew qet li “benda barbaran”nemabû, qet bi barbaran re nejiyabû, dûrbûna xwemya ji wan her parastibû.Ji hiş, hest û mêjiyek sifir û spî dipirsî. Paşeroja tije barbar û kolonyal nikaribû hukum li ser bike. Qe nebe ew gav, di wê kêliyê de azad bû ew. Loma jî mêjî, wî garana dagirker nas nedikir, lê pirsiyar dikir. Teva ku Xweda dizane leşkeriya wan jî kiribû, pêwendiyek bi wan re danenîbû, nehîştibû ku hiş û mêjî qirêj bikin û bi her tişt û her halê xwe jê re aşîna werin. Na, ew xerîb û barbar bûn… HÊ JÎ xerîb û barbar! Ne çav hînê wan bûbûn, ne dil, ne jî aqil. Destê wî digîhîşt wan, lê ew li dûr bûn. Li balê bûn, pê li axa wî dikirin, lê nîn bûn. Tu hebûnek, tu meşrûiyetek, tu navek wan nîn bû. Ew bû ê serwer û navdêr, lê tu navek jî nedida wan. Heyf bûn gotin, tu kirasek jî li wan nedikir û digot: ”bêje, tu kî yî, ji ku hatî yî!”
Teva ku dizanibû kî ne û ji ku hatine jî, wê kêliyê derûniya wî ya zelal wê rastiyê red dikir.
Qey rastîkuj bû û rastiyê dikuşt? Na, rastîzan û rastînas bû, lê rastîhilweşîner jî bû. Wê kêliyê rastiyek din dijiya û dida jîyîn. Rastiyek ku xwe bi zanîn û bîra wê kêliyê pêdixist û dibû agirek derûnî û jiyanî.Ji ber ku rastî gelek caran guherbar e jî.
Mînak: Em di rastiya Latîn Amerîka’nın Kesik Damarları(Eduardo Galeano, min pir zûda xwendiye) da dibînin ku ji bo gelê wî welatê nebe kole, xwe bi hezaran beden û ruhên xwe va li newal û çiyayan wer kiriye û kuştiye. Her wiha dema qeyd û zencîr li wan dane jî nikaribûne” wê rastiyê” rakin û serê xwe li dîwaran dane xwe kuştine. Lê belê ew rastiya bi heybet dûre bûye “rastiyek din”. Loma jî dema ku koletî hatiye rakirin gelek kesan(di vir de hejmar ne girîng e, ew rewş e ya girîng..) xwe avêtiye erdê, perpitandiye û gotiye: ”Em ê niha çi bikin, ê çi bê serê me!” Çimkî azadî wek rastiyek tal û tirş, neyar û nediyar xwiya kiriye ji wan û rastiya wan a wê demê re. Lê gelo ew kal û pîrên wan ên ku xwe li newal û mesîlan û li dîwarên plantasyonan dan û welê azad hîştin, ew bi ku va çûbûn ku” rastyek”wiha derketibû holê? An jî em wiha bipirsin: Wan kal û pîrên azad û serbest û nekedîkirî çima hîştin ku neviyên wan bikevin wî halê? Çima nekarîn nehêlin ku ew jî wek wan koledariyê nepejirînin û xwe bifirînin, her azad bimînin?
Em dikarin bersîvan biguvêşin û çend keviran li çend pacan bixin. Lê hema wiha bêjin jî bes e. Ji ber ku her kes, her civak û nifş kefîlê xwe ye, loma jî rastî diguhere. Welê dibe ku mirov ji zencîrên li jiyana xwe hez dikin,tew jibîr jî dikin. Jixwe jibîr nekin jî ji bo ku xwe ji cîhê xwe nalivînin bi wan nahesin. Çimkî m’elûm e, zencîr; heta tu nekevî liv û tevgerê deng dernaxe, nabe zengilê şiyarî an jî koletiyê.
Îja em ê peyama wî Kurdê rêzdar ê li Şirnexê çirûsk vêxist, ji hêla binhişî û serhişî û serdilî û bindilî çawa bixwînin? Ewî çawa dehfek li wê rastiya mêtingeh a tije dek û dolab da û rastiya dîrokî avêt bin sifirê… Wek ku barbar û spî nû, hema wê kêliyê gihîştibin Emerîkaya Başûr û welat, bi şaşwazî, qet nekedîbûyî û nekedîkirî pirsî! Rastiyê bi psîkopolîtîkayek çawa guhert? Ew…Barbar bûn, hema wê kêliyê gihîştibûn li wir. Qirêj, biyan, ne aydê wir, ne liyaqê wir bûn. Kesî nizanibû çi ne ji ku derketine hatine wir. Çimkî hiş û mêjî, dil û heyat, wê kêliyê hatibû şûştin, pak û delal dijiya û didît.
Belkî veciniqînek bû ji dîrokê hat, belkî jî teqînek gerdûnî û veşartîbû, lê pêk hat. Ser seran, ser çavan re hat. Bes lazim e em vê çirûskê biparêzin û wê parastin jî ancax bi çirûskên ku em lê zêde bikin pêk bê. Loma jî girîng e ka em ê kengê dagirkeriya li jîn û giyan û warê xwe wiha, ji bo kêliyek be jî(jixwe kêliyên wiha bêdawî ne) bivirvirînin li bin sifirê bixin û barbartiya barbar, şanî wî û her kesî/ê bidin? Ji ber ku rastiyên xweş, bilind û rind, tenê bi silavkirin û sembolîzekirinê zêde û geş nabin û tew dinya dîjîtal tişta herî hêja jî pir zû kevin û demode dibe.Ji lewre jî em bêjin; Bên.. Bila bên berdewamiyên vê helwest û rapirsînê. Da ku di kesayeta her Kurd û her kêliyê de ji xwe re hêlîn û heval bibîne wê rastiya delal û bi rûmet û tenê nemîne, qet neçilmise.
(MR/AY)