"Gelê ku zimanê xwe diparêze, hebûna xwe jî diparêze."
Serjimêriyê ya 1927an yekem serjimêriya berfireh di dîroka Komarê de ye û, ligel daneyên zimanê zikmakî, nîşanên girîng li ser tevna civakî ya wê serdemê peyda dike. Nemaze li herêmên ku gele Kurd lê dijiyan nîşan didin ku Kurdî bi giranî zimanê dayikê bû. Lêbelê, di sedsala borî de, polîtîkayên ziman, dînamîkên koçberiyê û veguherînên civakî li Tirkiyeyê ev wêne bi awayekî radîkal guhertiye.
Li gorî daneyên 1927an, rêjeya axaftvanên Kurdî li Colemêrg, Bitlîs, Sêrt, Wan, Amed, Mêrdîn û parêzgehên derdorê ji %90 zêdetir bû. Li hin navçeyan, ev rêje nêzîkî %100 bû. Ev tablo nîşan dide ku Kurdî ne tenê amûrek bingehîn di jiyana rojane de bû, lê di heman demê de amûrek bingehîn ji bo rêxistina civakî, veguhestina çandî û avakirina nasnameyê jî bû.
Di sala 1927an de, piraniya Kurdan li gundan dijiyan, ev yek jî parastina ziman hêsantir dikir.
Dibistanên giştî hîn belav nebûbûn; fêrbûna zimanê Tirkî bi giranî bi rêya xizmeta leşkerî û koçberiyê gihîştibû beşek sînorkirî.
Zazakî jî di serjimêriyê de di kategoriya "Kurdî" de cih girtibû. Ev yek cihêrengiya nasnameya Kurd nîşan dide.
Her çend Kurdî hîn jî îro li van heman herêman hebûnek xurt diparêze jî, li gorî asta 1927an kêmbûnek girîng tê dîtin.
Koçberî, ku ji salên 1950an û pê ve leztir bû, bû sedema ku Kurd koçî bajarên mezin bikin (Stenbol, Îzmîr, Edene, Mersîn, Bursa). Her çend Tirkî li deverên bajarî serdest bû jî, Kurdî pir caran di malê de sînordar bû.
Li seranserê Komarê, tenê Tirkî di dibistanan de dihat hînkirin. Ev bû sedema ku nifşên ciwan an bİ tevahî an jî qet Kurdî fêr nebin. Kampanyayên "Hemwelatî, bi Tirkî biaxive" yên ku ji salên 1930an û pê ve hatine pêkanîn, guhertina navên cihan û qedexekirina Kurdî li deverên giştî, xuyabûna ziman bi girîngî kêm kiriye.
Piştî salên 1990an, bi saya weşanên Kurdî û medyaya dîjîtal a îroyîn, ziman dîsa xuya bûye. Lêbelê, ev têrê nekiriye ku kêmbûna karanîna zimanê zikmakî bi tevahî rawestîne.
Bandorên Sosyolojîk
Her çend ziman û nasname di sala 1927an de hema hema bi tevahî li hev dihatin, îro gelek Kurd, tevî ku xwe wekî Kurd nas dikin jî, bi awayekî çalak bi vî zimanî naaxivin. Ev yek nîşan dide ku valahiya di navbera nasnameya etnîkî û ziman de berfireh dibe.
Nifşên nû yên ku li bajarên mezin, mezin dibin tenê dikarin Kurdî fam bikin an jî bi tevahî jê dûr dikevin. Ev xetera şikestina berdewamiya çandî zêde dike.
Nebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê newekheviya derfetên perwerdehiyê kûrtir dike. Li cihên ku di sala 1927an de bi giranî Kurdî dihat axaftin, xwendekar îro tenê bi Tirkî perwerdehiyê dibînin, ku dibe sedema zehmetiyên fêrbûnê û têkçûna akademîk.
Tevî hemû zordariyê, Kurdî bi rêya dengbej, wêje, muzîk û îro jî medyaya civakî bi awayekî çandî tê hilberandin. Ev qadeke berxwedanê ye ku rê li ber windabûna tevahî ya ziman digire.
Serjimêriya Zimanê Dayikê ya 1927an nîşan dide ku Kurdî hema hema zimanê piraniya Kurdan bû. Îro, ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê, bajarvaniyê, pergala perwerdehiyê û dînamîkên koçberiyê, ev rêje bi girîngî kêm bûne, û Kurdî di gelek malbatan de ji bo danûstandina navmalî an jî bi awayekî sembolîk tê bikar anîn. Tevî vê yekê, ziman di nav Kurdan de nîşanek xurt a nasnameyê maye.
Ev berawirdkirin mînakek berbiçav e ku polîtîkayên dewletê û veguherînên civakî çawa dikarin di nav sedsalekê de rêjeya karanîna zimanekî biguherînin. Pirsgirêka herî krîtîk ji bo pêşerojê ew e ku Kurdî dê çiqas di jiyana giştî û perwerdehiyê de cihek bibîne. Wekî din, dibe ku zindîtiya 1927an di nifşên pêşerojê de bi giranî kêm bibe.
(AÖ/AY)







