Fotograf: Pixabay
Şarja telefona min dîsa piçek maye. Dilezînim bê hela berî bê şarj bimînim xwe nagihînim wê restoranta kebabê. Qey ez ê tucarî hînî bikaranîna Google Mapsê nebim law.! Hesabê min û vê appsê li hev dernayên. Çi çaxa min bi ya xwe kirîye ez hew wenda bûme, lê ku min bi ya telefûna xwe kirîye vêca dewxa min çûye, gêjomêjo bûme, asta stresa ku belasebeb ketimê bilind bûye, wekî mirîşka serî-qutkirî ku bi vir de û wê de teqlomeqlo li ba dibe, li min hatîye û cardin wenda bûme.
Bakur û başurê min û vê nexşe-appsê hev nagirin. Çiqa wê berê min dabe alîyekê, mecbûr li şopa xwe vegerîyame, serî hey di ber de. Pirsîna li rê jî riyeke çareserîyê ye elbet. Lê îro roj, xwe nêzî tu kesî nakî bi tu hawayî, ji ber ku potansîyela te ya kuştina wan heye. Ferqîyek heye, her çiqa wekî berî karantînayê, serî di ber de li sikakan bigerim jî bajar bêtir ji min ve xuya ye vê neqilê. Avahîyên ku rehmetîyê Antoni Gaudî nexşandine ji me niştecihan re mane. Li Barselonayê tour-îst nema ne!
Sê sal in, li vir im. Hîna nûka serê xwe bilind dikim û li van avahîyên li navenda bajêr dinêrim. Berê min hew ew didîtin, lê dehî dinê ez li wan sêr dikim, bi wan re didim û distînim. Katalan ji min ve xuya ne îsal. Ev hevok ji min çêdibe bê hemdî xwe:
Canikê, tu bixêr hatî vî bajarî!
Şarja kêm, barana tene tene, Google Maps, sikakên gundê me...Li audîoya Serfirazî ku li wê restoranta kebabê li hêvîya min e, godarî dikim. Ew, ji ber ku nizane mesajan bi Kurdî binivîse, ji ber xwe fedî dike, elbet naxwaze xwe bide dest. Loma wexta mesajên min nivîskî dibersivîne, qûna du peyvan bernade ebeden: “Erê”û” Na”.
Serfirazê min û we bi tomarkirina audîyoyan hesîyaye, ruyê xwe halo spî dike.
Wendabûna min a li bajêr hişt ku ez bajêr bibînim, lê bihizirim. Fedîya Serfirazî kir ku ew li dengê xwe hayil bibe. Kê gotîye pêşketina teknolojîyê guneh e!? (MA/FD)