Ev nivîs ji bo kesên weke min derewan dikin hatiye nivîsandin. Eger tu bawer dikî tu derewan nakî, beredayî wextê xwe pê xerc neke. Na, eger tu jî carna be jî xweş dikî, fermo...
Bila dilê te rihet be û netirse; em ne bi tenê ne. Ji ber ku zanyar dibêjin derew perçeyekî jiyana civakî ye û ne tiştekî nû ye; hê ji dema Adem û Hewa ve me pê girtiye û em bernadin. Eşkere nebêjin jî, mirov ji derewan hez dikin, weke ku ev hunera herî kevin a mirovahiyê di xwîna wan de hebe.
Li gorî Incîla Yuhanna “Di destpêkê de gotin hebû.” Hûn ji min bipirsin, gotina yekem derew bû. Ji ber ku di destpêkê de nezanîn hebû û gotina yekem a ji nava nezanînê xwe deranî pêş, ti şensê rastbûna wê tunebû, yanê cureyekî derewê bû.
Serdemên lipeyhatî jî yên nezanîn û tarîtiyê bûn û li wan serdeman jî derew qels nebû, ji desthilatiyê nehate xwar. Serdemên ku weke destpêka ronahiya zanînê jî tên qebûlkirin, derewê hebûna xwe li her derê doman, bi kiras û rûçikên cihêreng, carna weke huner, carna weke îftîra, carna weke kurmê xuyekî meriv, hespê xwe hertim bi çargavî û rewanî ajot.
Lê belê, dawiya dawî derket holê ku sedema hebûna derewan ne tenê nezanîn e. Zanîn îro zêde jî bûbe, derew ji berê kêmtir nebûne û li nav hin civakan têra xwe jî qiymetê dibînin.
Di vê serdema teknolojiya soft de jî ku êdî herkes dikare rastî û nerastiya gotinên kesên din hîn bibe, dîsa jî derew hefsarê hespê xwe sist nake. Helbet sebebên vê yekê hene, herçendî herkes ne hemfikir be jî li ser rêz û girîngiya van sebeban...
Li gorî min bi awayekî giştî eger were kategorîzekirin, derew di roja me de karê mîtoman, siyasetvan, û piranî jî yê kesên neçar e.
Eger tu mîtoman bî, psîkolog dikarin bi te re mijûl bibin.
Eger tu siyasetvan bî, tu li ser navê hunera îqnakirinê an jî propagandayê ji girseya xwe re xweş dikî. Di vê rewşê de asta pêşketina civakê girîng e. Ku civak ne nezan û ne xizan be, wê karibe xwe ji zirarên `hunera` te biparêze.
Eger tu ne mîtoman ne jî siyasetvan bî û tu hê jî derewan dikî, hingê tu an mecbûr î an jî zordar.
Lê belê rêjeya derewan li hemû civakan ne eynî ye.
Li civakên paşdehiştî yên li nava pergalên zordar û ne demokratîk de asêmayî, derew hê jî desthilatdar e. Ji ber rast gotinê, serê mirovan dikeve belayên mezin. Mirov neçar dimînin serî li derewan bidin.
Li civakên nîsbeten pêşketî, nûjen û xwedî pergalên hinek demokratîk şertên derewan qels in. Ji ber ku tiştên derewan bi mirov didin gotin, ji bilî kompleksa nezanînê, tirsên siyasî û mecbûriyetên aborî ne. Li civakên pêşketî ew tirs kêm e, û kêm kes muhtacên hev in.
Li derdoreke demokratîk azadî berfirehtir e; dikare bêhnê bide û bistîne. Mirov ji ber gotinên rast zû bi zû nayên cezakirin. Ji ber ku kêm zêde herkes dikare zikê xwe têr bike û pergala perwerdeyê jî li ser zanistê ava bûye, cih li derewan teng dibe.
Li nav pergaleke dij-demokratîk, desthilatî ji bo karibe zordariya xwe bidomîne divê rastiyan veşêre û pergala perwerdê li ser derewan ava bike. Dema mirov pê dihisin ku tiştên fêr bûne derew in, dîsa jî nikarin rast bipeyivin ji ber ku yên rastiyan tînin ziman tên cezakirin, yên bi derewan pesnê serdestan nedin dibe ku birçî bimînin, perîşan bibin.
Derew li nava pergalên nîsbeten pêşketî, tenê li cem siyasetvanan weke çandeke meslekî ji xwe re hêlînê çê dikin; çanda propagandayê. Lê belê ji ber ku civakên wan nîsbeten zanatir û halxweştir in, zû bi zû bi derewên siyasetvanan naxapin. Siyasetvan jî rengekî din didin derewan, kirasekî hunerî li propagandayê dikin.
Propagandaya bi eslê xwe li ser derewan ava bûye, vediguhere adeta hunereke xweşgotinên ku mirov jê kêfê distînin; ne ku jê bawer dikin. Gerçî carna li van welatan jî mirov rastî derewên pir qeba yên siyasetvanan tên, lê ew lîder êdî di nava civakê de bi derewkariya xwe tên bi navkirin û dihetikin; ev yek ji bo siyasetvanên din dibe ders ku derewên ewçend belloq û bi zimanekî qeba û rasterast nekin.
Li civakên paşdehiştî ne tenê siyasetvan, ji xeynî dînan û zarokan - ji bo nebêjim herkes- piraniya mirovan bi awayek ji awayan dikevin xefik an jî himbêza derewan. Hin ji wan ji bo xapandinê, yên din jî ji bo bêyî ku serê wan bikeve belayê karibin bijîn, derewan dikin. Di civakên wisa de mirov rastiyê tenê ji kesên herî nêzî xwe re dibêjin û heman kes dema vedigerin nava civakê hem ji hev re hem jî ji kesên din re dîsa ‘xweş’ dikin.
Ji ber ku xwe mecbûr dibînin. Lê belê ev kesên ku carna bi dizî rast dipeyivin û di wextên din de derewên xwe didomînin, haletî rûhiya wan dikare serûbin bibe. Ma çawa nebe? Bi şev, di quncikên nîvtarî de ji kesekî/ê re rast dipeyin, bi roj jî berevajiyê tiştên şeva berê dibêjin. Ev nakokî şexsiyetê dipelişîne, dirûxîne û dibe zemîna pêşketina durûtiyê. Eger tu weke bi roj bi şev jî derewên xwe bidomînî, piştî demekê ji derewên xwe bawer dikî. Di vê rewşê de jî an dibî mîtoman an jî siyasetvan.
Ez bi xwe hê jî bi şev di quncikên nîvtarî de rast û tehl dibêjim bi roj şaş û xweş dipêjim. De ka bêje tu ji kîjan kategoriyê yî. Rast bibêje, ez û tu em bi tenê ne, roj jî va ava dibe!..
(MR/FY)



