Pêşewa digere li derdorê. Piraniya caran jî li dilê me. Dilê me yê ku “saetek darîn e û li Mehabad sekiniye” (ji helbestek min). Dilê me yê dîn, dilê me yê jîr, dilê me yê ji qevdek nêrgizan, dilê me yê jidil! Dilê me yê her dem konê koçeriyê li ser mil. Dilê me yê ku nizanim çend hezar sal e li vir e. Bûye dar, bûye zinar, bûye bêdengî, bûye hawar, bûye kevir, bûye av, bûye ewr, bûye baran…Pêşewa li vî dilê me digere. Loma her dem li vir e, ne salê carek. Em wî bibîr naynin, em wî dijîn, em bi wî re dijîn. Em ji wî hîn dibin, em bi wî li dinyayê dinhêrin.
Tankên alman û rûsan, sêdarên farisan, sînorên tûranan, bêbextî û tirsonektiya bi hezaran, berjewendiyên dewletan, bêkeysiyên medan, tenêbûyîna şêran a li nav çeqelan…Her tişt,her zorî û bela, her kedera-qedera dirinde... Hebû, heye, li cîhê xwe ye.
Lê dil e ev, dil... Nasekine. Pêşewa ye ew, Pêşewa… Digere li dil, digere jidil. Dil e ew, dil. Nizane sekin çî ye, li pey xwe namêzîne, ji ya xwe nayê xwarê… Dil e ew, dil. Dilê ku li dilan digere, bi dilan digere. Loma dema min par got “salveger na, dilveger”, min ji kûrahiya dil hîs kiribû ku dilveger bû ew. Her gav û her dem li me vedigeriya, çerxa dilê me digerand da ku ew vegera heta ba pergala stêrkan jî diçe, bi dilan her hebe, ji dilan her hebe bo dilan, her hebe.
Salveger na, Pêşewa digere. Bi lingên xwe yên ji berfa serxwebûnê, ji pireyên hişê me derbas dibe. Pire ne ew, li jor çemên kurdî nobedar in. Dema bi lingên xwe yên ji berfa serxwebûnê ji wan pireyan derbas dibe, welat dibe rastiyek ji berfê. Spî, sar, pak û bilind. Hew li bilindahiyan dibare. Welat dibe çirayek ji çirayên giyanî, ne kes dikare vêxe ne jî vemirîne. Welatê ku bûye çira, xwe di paşila pêşewayê dilê me de vedişêre. Dil,pire, welat,çira û lingên ji berfa serxwebûnê dema dibin yek, ferhengên heyî betal dibin. Tûrikên meneyan, pênûsên sererastkirinê, jêbirên betalkirinê, lîstikên xwexapandinê, zemherên nemanê… her tişt, her tişt di qutiya niftên (kibrîtên) agirdiz de dibe tiştek din. Tiştek din ê ku kes nizane kengê wilo bû, demsal çilo guherî, meneyên berê çima li dev bûn tehlahiyek bi kef.
Belam lingên ji berfa serxwebûnê digerin way dîsa, dil zindî dikin, çiyayan spî dikin.
Welato welato, ey her tişt pê hato! Ku tu hêj li vî dinê û li vî dilê mabî, ev bi saya geryana van lingên ji berfa serxwebûnê ye ha... Xwe ji tiştek ne hesibîne. Kî hat û te perçe kir, kî hebû li te fen û hîleyan kir. Goya tu welat bûy, lê te xwe di temenê xewnek sor da veşart. Te got ez welatê we me, lê kanê war û waristan, havîn û zivistanên te yên ku kes newêre dest dirêjî wan bike? Te got ez welatê we me, lê te rojekê jî dilê me yê ebedî ji sêdaran rizgar nekir.
De ma me got; ”berxikên mê û nêr in em/Hew ji bo kêr...” (ji helbestek min) jî te xwe nelivand û tankên cûrbecûr di ser xeyalên me re derbas bûn. Hem tu hem jî xeyal deyndarên me ne welato. Yên ku ji ava li şûna lingên hespan gol çêdikirin bûn em. Yên ku bi perperîkek havîn, bi gulek bahar, bi helbestek vejîn danîn bûn em, Pêşewa û şopdarên wî… Em ê tim li pey berfa wî ya serxwebûnê bibarin, tu yê jî wek deyndêrekê bijî û vî werîsê ji stûyê me derxî. Em ê tim evîndarên wî bin, tu yê qevdenêrgizên pir û pir derengmayî bigîhîjînî me… Em baskên te yên jidil bûn lewre, lê tu qet nefiriyay û “ne bayê me bir/ne jî erdê me peya kir” (Mueyyed Teyîb, Weşanxaneya Avesta).
(MR/FD)