Ji mêj ve hinek dibêjin, “Kurd çi dixwazin?”
Piranîya aktorên kurd jî (çi sivîl çi siyasî) serê pêşîn dibêjin, “Em zimanê xwe dixwazin!”
Xebatên sosyo-lînguîstîk ên ku li qadê hatine kirin jî vê yekê nîşan didin; kurd dixwazin zimanê xwe biparêzin û bi pêş ve bibin, bi vî zimanî bijîn.
Ji roja ku “pêvajoya aştîyê” dest pê kiriye û bi vir de li ser mijara zimên jî gelek komxebat, konferans û civîn hatine lidarxistin. Di van çalakîyan de gelek biryar hatine girtin û ev biryar bi raya giştî re hatine parvekirin. Lê belê alîyê dewletê hê jî wekî ku ev kêşe tune be, yan jî bi weşana TRT-Kurdî, waneyên vebijêrkî û beşên kurdî yên li hin zanîngehan ew kêşe hatibe çareserkirin tevdigere.
Modela ku dewlet wekî çareserî pêşkêş dike, di lîteratûra zimannasîyê de modela waneyên vebijêrkî wekî modeleke kêmker anku modeeke pişaftina nerm tê binavkirin. Tiştê balkêş, dewleta Îranê jî heman modelê li ser kurdan ferz dike. Tevî ku li vî welatî bikaranîna sêlika peykan qedexe ye jî Seher Tv Kurdî 24 demjimêran li ser peykê bi kurdî weşanê dike. Niha bi zora tirkan rejîma Ehmed Şer’e jî dixwaze heman modelê bi kurdan bide pejirandin.
Lê belê kurd ji mêj ve ji vê qonaxê derbas bûne, êdî doza mafên xwe yên rewa dikin.
Gelek aqilmendên Komara Tirkiyeyê dibêjin ku zimanê kurdî bi kêrî perwerdehîyê nayê, heke kurd vî mafî bi dest bixin jî kes zarokên xwe naşîne van dibistanên kurdî û hwd. Herî dawî Mumtazer Türköne ku paşnavê xwe wekî Kürdöne guhartiye, xwest ku dewlet mafê perwerdehîyê bide kurdan.
Wî jî got, “Kurd zarokên xwe naşînin dibistanên kurdî”. Em hêvî dikin rayedarên dewletê guh bidin banga wî û rê li ber perwerdehîya bi zimanê kurdî vekin. Kî dişîne, kî naşîne, bila xema wê nexwin. Heke kesî neşand, “ji vê çêtir li Şamê Şekir” e ji bo wan.
Erê em perwerdehîya bi zimanê zikmakî dixwazin, lê xebatên li qadê jî nîşan didin ku kurd perwerdehîyeke yekzimanî (çi bi tirkî, çi bi kurdî), naxwazin. Cîhana ku em tê de dijîn, cîhaneke pirzimanî ye.
Herî dawî Egîtîm-Senê “Komcivîna perwerdehîya demokratîk” li dar xist, li wê derê der barê perwerdehîya bi zimanê dayikê de raporek hate pêşkêşkirin û pejirandin. Di vê raporê de modela ku hatiye pêşkêşkirin “Modela Perwerdehîya Pirzimanî ya li ser Bingeha Zimanê Zikmakî”ye. Di vê modelê de zarok bi zimanê ku herî baş pê dizane dest bi perwerdehîyê dike, li pêşdibistan bi temamî û li dibistana seretayî bi giranî bi zimanê zikmakî perwerdehî tê kirin, piştre hêdî hêdî bi zimanê duyemîn û sêyemîn wane tên pêşkêşkirin.
Armanca vê modelê ev e ku zarok pêşî bi zimanê dayikê, piştre bi zimanê(n) din xwende dibe.
Ji bo pêkanîn vê modelê, divê zimanê kurdî bikeve bin dabînkirina qanûnî û makeqanûnî, di serî de xala 42yan a makeqanûnê, divê hemû astengîyên li ber perwerdehîya bi zimanê dayikê ji holê werin rakirin. Her wiha divê hemû asteng û berbendkirinên li ser peyman û zagonên navneteweyî yên der barê mafên çandî, zimanî û perwerdehîya bi zimanê dayikê de werin rakirin.
Li gel vê yekê, divê naveroka perwerdehîyê jî were demokratîkkirin û kurd bi ziman, çand, nasname û dîroka xwe di nava mufredata perwerdehîyê de cih bigirin.
Têkoşîna demokratîk a gelê kurd divê wekî parçeyekî têkoşîna demokratîk a hemwelatîyên Tirkiyeyê were pênasekirin û bi vî rengî were pêşkêşkirin. Ji bo perwerdehîya bi zimanê dayikê budçe were veqetandin, sazîyên demokratîk ên kurdan di pêvajoya amadekirina mufredatê, amadekirina materyalên hîndekarîyê û gihandina mamosteyan de bi awayekî çalak cihê xwe bigirin.
Li vê derê ji ber ku mijara me kurd û kêşeya kurdî ye em bi tenê qala kurdan dikin, helbet divê mafên gelên din jî bi heman rengî bên parastin. Hingî em dikarin qala modeleke pêkvejiyanê ya li ser bingeha aştî û yeksanîyê bikin.
(ST/FY)



