"Pênûsa Suzan Samanciyê dengê bê dengan, bîranîna yên jibîrkirî û lêgerîna azadiya ku sînoran nas nake."
Suzan Samanci, yek ji navên girîng ên edebiyata kurdî û edebiyata tirkî ya hemdem, di berhemên xwe de bi ziman û teknîkeke vegotinê ya xurt, rastiyên civakî radixe ber çavan. Zimanê ku di romanên xwe de bi kar tîne, balê dikişîne qada ku hem ezmûnên takekesî û hem jî yên civakî bi hev re çêdibin. Di berhemên Samancî de ziman ne tenê navgîna ragihandinê ye, di heman demê de hilgirê nasname, berxwedan û bîranînê ye.
Romanên Samanci bingeheke ku bandora veguhertinên civakî û siyasî yên li ser kes û civakê nîşan dide. Zextên siyasî, pirsgirêkên nasnameyî û zehmetiyên aborî yên li Tirkiyeyê bi taybetî piştî derbeya leşkerî ya 1980'î rasterast bandorê li jiyana karakterên berhemên wê dike. Di vê çarçoveyê de ziman ne tenê jiyana kesan nîşan dide; Her wiha weke amûreke berxwedan û pirsînê jî tê bikaranîn.
Di berhemên Samanciyê de hebûna tirkî û kurdî li kêleka hev, aliyên siyasî û çandî yên ziman jî radixe ber çavan. Digel ku kurdî bi gelemperî wekî sembola nasnameyeke bindest tê dîtin, di jiyana karakteran de tirkî zimanê serdest e. Rageşiya di navbera van her du zimanan de hem nakokiyên takekesî û hem jî yên civakî di romanê de temsîl dike.
Di berhemên Samanciyê de jin di navenda têkoşîna takekesî û civakî de cih digire. Karakterên jin ên di romanên wê de fîgurên xurt in ku di nava avahîyên baviksalarî yên kevneşopî de asê mane lê hewl didin ku riya xwe bibînin. Ev jin serpêhatiyên xwe bi ziman vedibêjin û li dijî vegotina baviksalarî helwest digirin.
Zimanê karakterên jin gelek caran kûrbûneke hestyarî hildigire. Hêsaniya zimanê axaftinê yê rojane û xwezayîbûna zaravayên herêmî, têkoşîna wan a ji bo jiyanê hîn zêdetir xuya dike. Ev ziman yek ji awayên ku jin hestên xwe yên bindest derdixin û çîrokên xwe vedibêjin e.
Romanên Suzan Samanciyê cîhanek tije hûrgilî li ser çanda kurdî pêşkêşî xwendevanan dike. Di berheman de hêmanên çandî yên wekî zaravayên herêmî, kevneşopî, çîrokên gelêrî û kurteçîrokan dibin beşek organîk a vegotinê. Her çend peyv û biwêjên kurdî atmosfereke resen li vegotinê zêde dikin, bi vî zimanî nasname û hesta aîdiyeta karakteran kûrtir dibe.
Zimanê Samanciyê di heman demê de weke dirêjkirina hewldana wê ya ji bo parastin û zindîkirina çanda Kurdî jî tê dîtin. Di romanan de bikaranîna peyv û biwêjên kurdî qadeke berxwedanê ya çandî çêdike, di heman demê de dihêle ku xwendevan bi vê çandê re hembêz bibe.
Di zimanê Samanciyê de cîhana hundirîn a kesan bi rastiyên civakî ve girêdayî ye. Dema ku monologên hundirîn ên karakteran nakokî û trawmayên ku dijîn tînin ziman, ziman jî wekî amûrek dermankirinê tê bikar anîn.
Bi taybetî jî monologên karakterên jin hestên wan ên tepeserkirî derdixe holê. Nakokiyên hundirîn ên ku ji ber zexta civakî û rolên kevneşopî tên afirandin, wate didin wan û hewl didin bi ziman bên çareserkirin. Ev yek kûrahiya psîkolojîk a romanan zêde dike û di navbera xwendevan û karakteran de têkiliyeke hestyarî saz dike.
Ziman di romanên Suzan Samanciyê de wek qadeke ku rastiya takekesî û civakî tê de digihêje hev, xwediyê qatek wateyî ya dewlemend e. Hêmanên wekî paşxaneya civakî, temsîliyeta jinê, çanda kurdî û psîkolojiya takekesî vî zimanî dike amûreke vegotinê ya piralî. Samancî bi şêwaza xwe ya sade, lê bi bandor, xwendevanên xwe vedixwîne pirsiyara şexsî,û civakî.
Derbarê Suzan Samanciyê de
Suzan Samancî di 20'ê Îlona 1962'an de li Amedê ji dayik bûye. Di sala 1979an de Lîseya Diyarbekirê qedandiye. Wê nivîskarî wek pîşeyekî profesyonelî hilbijart. Bi helbestê dest bi edebiyatê kir. Helbestên wê yên pêşîn di navbera salên 1985-87an de di kovara Sanat Olayî de hatin weşandin. Paşê berê xwe da kurteçîrok û romanan. Çîrokên wê bi giranî di kovarên Adam Öykü û Defter de derketine. Di rojnameya Gündemê de her hefte quncik dinivîsand. Salên din jî di rojnameyên Demokrasî û Özgür Polîtîka de nivîsên xwe yên rojnameyê berdewam kir. Suzan Samancî ji sala 2008’an û vir ve bi piranî li Cenevreyê dijî. Endamê PENa Tirk û Kurd û Sendîkeya Nivîskarên Tirk e.