Hinna ku min ji Nisêbînê stendibû û nêvî li hevala xwe Solînê helal kiribû, ev sê meh bûn di çavîka xwarê ya dolaba me ya himamê de bû. Ku ev ne hinna qenc bûna, niha bêhn pê ketibû ji zû ve(!). Min çendê berê, kulmek ji vê hinna wekî cewahir dabû Sertacî jî. Bereketa hevaltîyê ketibû emrê hinneka min, nediqedîya.
Wê rojê, dilê min hebû ez vê hinnê li serê xwe bikim, lê çavê min ji min nedibirrî ku karibim bi serşûştinê dakevim. Ez ne ew a ku bi saetan bi porî bilebike, bûm. Û ji xwe malê, hevalan, pirtûkan û mêrikî xwe dabûn benda min ji bo vê betlana çar rojan. Ji çi re, ez ê bihêlim bila kulmek hinne bikeve ber qismetê tevan. Na yabo, na. Meriv ji bo tiştinan bike, lazim e yên din bihêle.
Min rabû hinna ku ji do ve bi dema çaya kevn nimandî û tijje pelên ziravik û hişk ên pîvaza mohr, di dest û pêçîyên xwe da. Heta dest li min ziwa bûn, min ji pirtûka”Little Womenê” bîst û sê rûpel xwendin. Elbet min rûpelan bi enîşka xwe dizîvirandin, carê bêhnekê. Ket bîra min, Sarah li hêvîya telefûna min bû, wê serlêdana projeya wergerekê bi min bişêwirîya. Wextê civanê bû. Min li bayê bezê dest û tilî şûştin û xwe avêt telefonê. Reng bibû pirteqalî, ji sorî gelekî bi wêdetir bû yanî. Ev reng neketibû serê min, lê bêhna hinnê kêfa min dianî.
Karê min ê li wê dibistanê kete bîra min. Dikarim sûnd bixwim şagirtên wê dibistana taybet, destên hinnekirî bi çavên seran qet nedîtibûn. Belkî jî bifikirîyana û bigotana:
Ev hebe mamosteyê bi zarokan re li pola wêneyê bi boyaxan emel kirîye û ev boyaxa avî ye wilo di xwe daye, ji xwe ma ne ev mamoste hebekî dîn e, jê dikeve serê mirovî. Belkî jî hinekan bigota: Ev parçeyek ji adetên li welatê wê ye, anîye hatîye nav me.
Li ber neynika li oda xwe li pêçîyên pirteqalî û rûyê xwe yî jihevketî godarî dikim; tişta çû mede dû. Ev reng dê heta deh rojan jê here ji xwe. Lê neynûk? Ew bi serê xwe ne, heyra. Kengî neynûk tên birrîn û alîyê heram tê avêtin, rengê hinnê jî wê çaxê mala xwe ji laşê yekê/î bar dike û jê diçe. Hinna li ser neynûkan ji hinan re salname, ji hinan re bîranînên bûk û zavatîyê ye. Ji min re despêka hetikînekê bû li koleja taybet a ku cihên heyranîyên kulturên serdest bû. Ditirsîyam ji nêrînên ecêb…
Esse dê di metroyê de jî xelk li her deh pêçîyên min ên xerîb û giloverika di nava kefa destê min de binêrin. Egzotîkî dibû para min dîsa, her çiqa mesela min, lêgerîna bêhna hinna ku dê ji min re aramîya salên zarotîyê bianîya bûna jî. Em rojhilatî wekî hilma pîvaza mohr in li bajarên rojavayî. Derdorê bi xwe dihesînin. Car heye wê aciz dikin, car heye wê bi girî vedikin. Lê hayê wê ji xwe çê dikin, lewra bêhna pîvaza mohr xeddar e! (MA/FD)