Silav li we dîsa hevalên delal. Ez dixwazim vê carê li ser nexweşiya grîpê binivîsim. Bi Kurmancî gelek navên wê hene, wekî hal, şewb, bahor, bapêş, sermagirtin, cemedandin û hwd.
Ez ê rasterast wekî grîpê binav bikim û bêyî ku pirsên li ser Kurdî yên herêmî ji min re werin ez ê çarçoveyeke giştî ji we re amade bikim.
Hêdî hêdî zivistan tê, ango berî li zivistanê ye. Di dema zivistanê de ev nexweşî zêdetir derdikeve holê.
Grîp bi rêya veguheztina vîrûsê, ango bi rêya kuxîn û pişkandinê, ji kesekî nexweş derbasî kesekî din dibe. Bi rêya hewayê û bi dilopan grîp belav dibe.
Ji ber vê yekê, divê mirov baldar be û ji kesên nexweş dûr bikeve. Kesên nexweş jî divê ji bo ku nexweşî negihînin kesên din, xwe ji wan dûr bigirin.
Wekîdin jî divê kesên nexweş yekser li ser çavên mirovan nekuxin û dema kuxînê heta ji wan hebe dest û milên xwe bide ber devê xwe.
Gazinên serekeyên grîpê ev in: kuxik, bi taybetî jî kuxika zuha an jî kuxika hişk, taya bilind (heta 38°C an jî zêdetir), êşa qirikê, bêhnijandin, herikandina poz, betilandin, westandin,bêhalbûn, kêmbûna îştahê, serêş, êşa tevahiya laş an jî qerimandin.
Grîp bi piranî ji ber vîrûsa Influenza A an Influenza B çêdibe.
Lê divê mirov grîpê ji sermagirtina asayî cuda bike, ji ber ku her sermagirtin ne grîp e.
Divê mirov çi bike?
Divê mirov bêhna xwe bide. Xwe vehesîne, îstrehet bike.
Li malê bimîne û xwe ji westandinê biparêze, xwe zêde nebetilîne. Werzîşa giran neke. Avê pir vexwe.
Xwarinên sivik û xwarinên ji aliyê vîtamîna Cyê dewlemend e bixwe. Xewa şevê jî têra xwe girîng e.
Ji stresê dûr bikeve. Odeyê bi rêkûpêk hewadar bike. Ev tişt pir girîng in.
Wekî derman, di serî de divê mirov bêyî şîret û pêşniyara tuxtor gelek dermanan bi kar neyne.
Lê dermanên ku êşê û tayê kêm dikin, hebin serê êşê yên wek Paracetamol û Ibuprofen, an jî şirub û hebên kuxikê dikarin werin bikaranîn.
Ev dermankirin wekî dermankirina gazinan, nîşanetan (symptomatische Therapie) tê binavkirin. Yanî em nîşanên, gazinên nexweşiyê sivik dikin.
Nexweşiya grîbê bêyî derman jî kêm zêde heta hefteyekê derbas dibe. Li gora qawet û hêza sîstema parastinê (immunite) ya mirov ev dem dikare biguhere. Hinek kes pis sivik li ser lingan derbas dikin û hin kes jî dikarin pir pê biêşin.
Mijar dikare bê dirêjkirin, lê ez bawer im min bi tevahî li hev anî.
Di dawiyê de, dixwazim careke din bibêjim: kesên nexweş divê ji kesên din dûr bimînin û heke pêwîst be maskeyê bikar bînin, da ku vîrûs derbasî kesên din nebe.
Bimînin di nava henûniya zimanê Kurdî de. Ev dem û hemû demên we xweş bin.
(EÇ/FY)




