Kurtefîlmê nû yê Aram Dildarî, “Navnîşan”, li Festîvala 12an a Fîlmên Kurdî a Berlînê Xelata “Baştirîn Fîlmî” wergirtiye. Aram Dildarî beriya vî fîlmî, di sala kurtefîlmê bi navê “Binevş” di sala 2009ê de, “Da” di 2015ê de û “Haziriyek bo Derengmayînê” jî di sala 2018ê de girtibû.
Di sala 2021ê de “Batman Yeni Sinemayê” bi navê “Ji Nivîsê Adaptasyona Bo Sînemayê” projeyek li dar xistibû. Di wê projeyê de armanc ew bû ku 10 çîrokan veguherînin senaryonan û weke dosyayên fîlman amade bikin. Ji bo vê projeyê 5 kargeh hatibûn li dar xistin.
Aram Dildar yek ji wan kesan bû ku beşdarî vê projeyê bûbû û fîlmê wî yê bi navê “Navnîşan” jî di encama vê projeyê de derketibû holê.
“Navnîşan” ji ber çîroka Kenan Demîrî hatiye girtin. Ahmet Akman, serlehengê fîlmî ye. Erdal Kaya, Şîlan Alagoz, Ronî Dildar, Bahoz Sûnar, Şîrîn Ertaş, Benazîr Ozmen, Mesût Erenol, Kenan Demîr, Edîp Üşenmez û Ayşan Konûş lîstikvanên din in.
Navnîşan - The Address - Fragman pic.twitter.com/MHFsiyWjmK
— Aram Dildar (@aramdildar) September 8, 2022
Serlehengê fîlmî, Edîp, zanîngeh qedandiye û weke dersdarekî li gundekî Amedê hatiye wezîfedarkirin. Navê gund “Yeşilköy” e. Edîp, dema diçe Midûriyeta Perwerdeyê û dixwaze karûbarên xwe yên tayînkirinê bide destpêkirin, dibîne ku di nava qeydên fermî de nîne. Bi ti rengî ev problem çareser nabe û Edîp bi erebeya xwe ya sor derdikeve rêyê û gund bi gund, li “Yeşilköy”ê digere. Di encama lêgerîna xwe de jî wî gundî nabîne.
*Serlehengê fîlmê Navnîşanê, Edîp
Navên bi deh hezaran gundan hatine guhertin
Çîroknivîs û derhênerî bi vê çîrokê xwestine bala xwendevanan û temaşevanan bidin li ser guhertina navên li Kurdistanê. Li gorî xebata Doç. Dr. Harûn Tûnçelî yê Zanîngeha Firatê ya di sala 2000î de kiriye, guhertina navan, di dema Osmaniyan de destpê kiriye. Lê di dem Komarê de bi lez û beztir û berfirehtir bûye. Di vê demê de weke gelek polîtîkayan, di polîtîkaya guhertina navan de jî, polîtîkaya tirkîtiyê esas e û navên ku bi kurdî, ermenkî, suryankî, rûmî û gelek zimanên hatine guhertin û kirine tirkî. Ev xebat di salên 1950yî de bi Biryarnameya Hejmara 8589yê ya sala 1940î de gihîştiye asta herî bilind. Bi vî Biryarnameyê re Waliyan dest bi xebatan kirine lê ji ber ku Şerê Duyem ê Cîhanê dest pê kiriye, ev xebat nîvco maye. Di sala 1949ê de Qanûna Birêvebirina Bajaran derketiye û bi vî jî, guhertina navan êdî bi rengekî yasayî hatiye kirin. Li gorî zanyariyan heta 1978ê navên 28 hezar gundan hatine guhertin. Piştî wê jî bi yasa û gavên cida nav hatine guhertin.
Çîroka Edîpî, serlehengê “Navnîşanê” jî, vê rewşê nîşan dide. Gelek kal û pîr, hîna jî navên gundên xwe yên fermî nizanin. Di jiyana ne-fermî de, jiyana rojane de ev nav tên bikaranîn. Ne tenê navê gundan, navê çem û robaran, heta dar û beran jî guherandine. Eva ku yek ji rengên asîmîlasyonê ye, bi rengekî jî qirkirina çandê, dîrokê û erdnîgariyê ye. Lê guhertineke bê ser û ber. Weke gundê bi navê “Yeşilköy” ê di fîlmî de. Di dawiya fîlmî de, derhêner bi me dide nîşandan ku “Yeşilköy” gundê Edîp bi xwe ye. Nav “Yeşilköy” e. lê rip û rût e. Ne darek lê heye ne tiştekî din.
Di dema derbeya 12ê Îonê de, jî navên ku çepgirî, kurdbûn, elewîtî û mîna wan tîne bîra mirovan, guherandine. Piştî ku şaredarî ketin destê partiyên mîna BDP û HDPyê , navên orîjînal li van deran hatin vegerandin, lê gelek ji van navan, piştî tayînkirina kayûman cardin hatin guhertin.
Di vê lêgerîna wî de, Edîp, ne tenê li gundê xwe yê navê wî hatiye guherindin digere. Leşkerên parêzvaniya sîstema ku navên gundê Edîpî guherandine dikin, li wî didin, îşkenceyê lê dikin.
Dildarî bi vî fîlmê xwe heta niha serî li gelek festîvalên fîlman daye û di beşeke ji wan de, xelat wergirtiye. Dildar herî dawî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku, wî fîlmê xwe ji bo Festîvala 39ê ya Fîlman a Tehranê şandiye. Lê “ji bo rihê pak ê Jîna Amînî û milyonan însanên li ber xwe didin me fîlmê xwe vekişand. Heya ev rejîma qatil xira bibe û rojên azad bên emê dîsa hev bibînin û ew roj nêz e. Silav hurmet ji ew kesên ji bo azadiyê serî hildan.” (FD)