Ji bo nivîsa tirkî bitikîne
Gelek cih hene ku ew bi navê çiya, çal, ro û newalên wî cihî têne binavkirin. (Wek: Çelê, Sêgirik, Mêrgesor, Sipîndarok)
Vêca li rexa Robozikê jî "Ro"yek "boz" derbas dibe û Robozikê jî xwe bi wê nav kiriye.
Ro-boz-ik çi ye?
Ro/robar: Ava ji çemî biçûktir e
Boz: Rengekê li nêvbera spî û gewrî de ye.
İk: Paşgira biçûkkirinê an jî binavkirinê ye. (Wek girik: girekê biçûk e, ew hevîrê ku mirov bi destekê dikare bigire girik e. Girik navek e.)
Robozikî çi ye?
Ew kesên ku ji Robozikê ne Robozikî ne.
Wek: Dihokî, Cizîrî, Mêrdînî.
Robozigî çi ye?
Xelkê Botanê ji bo sivikkirina axiftinê piraniya "k"yên paşiyê wek "g" dibêjin.
Xelkên Gundikî dibêjin "em Gundigî ne" yên Robozikê jî di axiftina rojane de dibêjin "em Robozigî ne"
Roboskî çi ye?
Her dîsa di sivik-axiftina rojane de, gelek caran "z" û "s" dikarin cih biguherin.
Ji xwe xelkên Robozikê dema ku diaxivin mirov gelek caran ji herfa "z"yê zêdetir herfa "s"yê dibihîse.
Wek: Ez Roboskî me "s", ez ji Gundê Robozigê me "g".
Her dîsa herdu guhortin bi hev re ti caran nayê gotin.
Yanî ew kesên dibêjin "ez Roboskî me" herweha dibêjin:"Ez ji Gundê Robozgê me" nabêjin "ez Robosgîyê me" an jî "ez ji Gundê Robosgê me."
Mixabin gundekê me yê Şirnexê bi bûyereka(komkujî) nexweş û dilêş bi nav û deng bû, dîsa mixabin bi navekê "xelet-çewt" li ser wî gundî, nûçe, helbest û kitêb hatin nivîsî û belgefîlm hatin çêkirin.
Di paneleka li ser kitêbeka bi navê Roboskî de, nivîskarê bi nav û deng ê Şirnexî, Berken Berehî ji nivîskarê kitêbê re gotibû: Ez nizanim çi bibêjim! Ji beriya ku şairek kitêbekê li ser gundekê binivîse ma ne pêwîst e ku navê wê rast binivîse?
Çi bûbû?
Di 28 Kanûna Pêşiya ya 2011ê de, balafirên şerî yên TSKyê(Hêzên Çekdar ên Tirkan) bombe baradibû ser 35 welatiyên ji gundê Robozik û Bêcihê yên navçeya Qilabanê ya bajarê Şirnexê û ew kuştibûn.
281 xizmên wan welatiyên hatîn kuştin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn daye lê dadgehê serlêdana wan qebûl nekiriye. Li ser vê yekê welatiyan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû.
Têbînî: Ev nivîs sala 2013ê li Robozika Şirnexê ji bo malpera Kurdigeh.comê hatiye nivîsîn.
(MB)